Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî û hevalbendên wê Hecer Eswedê vedigerînin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çek û cebilxaneyên li şûna "Dewleta Îslamî" mane tên dîtin li Hecer Eswedê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Çek û cebilxaneyên li şûna "Dewleta Îslamî" mane tên dîtin li Hecer Eswedê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî û milîsên alîgirê wê hinekî di operesyonên xwe yên berdewam bi pêş ve diçin da ku "Dewleta Îslamî" ji deverên derdora kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî ya li başûrê Şamê derxin.Rêjîma Sûrî bi awayekî tam kontrola Hecer Eswedê dike, Birêveberê Rewangeha Sûrî bo mafên Mirov Ramî Ebdil Rehman îro Pêncşemê (15ê Gulanê) got.

Devera ku operasyonên serbazî lê tên encamdayîn hîn li jêr topbarankirinan û êrîşên asmanî yên giran e, çalakvanekî ji kampê ji Diyaruna re got.

Ew bû sedema bêwarbûna bi dehên malbatan ji kampê, hinek ji wan jî têkilîyan bi endamên mayî malbatên xwe û şênîyên din ên kampê hat birîn, ew ditirsin jî ku ew di topbarankirinan û êrîşên asmanî de hatibin kuştin,

Çalakvan Beha Sahilî got ku hêzên rejîma Sûrîyayê û milîsên hevalbend li beşê bakurî ji Hecer Eswedê pêş ve çûne, ew dever jî li tenîşta Yermûkê ye.

Endamên "Dewleta Îslamî" ev pira duristkirî bi kar anî bo tevgera ji avahîyekê bo avahîyeke din di şerê kolanan ê giran ê ku li Hecer Eswedê li dar e. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" ev pira duristkirî bi kar anî bo tevgera ji avahîyekê bo avahîyeke din di şerê kolanan ê giran ê ku li Hecer Eswedê li dar e. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Şer li hin cihên Yermûkê, navçeya Tedamûnê û devera dikeve navbera Hecer eswed û kampê de digere, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev dever dawîn penageha DAIŞê bûn û kelemeke berçav bûn ji rejîmê û hevalbendên wê re, û ew tên zanîn ku ew mişt in bi tunelên ku rê didin endamên DAIŞê ku bi serbestî tevgera xwe bikin û cihên xwe bi dewamî biguherin.

''Topbarankirin û êrîşên asmanî yên rojane''

Sahilî got ku çekdarên DAIŞê vê dawîyê avahîya Tetwîr û komek ji avahîyan li quncika bakur-rojavayî ya Hecer Eswedê terikandin.

Li kampa Yermûkê, DAIŞ ji kolana Selasînê, dibistana Esed bin Furat û dibistana UNRWA vekişîyaye.

Wî got ku hejmareke mezin a leşkerên rejîmê û çekdaên milîsên hevalbendên wê birîndar bûne û hatine kuştin, bi piranî jî bi agirê segvanên DAIŞê li hemû qadên şer.

Sahilî got ku beşê Yermûkê yê li jêr kontrola DAIŞê ye rojane rastî topbarankirinê û êrîşên asmanî tê, û wî da zanîn ku bi dehên malbatan reviyane deverên li derdora kampê, nemaze Bêt Sehim û gundewarên wê.

Wî got ku ligel nîgeranîyên wan ji ber kesên li paş wan mane li kampê, şênîyên Yermûkê yên bêwarbûyî ji ber talankirinê nîgeran in.

Wî got ku çendîn raport amaje dikin ku ev yek tê pêkanîn bi behaneya ku xwedanên malên talanbûyî yan endamên DAIŞê ne yan şopdarên rêbaza wê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500