Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Şamê nerehetî piştî teqînên kujêner

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hin şînîyên Şamê rawestîyane li cihê teqîna roja Çarşemê (9ê Gulanê) li Qada Meysat li Şamê, ku tê de çar kes hatin kuştin û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Hin şînîyên Şamê rawestîyane li cihê teqîna roja Çarşemê (9ê Gulanê) li Qada Meysat li Şamê, ku tê de çar kes hatin kuştin û zêdetirî 20 kesan birîndar bûn. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Çar kes hatin kuşrtin û zêdetirî 20an birîndar bûn roja Çarşemê (9ê Gulanê) di du teqînên li pey hev li paytexta Sûrîyayê Şamê ku li qadeke giştî pêk hatin ku hertimî bi sivîlan mişt e.

Êrîş hat di demekê de ku pevçûnên giran didomin di navbera rejîma Sûrîyê û milîsên hevalbendê wê li aliyekî û "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li aliyekî din li nêzî kampa penaberê Felestînî ya Yermûkê, li başûrê paytextê.

Karmendekî hikûmetê yê bi navê Heysem Hedad, 40- salî, yê ku li cihê karê xwe bû li Wezareta Ewqafan li nêzî cihê teqînê ji Diyaruna re ragihand ku alozî û nerehetî li Şamê belav bûye piştî bûyerê.

Wî got ku hejmareke mezin ji endamên polîs, artêş û asayîşên bi cilênmedenî piştî êrîşa teqîner belav bûn, êrîşa ku demjimêr 11:25 şeva Çarşemê qewimî li Qada Meysat li taxa Mercê.

Hêzên Sûrî paşmahîyên otombîleke ku Çarşemê (9ê Gulanê) teqiyabû dikşênin li Qada Meysat li Şamê. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Hêzên Sûrî paşmahîyên otombîleke ku Çarşemê (9ê Gulanê) teqiyabû dikşênin li Qada Meysat li Şamê. [Wêne di medyaya civakî de belavbûye]

Êrîş li pêşîya qehwa Wimpî qewimî, li nêzî Wezareta Ewqafan.

Raportên despêkî dibêjin ku çar sivîl hatine kuştin û zêdetirî 20 kesan birîndar bûne, hinek ji wan bi giranî.

Duyem teqîn li heman deverê

Taqîneke duyem, tê payîn ku ji ber bi sedema rokêtekê ye, li Burcê Bazirganî yê Şamê li heman deverê da, lê bi tenê ziyanên madî çêkirin.

Hedad da zanîn ku raportên vajî hev li dor sedema teqînê hebûn, di demekê de raportên fermî destpêkê gotin ku du rokêt li deverê ketine, paşê raportan got ku otombîleke bomberêjkirî ya bombeyeke bidestçêkirî hatiye teqandin.

Piştî otombîl teqîya, parçeyên wê li cihê teqînê belav bûn.

Wî got ku agir girt baseke dibistanê ya weset, û li gorî agahîyan ajokar hat kuştin.

Wî got, li gorî jêderên xwecihî, "teqîn pêk hat dema xwendekar ji fêrgehekê derdiketin li deverê, û mamostayekî bîrkarî hat kuştin û hejmarek ji xwendekaran birîndar bûn".

"Paşmahîyên rokêtan îfade dikin ku rokêt li deverê hatine sazkirin," wî got, wî da zanîn jî ku tê xuya ye ku agir ji Hecer Eswedê li nêzî kampa Yekmûkê hatiye, cihê ku DAIŞê ligel rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê di pevçûnan de ye.

Wî got jî ku rokêt ketin xwarê di heman demê de li taxa al-Zehra el-Cedîda li Şamê beyî ketina tu qurbanîyan.

DAIŞ "rokêtên li ser paytextê car car dibarîne" ji 19ê Nîsanê ve, piştî hêzên ser bi rejîmê pevçûnên xwe li dijî rêxistinê dijwartir kirin, serokê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, Ramî Ebdil Rehman ji AFP re ragihand.

Rejîmê çavên xwe danîye ser Yermûkê û deverên li nêzî wê piştî girtina asêgeha berê ya opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, dikeve rojhilatê paytextê, meha borî.

Êrîşên asmanî bi şev li nêzê Şamê

Hevdem, êrîşên asmanî yên Îsraîlî bi şev li ser çendîn deverên Sûrîyê herî kêm 23 leşkerên Sûrî û çekdarên ser bi rejmê ve kuştin, AFP Pêncşemê ragihand.

Artêşa Îsraîlê got ku wê li bi dehan armancên serbazî yên Îranî li Sûrîyê dan di êrîşên tolhildanî de, piştî ku dora 20 rokêt ji aliyê Sûrîyê arasteya hêzên wê hatin kirin nîvê şevê li Bilindahîyên Colan yê dagirkirî.

Wê hêza Quds ya girêdayî Îranê bi avêtina roketan tawanbar kir.

Dora 28 balefirên şer ên Îsraîlî di êrîşan de beşdar bûn, wan dora 70 roket avêtin.

Deverên nêzîkî Şamê herwiha deverên li ortê û li başûr û rojavayê welat di nav deverên hatin armanckirin de bûn, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500