Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî û êl didin dû erîşkerên Şirqatê

Xalid Ta´î

Karmendên ewlekarîyê li derdora qula ku digihîne veşargeheke li jêr erdê li navçeya Şirqatê ya parêzgeha Selahedînê radiwestin, qula ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê bikaranîn di wêneyeke ku di 11ê Cotmeha sala 2017an de li ser Înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Polîsê Şirqatê hatiye wergirtin]

Karmendên ewlekarîyê li derdora qula ku digihîne veşargeheke li jêr erdê li navçeya Şirqatê ya parêzgeha Selahedînê radiwestin, qula ku ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tê bikaranîn di wêneyeke ku di 11ê Cotmeha sala 2017an de li ser Înternetê hatiye belavkirin. [Wêne ji Polîsê Şirqatê hatiye wergirtin]

Hêzên ewlekarîyê û êlên Îraqî li bakurê bajarê Şirqatê yê Selahedînê operasyonekê li çîyayên Mexûlê dikin, ew li amadekarên êrîşa 13ê Nîsanê ya xwînawî digerin, ya ku bi dehan niştecîyên bajar tê de hatin kuştin.

Operasyona ku di 16ê Nîsanê de dest pê kir armanc dike ku bide dû endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku di nîvê şeva 12ê Nîsanê de êrîşî gundê Sudêraya Jêrîn kirin, şaredarê Şirqatê Elî Dewdeh ji Diyaruna re got.

Êrîşker nêzîkî gund bûn ji Çîyayê Nemlê li rojhilatê Şirqatê, yê ku beşeke ji zincîra çîyayê Mexûlê, wî got.

Ew bi dizî derbasî gund bûn piştî ku wan Çemê Feratê qut kir, û gule berdane malên gund, lê niştecî û hêzên êlan êrîş şûnd e vegerandin.

Dema wan dida dû êrîşkeran, çar çekdarên êlan bi bombeyeke li alîyê rêyê çandî hatin kuştin, Dewdeh got.

Gundîyan, di 13ê Nîsanê de, şîn ji bo mirîyan li gund çêkir. Lêbelê di dema veşartinê de li goristana Sudeyrayê, du teqînên bidestçêkirî di nav tazîçîyan de teqîn, 21 sivîl hatin kuştin û 23yên di jî birîndar bûn.

Amadekaran bi zanebûn êrîşa xwe plan kiriye, Dewdeh got û ew bi dizî derbasî goristanê bûn piştî êrîşa wan li ser gund û çandina bombeyan.

Êrîş "hişyarîyên me yên dubare derbarê xetera ku endamên DAIŞê yên mayî dikin", teqez dike, wî got.

Gefa berdewam ji alîyê bermayîyên DAIŞê ve

"Hîn bermayî [yên DAIŞê] hene ku xwe di newal û şikeftan de vedişêrin," Dewdeh got.

"Dibe ku şanên razayî û piştgirî hebin qût ji terorîstan re dabîn dikin daku alîkarîyê bi wan re bikin ku sax bimînin, herwiha ew agahî û çekan jî dabîn dikin," wî anî ziman.

Şêx Eşam Cibûrî, fermandarê Tabûra 51ê ya girêdayî hêzên êlî li Selahedînê, pêngavek îlan kir daku li amadekarên êrîşa li ser Sudeyrayê bigerin û veşartgehên tundrewan li çîyayên Mexûlê hilweşînin.

Hêzên wî "her hefteyekê operasyonekê yan duyan dikin daku li bermayîyên DAIŞê li çîyayên li rojhilatê Şirqatê bigerin, bi alîkarîya hêzên asmanî yên artêşê û li ser bingeha piştgirîya istixbaratî", wî ji Diyaruna re got.

"Komine terorîstan bi hejmarên piçûk xwe li wan çîyayên ku digihin heta çîyayên Hemrînê li Diyalayê vedişêrin," wî got. "Di piranîya rewşan de em hêlînên wan dibînin, lê ew bi lez direvin û nema winda dibin di tunel û veşartgehan de."

Cibûrî soz da ku "gerîn û operesyonên şopajotinê de ranewestin heta hemû bermayîyên terorîstan wrin tinekirin".

"Êrîşa terorîstan li ser niştecîyên Sudeyrayê bobelateke mirovî ye," wî got, wî niştecî han dan ku hişyar bin û çi çalakîya gumanbar hebe ragihînin. "Ev tawana kirêt dê bi ciza derbas nebe."

"Ev tawan dê moralên me lawaz neke"

Şêx Ebdula Cibûrî, herwiha weke Şêx ebû Reşa tê naskirin, got ku şeş ji endamên malbata wî ji dest wî çûn -- şê kurên wî, sê bira û birazîyek -- di teqîna ku li goristana Sudêrayê qewimî.

Şeş ji qurbanîyan sivîl bûn û yek -- birazîyê wî -- leşker bû û mazûniya xwe ya asayî bi malbata xwe re diqedand, wî got.

"Dema merasîmên veşartina çar şehîdên di teqîna bombeyê de şeva Pêncşemê hatin kuştin hazir dibûn, du mombeyên di nav keviran de li goristanê di nav tazîçîyan de teqiyan, heft endam ji malbata min li gel 14 tazîçîyan kuştin, Hemû niştecîyên gund bûn," wî got.

"Ev êrîşa terorîst a tirsonek dê tenê vîna me zêde bike ku şerê terorîzmê bikin û endamên mayî têk bibin," wî got.

"Ev tawan dê moralên me lawaz neke û dê nehêle ku em ji şerê bi van terorîstên kujer re vegerin," wî got. "Em ber bi serkeftin aştî û avakirinê ve diçin û qurbanîyên me rûmet in jin me re."

Cibûrî got ku tiştê ew ji hikûmetê dixwaze ew e ku hewldanên ewlekarî berdewam bike, veşartgehên terorîstan kifş bike û amadekarên êrîşên mîna van tawanan pêşkêşî dadwerîyê bike.

"Divê hêzên ewlekarîyê gelek operasyonên ewlekarî bikin daku van deveran bi temamî ji bermayîyên DAIŞê paqij bikin ," wî got.

Di vê ew herwiha "belavbûna serbazî zêde bikin û piştgirîya tam ji çekdarên êlan re dabîn bikin daku misoger bikin ku tawanên mîna van careke din dubare nabin", wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ramiyarî

BERSIV BIDE