Nûçeyên Iraqê
Hilbijartin

''Dengdana taybet'' a hilbijartinên Îraqî bo karmandên serbazî û koçberan dest pê dike

Xalid Ta'î

Leşkerekî Îraqî navendeke dengdanê li Nînewayê diparêze, navenda ku derîyên xwe bo karmandên serbazî vekirin roja Pêncşemê (10ê Gulanê). [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerekî Îraqî navendeke dengdanê li Nînewayê diparêze, navenda ku derîyên xwe bo karmandên serbazî vekirin roja Pêncşemê (10ê Gulanê). [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Dora milyon leşeker, polîs û karmendên din ên ewlekarîyê dengê xwe dan li seranserê Îraqê îroj Pêncşemê (10ê Gulanê) di yekemîn hilbijartinên niştîmanî de ji dema ku dewletê serkeftina li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ragihand.

Serbaz bi cilên xwe yên serbazî li pey hev xwe rêz dikin bo dengê xwe bidin di dengdaneke taybet de ku du rojan berî dengdana giştî dest pê dike di çarçoveya hilbijartinên parlemanî de yên biryar e Şemîyê bin, AFP ragihand.

Dora 492 navendan dergehên xwe vekirbûn bo dengderên serbazî ji demjimêra 7 sibehê bo 6 êvarî ji îro Pêncşemê, endamê Komîsyona Bilind a Serbixwe a Hilbijartinan a Îraqê, Hazim Rudênî, got.

Zêdetir ji 940,000 endamên polîs, artêşê û Pêşmerga karin dengê xwe bi din di roja dengdana taybet de, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Polîsekî Îraqî datayên xwe nû dike berîya hilbijartinên parlemanî yên Îraqê yên ku Pêncşemê (10ê Gulanê) bo endamên serbazîyê hat destpêkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Polîsekî Îraqî datayên xwe nû dike berîya hilbijartinên parlemanî yên Îraqê yên ku Pêncşemê (10ê Gulanê) bo endamên serbazîyê hat destpêkirin. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Wî got ku dengderên Îraqî yên li derve dijîn dikarin dengên xwe rojên Pêncşemê û Înê bidin.

Komîsyonê dora 70 navendên dengdanê vekirine li 21 welatan bo rê bidin 850,000 dengderên Îraqî yên navên wan tomarkirî ne ku dengê xwe bidin.

Komîsyon aniha di hişyarîyeke bilind de ye bo misogerkirina serxistina proseya dengdanê li welat û li derve, Rudênî got. "Me hemû amadekarîyên teknîkî û lojistî qedandine bo piştrastbûn ku dê dengdayîn bi rehetî biçe serî."

"Sîstemeke eleketronî bo cara yekemîn ketiye xebatê de bo peydakirina asta herî bilind ji rastgoy, şefafî û destpakî," wî got.

Wî got ku her karteke hilbijartinê ya eleketronî wêne, pencemohir, û herwiha datayên kesan ên dengder vedihewîne, ev yek jî dê misoger bike ku tu destkarî çênabin.

"Mekanîzmeke jimartinê, cudakirinê û lêhûrbîna ji kaxezên hilbijatiran jî heye bi rêyên eleketronî yên ku dê rê bidin me ku em encamên hûr bi dest bixin û rê li ber sextkarîyan bigirn," wî got.

Dora 245,000 karmend hatine rahênankirin ji aliyê komîsyonê ve li ser rêxistin û rêvebirina dengdana giştî û ya taybetî.

Ev çaremîn hilbijartinên parlemanî ne ji 2003an ve û yên yekemîn in pişt serkeftina li dijî DAIŞê.

Bêhtir ji 7,000 kandîdan 320 lîste, pêgehên siyasî û hevbendîyan pêk tênin.

Hêvîya bi guhertinê

Li Mûsila birîndar, a ku berê asêgeha DAIŞê bû û Tîrmehê hat vegerandin piştî çend mehan ji şerê kolanan, polîs Renan Xalîd got ku ew dixwaze ku nûavakirin berîtîya yekem be.

Ez bo pêşeroja malbata xwe deng didim, bo kesên baş cihên guncan bigirin," Xalidê, 25-salî, yê cilê şîn ê polîs li xwe dikir got.

Li dibistanekê li navenda Bexdayê ku navendeke dengdanê ye, polîs û endamên zîrevanên serokatîyê rawestiyayî ne bo dengê xwe bidin.

Rêkarên ewlehî tund in piştî gefên DAIŞê, dengder çend caran dihatin pişkinînkirin berî ew derbasî cihên dengdanê bibin.

Endamekî hêzên taybet ê bi navê Ehmed Qasim ji AFP re ragihand ku wî dengê xwe bo wî kandîdî da yê ku "dê alîkarîya hejaran bike û şerê gendelîyê bike".

"Tiştê herî girîng ew e ku xelk nûnerên xwe û kesê ku dê bibe serokwezîr hildibjêrin," kesê 38-salî got.

Li başûrê bajarê Besrayê, polîs û serbaz ji navendên dengdanê derdiketin û pencên xwe yên şûna hibira şîn bilind dikirin wekî nîşan ku wan dengê xwe daye.

Polîsê trafîkê bi navê Hesen Mihemed got ku ew dixwaze "guhertin" pêk were û hêvî kir ku dê "hikûmeta nû pêşerojeke baştir ji mer peyda bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500