Êrîşa asmanîya ku heftiya borî hat pêkanîn li xaka Sûriyê ji aliyê hêzên Îraqî ve "civîngeheke mezin" a endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li gundewarê Dêra Zorê, Fermandarê Hêza Asmanî ya Îraqî, ferîq Enwer Hema Emîn ji Diyaruna re ragihand roja Sêşemê (24ê Nîsanê).
"Firokeyên şêr ên Îraqî yên ji coreyê F-16 di demjimêrên zû yên Pêncşemê de êrîşeke asmanî li ser avahiyeke pirqat û mezin li Sûriyê kir, 25 kîlometran dûrî sînorê rojavayî yên Îraqê," wî got.
Avahiya armanckirî "civîngeheke ji hejmareke mezin a endamên DAIŞê pêk dihat dihundirand, serkêş jî di nav wan de hebûn, û wan di çaxê êrîşa asmanî de civîneke girîng girê dida bo pilankirina operasyonên xwekujî û terorî li Îraqê", Emîn got.
Êrîşa asmanî ya li ser avahiyê, li nêzî Hecîn li gundewarê Dêra Zorê, bû encama kuştina 36 endamên DAIŞê, li gorî agahiyên hewalgirî yên Îraqî.
Di nava kuştiyan de kesin bi navên Ebû Tariq Hemdanî, Ebû MeryemEkawî, Ebû Îslam, Ebû Yasir û Ebû Cafer hebûn.
Emîn got ku serkêşekî din yê DAIŞê bi navê Ebû Husên, lingê wî jê bû.
Êrîşa asmanî "serkeftî bû", wî got, mebest jî "jinavbirina van terorîstan bû beriya ku ew pilanên xwe bixin tevgerê de".
"Me operasyon pêk anî li ser bingeha agahiyên ku Fermandariya Operasyonên Serbazî ya Hevbeş dabîn kirin, bi hevahengî li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî, yên ku bi berdewamî em agahiyan didin wan û ji wan werdigrin û bi piştgiriya wan a asmanî," wî got.
Êrîşên asmanî yên bi hûrayî li Sûriyayê
Dawî lêdana li cihên DAIŞê li Sûriyê sêyemîn lêdana ji vê coreyê ye.
Roja 24ê Sibata 2017an, Îraqê ragihand ku wê "êrîşên asmanî yên bi hûrayî" li ser du avahiyan pêk anîn ku milîtanên DAIŞê girtibûne destê xwe li bajarokê Elbû Kemalê li ser sînorê bi Îraqê re.
Balafirên şer ên Îraqî 18ê Îlona 2017an, şeş cihên DAIŞê wêran kirin li bajarê Sûrî Meyadîn, li nêzî sînorê bi Îraqê re.
Êrîş bû encama teqîna sê otombîlên bomberêjkirî û xaniyekî mişt cebilxane, kemberên teqîner û teqemenî, û herwiha kuştin û birîndarbûyîna bi dehan endamên DAIŞê, li gorî raportên medyayî.
Emîn got ku êrîşên asmanî li ser asêgehên DAIŞê li Sûriyê û li her derê dê ranewestin.
"Hêzên me amade ne ku çeperên dijmin borduman bikin li her cihan," wî got.
"Em hêza asmanî, penceyên hesinî yên hêzên Îraqî ne, em dê dudil nebin ku her armancên dujminbaz ên gefê li ser welatê me çêdikin borduman bikin," wî anî ziman.