Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Bajarê geştyarî li Gola Hebanîyayê ya li Enbarê careke din vedibe

Sêf Ehmed li Enbarê

Geştyar ji Enbar û seranserê Îraqê tên bajarê geştiyarî li Gola Hebanîyayê da ku bi cew û çalakîyên kêfxeşîyê şa bibin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Geştyar ji Enbar û seranserê Îraqê tên bajarê geştiyarî li Gola Hebanîyayê da ku bi cew û çalakîyên kêfxeşîyê şa bibin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Bajarê geştyarî li ser kenarên Gola Hebanîyayê li parêzgeha Enbarê careke din li pêşîya seyranyaran vebû piştî ku ev çar sal bûn hatibû girtin, dema ku malbatên ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) aware bûbûn tê de bi cî bûbûn.

Awareyên ji ber DAIŞê xwe li havîngehê girtin, dema ku hêzên Îraqî şer dikirin daku rêxistinê ji bajarên Enbarê derbixin.

"Bajarê geştyarîyê li Hebanîyayê yeke ji havîngehên geştyarî yên herî girîng û kêfxweşî li Ebarê," birêveberê havîngehê Hamid Dilêmî ji Diyaruna re got.

Di salên bûrî de, wî got, wê pêşwazîya hejmara herî mezin ji serdanker û seyranyaran dikir ji hemû parêzgehên Îraqê.

Pêlîsê Çemî Gola Hebanîyayê li parêzgeha Enbarê diparêze daku seyranyar karibin bi ewlehî avjenîyê bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

Pêlîsê Çemî Gola Hebanîyayê li parêzgeha Enbarê diparêze daku seyranyar karibin bi ewlehî avjenîyê bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna]

"Rewşa ewlekarî ya zehmet ya ku di nîvê sala 2014an de tê re derbas bû hişt ku gelek pêlên bêwarîyê ji gelek navçe û deverên parêzgehê werin dîtin," wî got.

Wî got ku bajarê geştyarî mêvandarîya bêtir ji 7,000 malbatên bêwar kir, hin ji wan avahîyên otêlan, şalê û sîwênkarên kêfxweşîyê dagirtin, dema ku hin din pena ji xwe re di konên ku li havîngehê hatin vegirtin peyda kirin.

Nûavakirineke lezgîn

"Piştî ku hêzên ewlekarîyê bi awayekî serkeftî Enbar rigar kirin, hemû malbatên aware li bajarê geştyarî vegerian malên xwe, piştî ku ew hatin ewlekirin," Dilêmî got.

"Bi piştgirîya hikûmeta xwecihî, cihên geştyarî û yên kêfxweşîyê di demeke kurt de ji nû ve hatin avakirin," wî anî ziman.

Bajarê geştyarî êdî dest pê kiriye pêşwazîya geştyaran û welatîyan dike ji hemû parêzgehên Îraqê û çalakîyan li dar dixe, di nav wan de zemawend, di hundirê bajar de, wî got.

Careke din geştyar xizmetguzarîyên baş ji wan re tê dabînkirin, wî anî ziman, odeyên otêlê û şalê li nêzîkî Gola Hebanîyayê êdî berdest in, xwaringeh careke din hatin vekirin û bax û gulistan ji nû ve hatin avakirin.

Piştî her du rojên yekem ji vekirina wê, bajarê geştyarî yê Hbanîyayê pêşwazîya bêtir ji 20 seyranên dibistanan yênmeydanî ji navçeyên cuda ji Enbarê û 429 malbatan kir, birêveberê medyayê Xemîs Şîhan ji Diyaruna re got.

"Bajarê geştyarî 400 malên ku hatin sazkirin dihewîne piştî ku aware vegeriyan cihên xwe, li gel 22 şalê û 31 malên ciyawaz ji kesayetên navdar re," wî got.

Herwiha havîngeh xizmetguzarîyên kêfxweşîyê, di nav wan de seyrana bi qeyikên çemî, xwarinxane û baxçeyên kêfê pêşklş dike, wî got.

"Bîrhatinên xweş"

"Hemû Îraqî bîrhatinên wan ên xweş li gundê geştyarî hene ji serdanên ku di salên bûrî de kirin û hin ji wan sûretin li gel wan hene yên vedigerin sala 1990î ," Şîhan got.

Di nav wan sûretan de mehrîcanên çandî herwiha çalakîyê mehrîcanên û zemawend û şahîyên ku di serdema berî DAIŞê de hatin lidarxistin, wî got.

"Erkê me ye ku em geştyaran di gera bi qeyikê di Gola Hebanîyayê de û em çavdêrîya sivîlan bikin dema ew di golê de avjenîyê dikin," raid Xalid Xilêfawî ji Rêveberîya Polîsê Çemî li Enbarê ji Diyaruna re got.

"Hêzên ewlekarîyê hin beş ji Gola Hebanîyayê ewle kirine û nîşanên agedarkirinê danîne da ku nehêle avjen ji bo selametîya xwe wan nîşanan derbas bikin û hevahingîyeke hevbeş heye bi pasvanîya ewlekarîyê re heye li hundir û derveyî bajarê geştyarî," wî got.

Rêya ku bajarên Enbarê digihîne hev, bi taybet rêya Felûca û Remadîyê heta bajarê geştyarî hat misogerkirin, ji ber ku ew bû rêya ku Bexda û Enbar û bajarê geştyarî digihandin hev, Serokê Polîsê bajarê geştyarî eqîd Lorens Îsawî , got.

"Ji çaxa ku gundê geştyarî careke di hat vekirin," "ne bûyereke ewlekarî ne jî kêşeyek neqewîmîne û her roj çalakî normal e heta saetên dereng", wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bo şênîyên parêzgehên din yên ku dixwazin cihekî li bajarê geştyarî yê Hebaniyayê bigirin, çawa ew dikarin şalêyan, xanî û odeyên hotêlan bigirin? Ew li kû dikarin cihgirtinê pêk bînin? Çi numerên telîfonê ji bo cihgirtinan tên bikaranîn? Ne lojîk e ku kesekî ku bixwaze serdana bajarê geştyarî bike ku vê rêbwarîya dirêj bike û paş bibîne ku tu cih ji wî û malbata wî re tune ye. Ji kerema xwe re bersiv bidin. Sipas!

BERSIV BIDE