Nûçeyên Iraqê
Civak

Xwebexş 25 malan li rojavayê Mûsilê ji nû ve av dikin

Ala Husên li Bexdayê

Kemyonek nîşanekê raber dike, nîşana ku kampanyayekê îlan dike, ya xwebexş hêvî dikin ku di rêya wê re 1,000 malan li rojavayê Bajarê Kevin ê Mûsilê ava bikin. [Wêne di medyaya civakî hatiye belavkirin]

Kemyonek nîşanekê raber dike, nîşana ku kampanyayekê îlan dike, ya xwebexş hêvî dikin ku di rêya wê re 1,000 malan li rojavayê Bajarê Kevin ê Mûsilê ava bikin. [Wêne di medyaya civakî hatiye belavkirin]

Xwebexşan gelekî kar kirin daku malên ziyandar li rojavayê Mûsilê saz bikin û ji nû ve ava bikin ji bo ku nişteciyên bêwar karibin vegerin, berpirsyarên xwecihî got.

alîyê rojavayî ji bajarê parêzgeha Nînewayê rastî ziyanên dijwar hatji ber şerên sala bûrî de bo derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) û kêmbûna temwîlê projeyên hikûmetê yên nûavakirinê dereng hiştin.

"Kampanya armanc dike ku 1,000 malan ji eslê 11,000 yekîneyên niştecihî yên li deverên cuda ji rojavayê Mûsilê hatin wêrankirin ji nû ve ava bike," kordînatorê kampanyayê Diya Tahir ji Diyaruna re got.

Hewldanên nûavakirinê dê giranîyê bidin malên malbatên xwedî mûçeyên kêm yên ku nanderên wan ji dest wan çûne, wî got.

"Ev malbat bûne barek li ser milê civaka Mûsilê, ji ber wan krîzeke heqîqî li rojhilatê Mûsilê ya kêm ziyankirî çêkiriye," wî got, wî not kir ku vê yekê organîzerên kampanyayê han dan ku li "çareserîyên ji bigehê ji vê krîzê re" bigerin.

Di qonaxa yekem ji kampanyayê, xwebexşan 25 mal li devera Bab Lekşê ji nû ve ava kirin, bi piştgirîya malî ji alîyê niştecîyên li parêzgehê yên dikarin hevparîyê bikin, Tahir got.

Di destpêkê de, wan giranî da deverên ziyankirî, wî got, di nav de Bab Lekş û Bab Cedîd û ew dûrî deverên ku hîn mayînên neteqiyayî hene û heta laşên çekdarên DAIŞê hîn li jêr molozan in dikevin.

Alîkarîkirina vegera niştecîyan

"Armanca seretayî ji însyatîfê ew e ku alîkarîyê bi xelkê re bikin da ku vegerin malên xwe û dawîyê ji bêwarîya wan re deynin," Yasir Mûsilî, endamekî komîteya kargêr ya însyatîfê, got.

Ev tê wateya ku xwebexş di karê xwe de giranîyê didin malên ku kêmî 50% hatin ziyankirin, wî got, ji bo karibin hejmara herî mezin ji malan ji nû ve ava bikin bi lêçûna herî kêm ya gengaz.

"Piranîya halatan, lêçûna nûavakirina malekê nagihe bêtir ji mîlyonek dînarê Îraqî (800$)," wî got, wî not kir ku di rewşên ku lêçûn bilindtir be, dê ji doneran were xwestin ku hevparîyê bi mêjereke zêde bikin.

Di qonaxa duyem de dê were dîtin ku xwebexş di karên nûavakirina 50 malên din de li navçeya Bab Cedîdê beşdar dibin, wî anî ser ziman.

Xebatên nûavakirinê dê berdewam bin

Parêzerê Mûsilê Zuhêr Erecî hewldana xwebexş piroz kir, dema ew nerazî bû ji ber hikûmeta federal dana sîgorîkirina malî bo niştecîyên bajar ên malên wan ji ber şer hatin ziyankirin dereng hişt.

Ev niştecî hîn li hêviya sîgorîkirinê ne, wî ji Diyaruna re got, tevî ku "wan xwestekên wergirtina sigorîkirinê û daxuyanîyên ku ziyanên gihiştine malên wan diyar dikin, daxuyanîyên ku bi hûrayî asta ziyana giha malên wan temam kirine".

Hikûmeta Nînewayê ya xwecihî tiştê jê tê xwestin kir di warê ji nû ve destpêkirina operesyonên li îdara xizmetguzarîyan û tewzîfa karmendan, wî got.

Ji ber ku temwîla federal dereng ma, "gelek welatî li hêviya kampanyaya hikûmetê bo nûavakirinê neman ku dest pê bike û wan bi xwe dest binûavakirina mal û dikanên xwe kir", wîgot.

Ev yek "vîna wan ku bajarê xwe vejînin" destnîşan dike û hevgirtina civakî di nav civaka Mûsilê de diyar dike, wî got, wî pesnê hewldanan da yên ji alîyê niştecîyên tekekes û xwebexşên kampanyayê ve û donerên ku piştgirîya wan dikirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500