Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rejîma Sûrî şerê DAIŞê dike li kampa Yermûkê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Piştgirî ji Şamê ber bi Hecer Eswedê ve diçin daku refên hêzên rêjîma Sûrî di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" li deverê û li kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê qayim bikin. [Wêne ji Beha Sahilî hatye wergirtin]

Piştgirî ji Şamê ber bi Hecer Eswedê ve diçin daku refên hêzên rêjîma Sûrî di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" li deverê û li kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê qayim bikin. [Wêne ji Beha Sahilî hatye wergirtin]

Şerê dijwar îro Duşemê (7ê Gulanê) li derdora kampa Yermûkê ya penaberên Felestînî li başûrê Şamê di navbera rejîma Sûrî û "Dewleta Îslamî" de.

Artêşa Sûrî û milîsên Lîbnanî, Felestînî û Sûrî yên hevbend bi DAIŞê re şer dikirin li Yermûkê û taxa Hecer Eswedê ya hevtixûbji nîvê Nîsanê ve, çalakvanê xwecihî Beha Sahilî ji Diyaruna re got.

Wî got ku mûşek û êrîşên asmanî berdewam in li ser çeperên milîsan li van deveran, û herdu alî rastî xisarên mezin tên di van saetên dawî de.

"Xesarên mezin hebûn ji ber herdu dever tev li hev in, ev yek dihêle ku ew rû bi rû şer bi hev re dikin." Sahilî got.

Bas li deverekê li başûrê Şamê civiyane bendewarîyê dikin bo çekdarên opozîsyonê biguhêzin beşine din li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Beha Sahilî hatye wergirtin]

Bas li deverekê li başûrê Şamê civiyane bendewarîyê dikin bo çekdarên opozîsyonê biguhêzin beşine din li bakurê Sûrîyayê. [Wêne ji Beha Sahilî hatye wergirtin]

wî got ku bêtir ji 30 leşkerên Sûrî û milîsên hevbendên hatin kuştin di van her 36 demjimêrên dawî de.

DAIŞê gelek leşkerên rêjîmê girtin û îlan kir ku wê du kesên ku di şerê li Hecer Eswedê li dar girtibûn îdam kirin.

Bi weşandina wêneyên îdamkirinê, Sahilî got, "diyar e DAIŞ hewl dide ku tirsê di nav refên kesên êrîşî wê dikin belav bike, ew dide xuyakirin yan ew dê di şer de werin kuştin yan jî dê werin îdamkirin eger ew werin girtin".

Wêneyên li ser Înternetê hatin weşandin diyar kirin ku qurbanî kicên pirteqalî li xwe dikin -- işareta rêxistinê ye nîşan dike ku ew dê werin îdamkirin.

Êrîşên gerîlatî

Hêzên rêjîmê hewl didin ku lingê DAIŞê ji Yermûk û Hecer Eswedê qut bike û heftîya bûrî wan karîbû di navbera herdu deveran de qut bikin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Lê DAIŞê êrîşeke dijber kir di dawîya heftîyê de û careke din ew rê vekir, AFP ragihand.

"Operasyonên rev û êrîşê berdewam bûn ji wî çaxî ve, 31 yek ji hêzên rêjîmê huştin, piranîya wan di kemînan de," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got.

"Rêjîm ji wî çaxî ve hêdî hêdî bi pêş ve diçe, cih li hin dever û avahîyan digire, lê ti pêşketina stratîjî ji roja Şemîyê ve çênebûye," wî got.

Hêzên rêjîmê kontrola 60% ji Hecer Eswedê dikin, lê hîn DAIŞ kontrola bêtir ji 80% ji Yermûkê dike.

Di nîvê teşenekirina şerê tund de, proseya derxistina çekdarên opozîsyonê li başûrê Şamê berdewam e, Sahilî got.

Wî got ku nofekî çarem di kerwaneke ji 33 basan roja Yekşemê derket, pêşbînî heye ku proseya derkirinê roja Sêşemê bi dawî bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500