Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq amade ye bo pêkanîna planeke ewlekarî di hilbijartinan de

Xalid Ta´î

Leşkerekî Îraqî li dervey dibistanekê li parêzgeha Diyalayê cih girtiye, dibistana ku dê weke navendeke dengdanê be di hilbijartinên parlemanî yên tên roja 12ê Gulanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatîye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî li dervey dibistanekê li parêzgeha Diyalayê cih girtiye, dibistana ku dê weke navendeke dengdanê be di hilbijartinên parlemanî yên tên roja 12ê Gulanê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê hatîye wergirtin]

Amadekirin bo misogerkirina ewlehî di hilbijartinên parlemanî de hatine bidawîkirin, berpirsyaran ji Diyaruna re got, ev yek di rêya planeke ewlekarî li hemû parêzgehan dê were danîn daku berpirsyarîyên taybet werin terxandin bo ajansên ewlekarî yên cihêreng.

Li parêzgeha Diyalayê, amadekirinan zû dest pê kir daku navendên hilbijartinê û deverên derdora wan ewle bikin, berdevkê polîsê Diyalayê Eqîd Xalib Etîye, got.

"Têkilî berdewam e" bi Wezareta Kar Hundir, Komisyona Hilbijartinê û ajansên ewlekarî re daku planê cîbicî bikin, wî ji Diyaruna re got.

"Karmendên polîs dê berpirsyar bin ji misogerkirina navendên hilbijartinê herwiha rêyên ku diçin wan navendan," wî got.

Artêş û ajansên istixbaratan dê piştgirîya polîs bikin, ew dê li derdora 460 navendên hillbijartinê li parêzgehê belav bibin û wan ji çi gefên hebin biparêzin, wî got, herwiha ew dê piştgiîyeke asmanî û persivdana lezgîn ji çi bûyera biqewime re dabîn bikin.

Operasyonên parêzî

Hêzên Îraqî êrîşên parêzî li dijî bermayîyên DAIŞê di van hefteyên dawî de zêde kirin da ku çi planên gengaz ên dibe ku hilbijartinan bikin armanc têk bibin, Etîya Got.

"Divan hefteyên dawî de, me operesyonê lêgerînê yên berfereh li deverên cuda cîbicî kirin û me karîbû ne kêmî 30 tekekesên tên xwestin bo gunehên tawanbar û terorîst bigirin," wî got.

Herwiha veşartgehên çek û cebirxaneyan di erîşan de hatin wêrankirin.

Roja Yekşemê (6ê Gulanê), hêzên Îraqî du "terorîstên xeternak" li parêzgeha Diyalayê girtin, yek ji wan "berpirsyarê îdarî bû ji wîlayeta Diyalayê" re, berdevkê wezareta berevanîyê liwa Tehsîn Xefajî, got.

Ew ji alîyê hêzên Birêveberîya Istixbaratên Serbazî ve hatin girtin û wî ew birin veşartgeheke veşartî ku mêjereke mezin ji çek û pêdivîyan tê de hebûn, Xefajî ji Diyaruna re got.

Hêzên ewlekarîyê tevlî rahênanên zêde bûne da ku asta amadekirin xwe û şîyana xwe bo parastina hilbijartinan qayim bikin, Etîya got.

Gefên DAIŞê yên dawî ku ew dê hilbijartinan bikin armanc xismetê dikin ku "tenê ku tirsê belav bike", wî got.

"Endamên terorîst aniha gelekî lawaz in ku ti êrîşên mezin pêk bînin," wî got, wî piştrast kir ku "hêzên ewlekarî li gor erk in û ew dê derfetê nedin terorîstan ku ku armancên xwe cîbicî bînin".

Gefên DAIŞê ne tiştek in ji bilî ku ew "karekî bêhêvîtîyê diyar dike", endamê encumena parêzgeha Nînewayê Xelef Hedîdî got, wî nîşan da ku rêxistin "beşke ji dema bûrî" û tiştekî wê nemaye ji bilî propegandaya wê ya vala.

"Hêzên me bi awayekî baş amadekirî ne da ku hilbijartinan biparêzin li gor planeke biawayekî baş hatiye danîn," wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku bêtir ji 125 navendên dengdanê li Nînewayê dê bi "du kemerên ewlekarî" werin dorpêçkirin.

"Kemera yeke ji polîsê xwecihî pêk tê û ya duwem ji artêşê," wî got.

Korîdor hatin vekirin da hêsan bikin ku xelk bigihin navendên hilbijartinan û xalên pêşkinînê hene da ku nehêlin binpêkirinên ewlekarî çêbibin, wî got, wî not kir ku hêzên ewlekarî dê li dervey navendên hilbijartinan bimînin di dema proseya denganê de.

"Pêşerojeke geştir" ji Îraqê re

Parêzgeha Enbarê "bi temamî amade ye" ku hilbijartinên parlemanî li dar bixe, endamê encumena parêzgehê Neîm Kiûd ji Diyaruna re got.

Plana ewlekarî bo parêzgehê operesyonên parêzî dihewîne da ku biyabana Enbarê ji şaneyên bermayîyên DAIŞê werin paqijkirin û ewlekarîya sînor qayim bikin da ku nehêlin hewldanên derbasbûna bi dizî ji Sûrîyayê şêbibin, wî got.

Hêzên ewlekarî di astteke bilind ji hişyarîyê ne li bajar û bajarokên Enbarê, wî got, "pasvanî û xalên pêşkinînê hene, herwiha operesyonên çavdêrî û sehkirinê da ku şaneyên razayî bibînin".

"Amadekirina ewlekarî bo hilbijartinan ji alîyê pêdivî û hêzan ve hatin cîbicîkirin," wî anî ziman, wî not kir ku hêzên ewlekarîyê rahênan wergirtine derbarê çawa bi rewşên lezgîn re bidin û bistînin û bersivê ji gefa heyî re bikin.

"Hilbijartinên tên dê pêşerojeke geştir ji welat re xêz bike," kiûd got, wî piştrast kir ku DAIŞ dê derfetê nebîne ku demjimêrê vegerîne paş û "Îraqî dê bi pêş de bimeşin da ku demokrasîya xwe ava bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500