Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî 5 serkêşên DAIŞê digrin di operasyonekê de li Sûrîyê

Stafa Diyaruna

Hêzên Îraqî cihekî li nêzî Sînorê bi Sûrîyayê re digrin roja 4ê Mijdara 2017an piştî derxistina DAIŞê ji bajarokê sînorî yê Qaimê berî wê bi rojekê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Hêzên Îraqî cihekî li nêzî Sînorê bi Sûrîyayê re digrin roja 4ê Mijdara 2017an piştî derxistina DAIŞê ji bajarokê sînorî yê Qaimê berî wê bi rojekê. [Ehmed Rubeyî/AFP]

Di operasyonekê de li nav xaka Sûrîyayê, hêzên Îraqê pênc serkêşên payebilind ên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girtin, Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqî îroj Înê (11ê Gulanê) ragihand.

"Li gorî arastayên Serokwezîrê Îraqî Heyder Ebadî, û bi hevahengî ligel Ajansa Hewalgirî ya Îraqî, operasyoneke mezin a baş pilankirî hat pêkanîn," berdevkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl got.

Wî got ku pênc serkêşên DAIŞê ên ku cih girtin di êrîşên Mûsil û Enbarê de hatin girtin di êrîşeke li derveyî sînor de ku hêzên Îraqê pêk anîn.

Resûl eşekere kir ku yek ji girtîyan Sedam Omer Yehya Cemal e, yê ku bi navê Ebû Ruqeya Ensarî tê naskirin, yê ku berpirsiyarê tiştê jê re tê gotin Wîlayeta Ferat û wî herwiha wekî fermandarê meydanî yê Lîwayê Şerqîyayê xizmet dikir.

Ev skrînşota ji vîdyoyekê ye ku çepera ''Dewleta Îslamî'' ya li Sûrîyayê ku ji alîyê balafirên şer ên Îraqî ve hatiye armanckirin roja 19ê Nîsanê. [Wêne ji Navenda Agahîyên Ewlehî yên Îraqî hatîye wergirtin]

Ev skrînşota ji vîdyoyekê ye ku çepera ''Dewleta Îslamî'' ya li Sûrîyayê ku ji alîyê balafirên şer ên Îraqî ve hatiye armanckirin roja 19ê Nîsanê. [Wêne ji Navenda Agahîyên Ewlehî yên Îraqî hatîye wergirtin]

Mehemed Husên Hedar, yan "Ebû Sêf Şaitî", mîrê ya jê re tê gotin Sektorê Meyadîn e, û Îsam Ebdul Qadir Aşûr Zewbeyî, yê ku bi navê Ebû Ebdul Heq Îraqî tê naskirin, mîrê Firqeya Fetih bû.

Omer Şehab Hemed Kerbûlî, herwiha bi navê Ebû Hafiz Kerbûlî tê naskirin, mîrê hewalgirîya Wîlayeta Ferat e û endamekî payebilind e di Sektora Meydaîn de.

Îsmayîl Elwan Selman Eysawî, herwiha bi Ebû Zayid Îraqî tê naskirin, alîkarekî Ebû Bekir Bexdadî bû û serokê komîteyekê bû ku li ser pirtûkên rêbazî yên dibistanê li deverên li jêr kontrola DAIŞê disekinî.

''Agahîyên hewalgirî yên hûrgilî''

''Ew li xaka Sûrîyayê, li ser sînorê Îraqî hatin girtin, di operasyoneke baş pilankirî de li gorî agahîyên hewalgirîyê,'' Resûl got.

''Lêpirsînên bi wan re hatin kirin agahîyên hûrgilî anîn holê, û li gorî wanêrîşeke asmanî hat pêkanîn, êrîşa ku komîsyona şer a DAIŞê kir armanc, û dora 40 serkêşên bilind ên DAIŞê kuştin," wî got.

Di nav wan de Umer Abid Hemed Fehdawî, herwiha bi navê Tariq Fehdawî tê naskirin, mîrê komîsyona şer; Ebû Welîd Sinawî,walîyê hukmên Şamê ; Ebû Îslam Kurdî, serokê ewlekarî yê Şamê; û Ehmed Yehya Zêdan, ku bi navê Ebû Hesen Eskerî tê naskirin, emîrê serbazî yê Wîlayeta Firatê.

Fermandarîya Operasyonên Hevbeş a Îraqêendamên DAIŞê li nava Sûrîyayê kirin armanc di hefteyên borî de, û ajansên ewlekarî yên Îraqî yên din kontrola xwe qayim kirin li ser sînorê herdu welatan bo nehiştina derbasbûyîna bi dizî.

Roja 19ê Nîsanê, firokeyên şer ên F-16 ên Hêza Asmanî ya Îraqî çeperên DAIŞê kirin armanc, û 36 kes ji endam û fermandarên rêxistinê kuştin

Hêzên Îraqî herwiha ewlehîyê qayim dikin bi dirêjahîya zincîra sînorî ya di navbera Sûrîya û Îraqê de da ku rê li pêşîya paşmayîyên DAIŞê bigirin ku bi dizî derbas bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Destxweş!

BERSIV BIDE

Bilez

BERSIV BIDE

We qenc kir!

BERSIV BIDE

Sosret e!

BERSIV BIDE