Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hejmara mirîyan bilind dibe piştî teqîna li navenda bajarê Idlibê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Karkerên berevanîya sivîl ên Sûrî û xwebexşên kesên birîndarên di Nexweşxaneya Parêzgeha Idlibê dorpêçkirî rizgar kirin piştî teqîna roja Şemîyê 12ê Gulanê ya ku navenda bajarê Idlibê hejand. [Wêne ji Usama Qenber hatiye wergirtin]

Karkerên berevanîya sivîl ên Sûrî û xwebexşên kesên birîndarên di Nexweşxaneya Parêzgeha Idlibê dorpêçkirî rizgar kirin piştî teqîna roja Şemîyê 12ê Gulanê ya ku navenda bajarê Idlibê hejand. [Wêne ji Usama Qenber hatiye wergirtin]

Hejmara mirîyên teqîna siwareya bombekirî ya şeva Şemîyê (12ê Gulanê) li bajarê Sûrî yê Idlib berdewam bilind dibe, herî kêm 28 mirî û gelek birîndar, Rewanga Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Herî kêm pênc sivîl û deh endamên hevbendîya Tehrîr el-Şam di nav mirîyan de hebûn, li gel heşt kesan tawanbar bûn ku endamên "Dewleta Îslamî" bûn, Rewangehê got.

Li gorî birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman, siwareyeke bombekirî dadgeheke ku Tehrîr el-Şam li Idlibê ava kiribû kire armanc, cihê ku endamên gumanbar ên DAIŞê lê hatine girtin, AFP ragihand.

Teqîna li navenda bajarê Idlibê ya dawî ye di zincîra teqînên li derdora bajar. Ziyanên mezin gihande semyanan, bi taybet nexweşxaneya parêzgehê, ya nema dikare xizmetê pêşkêş bike, govanan ji Diyaruna re got.

Kakerên berevanîya sivîl ên Sûrî û xwebexş li kesên birîndar li jêr molozên avahîyên di teqîna şeva şemîyê (12ê Gulanê) hatî xwarê digerin, teqîna ku navenda bajarê Idlibê hejand. [Wêne ji Usama Qenber hatiye wergirtin]

Kakerên berevanîya sivîl ên Sûrî û xwebexş li kesên birîndar li jêr molozên avahîyên di teqîna şeva şemîyê (12ê Gulanê) hatî xwarê digerin, teqîna ku navenda bajarê Idlibê hejand. [Wêne ji Usama Qenber hatiye wergirtin]

Di daxuyanîyekê de, Yekîtîya Rêxistinên Guhdana Bijîşkî û Hewarçûnê got ku siwareyeke bombekirî derdora saet 8:50 êvarî Şemîyê teqiya, kêmî 25 mitran dûrî Nexweşxaneya Parêzgeha Idlibê.

Du ji stafa bijîşkî di nav mirîyan de bûn û bêtir ji 25 kesan birîndar bûn, daxuyanîyê got.

Teqîna mezin navçeya Kesîh a nîzîkî nexweşxaneyê û Koşka Dadmendîyê hejand, Usama Genber, berdestîkek e li nexweşxaneya parêzgehê, ji Diyaruna re got.

Ligel xisarên mirovî, teqînê ziyaneke mezin gihande semyanan, moloza çêbû bû sedema girtina rê, wî got.

Nexweşxaneya parêzgehê dervey xizmetê ye

Gelek ziyan giha nexweşxaneya parêzgehê ji ber ku teqîn di debersgeha wê de qewimî, Qenber got, û anî ser ziman ku hundirê wê hat wêrankirin, û odeya dermankirinê û ya şûştina gurçikan û hin alavên deqîq ên din nema dikarin werin bikaranîn.

Diyar e ku teqîn ji ber teqîneke bidestçêkirî çêbû, ya xistibûne hundirê siwareyeke li nêzî derbasgeha nexweşxaneyê sekinîbû, wî got.

Hejmareke mezin ji xelkên birîndar ji bin molozan hatin rizgarkirin, berevanîya sivîl ya Sûrî bêtir ji sê saetan kar dikir da ku çar mêrên asê mabûn rizgar bike, wî got.

Hin birîndar di rewşeke alozdar û guhêzbar de ne û emelîyatê ji wan re çêdikin li nexweşxaneyin di li deverê, Qenber anî ser ziman.

Qenber got ku teqîn ne surprîz bû ji xelkên bajar re, ji ber pêleke ji teqînan li deverê çêbûn -- bêtir ji 50 teqînan di mehekê de.

Ev Êrîş berdewam diqewimin tevî tedbîrên ewlekarî ji alîyê Polîsê Azad ê Idlibêû komên opozîsyonê ve, wî got, û anî ser ziman ku ew kesayetên şekdar û çalakvanan dikin armanc, lê gelek çalakvanên bêgunih hatine kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500