Şênîyên Enbarê yên deng dan di hilbijartinên parlemanî yên Îraqî de yên Yekşem (12ê Gulanê) li dar ketin gotin wan deng da bo guhertin pêk were, û mafên xwe yê dengdanê weke serkeftineke din li ser "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bi nav kir.
Hilbijartinên niştîmanî tên di demekê de ku hêvî bi şermînî serê xwe ji Îraqê re der dixe piştî pênc mehan ji serkeftina li ser DAIŞê. Enbar dawîn parêzgeha Îraqê bû ku ji rêxistinê hat rizgarkirin.
Rêjeya dengdanê 38% bû li seranserê parêzgehê, birêveberê Ofîsa Hilbijartinan li Enbarê, Saed Îsawî, di konferansekî rojnamevanî de, got.
Hêzên ewlekarîyê bi awayekî serkeftî pilana parastina navendên dengdanê û dengder birin serî, lîwa Saed Haris, fermandarê operasyonan li rojhilatê Enbarê got.
Bêkarekî ji şênîyên Enbarê bi navê Dulêmî ji kesên ku nunertîya wî dikin xizmeteke pirtir dixwaze.
"Em kesekî divin ku dê bi me re rast be ne kesekî ku bi tenê samanê xwe yê kesayetî zêde bike," kesê 27-salî ji AFP re got.
Silav!
BERSIV BIDE2 KOMÊNT
Haha
BERSIV BIDE2 KOMÊNT