Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Kerkûk daxwaza qayimkirina ewlehîyê dike di demekê de ku hilbijartin nêz dibin

Xalid Ta'î

Hêzên Polîsê Federal ê Îraqî operasyoneke ewlekarî pêk tênin li Hewîcayê, li başûrê rojavayê Kerkûkê, di çarçoveya lêgerîna li veşargehên ''Dewleta Îslamî''. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Hêzên Polîsê Federal ê Îraqî operasyoneke ewlekarî pêk tênin li Hewîcayê, li başûrê rojavayê Kerkûkê, di çarçoveya lêgerîna li veşargehên ''Dewleta Îslamî''. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal hatiye wergirtin]

Deh roj ji hilbijartinên parlemanî li Îraqê mane, hêzên Îraqî jî pêngavên ewlekarî li parêzgeha Kerkûkê zêdetir dikin bo nehiştina endamên mayî yên "Dewleta Îsalmî" (DAIŞ).

Hêzên hevbeş ên artêşê û Polîsê Federal roja Sêşemê (1ê Gulanî) operasyoneke yek-rojî dest pê kir bo armanckirina paşmahîyên DAIŞê yên veşartî li Hewîcayê, li başûrê rojavayê Kerkûkê.

Bikarkirin li ser agahiyên hewalgirî yên hûr li dor hebûna molgehên DAIŞê li Hewîcayê, hêzên hevbeş veşargehên rêxistinê kirin hedef li gundên Udêba û Şerefî, û destên xwe deynin ser çek û cebilxaneyan.

Wan herwiha tunelên zar ên ku tundrûyan ew kolandibûn bo ew tevgerên li derdorê bikin wêran kirin.

Hêzên Polîsê xwecihî herwiha heft kesên bi sûcên terorê dihatin xwestin girtin di her du heftîyên borî de, serokê polîsê Kerkûkê, emîd Elî Kemal Ebdul Rezaq ji Diyaruna re got.

Wî got ku ew li ser rêbendan hatin girtin dema ew derbasî bajarê Kerkûkê dibîn, û wan pilan dikin ku êrîşan berîya hilbijartinan pêk bînin.

Xebatên Hevbeş

"Polîsê kerkûkê xebatên xwe hevawaz dikin li gel Ajansa Dijî Terorê, Polîsê Federal û artêşê bo parastina aramîyê li parêzgehê," Ebdul Rezaq got.

"Em mîna laşekî kar dikin bo ewlekirina Kerkûkê û rawestandina her gefeke terorîst li dijî xelkê parêzgehê, yên ku hazirîya 12ê Gulanê dikin bo beşdarîyê bikin di hilbijartinên niştîmanî de," wî got.

Wî got ku pêngavên ewlekarî li dijî xetên germ ên terorîstan dewam dikin, bi taybetî li gundan û li bajarokê Hewîcayê.

"Dema operasyonek diqede, ya pişte tê destpêkirin bo tu derfetê ji milîtanan re nehîlin ku henaseyê bistînin û xwe ji nû ve bi rêxistin bikin," wî got.

Wî got ku hêzên ewlekarî li her deverê cih girtine, û wî da zanîn ku kampanyayên hilbijartinê xweş diçin pêş bi saya van xebatên ewlehî.

Dora 323 navendên dengdanê li seranserê Kerkûkê hatine vekirin di çarçoveya hazirîya bo roja hilbijartinê.

Navend û deverên li derdora wan bi giranî tên zêrevanîkirin bo xwedûrkirin ji her xwe dizekirineke ewlehî di dema prosesa dengdanê de, Ebdul Rezaq got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500