Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Kampa Yermûkê li jêr êrîşeke giran a rejîmê ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Cihekî artêşa rejîma Sûriyê û milîsên girêdayî wê tê xuyakiriin li derdorên kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Cihekî artêşa rejîma Sûriyê û milîsên girêdayî wê tê xuyakiriin li derdorên kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê li başûrê Şamê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê li başûrê Şamê û hinek deverên din li herêmê rastî êrîşeke mezin a rejîma Sûriyê û hevalbendên wê tên, yên ku çend komên opozîsyona çekdar dikin armanc, çalakvanan ji Diyaruna re ragihand.

Wan got ku deverên li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), hevbendiya tundrû ya Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên din rastî topbarankirin û êrîşên asmanî yên giran ên rejîmê tên.

Herî kêm pênc sivîl hatin kuştin roja Yekşemê (22ê Nîsanê), Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirov raport kir, û da zanîn ku hejmara kuştiyên sivîl li kampê gihiştiye 11an ji dema ku şer û pevçûnan roja Pêncşemê zêde bûn.

Geleke din jî hatin birîndarkirin di encama topbarankirin û lêdanên asmanî yên dijwar û bêserûber de, çalakvan Behaa Sahilî ji Diyaruna re ragihand.

Xaniyekî şewitî di nava kavileke gelemper de li ser piyan e li devereke niştecihbûyî ji kampa penabern a Yermûkê, ya ku ev du roj in rastî êrîşeke mezin a rejîmê tê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Xaniyekî şewitî di nava kavileke gelemper de li ser piyan e li devereke niştecihbûyî ji kampa penabern a Yermûkê, ya ku ev du roj in rastî êrîşeke mezin a rejîmê tê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Yermûk li jêr agir e

Rejîm û hêzên hevalbend hîna jî gurz li deverên Yermûkê yên li jêr kontrola DAIŞê didan roja Yekşemê, herwiha deverên hevsînorên wê, yên ku bi xwe li jêr kontrola komin din in.

Yelda, Babila û Bêt Sehm li jêr agir in, Sahilî got, û taxên Saliha û Daebûl li ser rêya Tedamûnê, navçeya Hecer Eswed û Esalî û Medeniyayê li navçeya Qedemê lêdanê dijwar jiyan dikin.

Sahilî got ku pevçûnên dijwar li devera Rijayê derketin di navbera hêzên rejîmê û Tehrîr el-Şam de, herwiha li navçeya Qedem jî.

"Rejîmê û hêzên hevalbend karîn ku mesafeyeke kêm li taxa Zayin [li Yermûkê] bi pêş bikevin, ew tax jî bajarokê Yelda ji navçeya Hecer Eswedê diveqetîne," wî got.

Bordumanan hişt ku piraniya rûniştiyên Yermûkê malên xwe biterikînin û dawîn nexweşgeha li deverê li derveyî xizmetê hişt, peyvdarê ajansa penaberên Felestînî yê ser bi NY ve (UNRWA) Çrîs Gunes got.

"Ji dema ku pevçûnan dest pê kir beriya çar rojan, piraniya 6,000 sivîlên li kampa Yermûkê ji neçarî awareyî devera Yeldaya cîran bûn," wî roja Yekşemê got. "Dawîn nexweşgeha çalak li Yermûkê, Nexweşgeha Felestîn, aniha bi temamî felc bûye."

Guness bang li hemû aliyan kir rê bidin sivîaln ku bi selametî bar bikin û herwiha destûrê bidin ku nexweş û birîndar bên derxistin, û rêyeke ewle bo xebatkarên mirovî bê dayîn bo belavkirina xwarin û derman, AFP ragihand.

Çekdarên DAIŞê tên kuştin

Li gel qurbaniyên sivîl, hejmarek ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin di çend rojên çûyî de, Sahilî ji Diyaruna re ragihand.

Di nav de Ebû Hîşam Xabûrî, emîrê DAIŞê li başûrê Şamê ye, û hineke din bi navên Ebû Elî Nefşa, Ebû Fatima el-Meqdisî, Ebû Cîhad Madanî, Ebû Hejres, Ebû Ubêda Qenas û Ebû Omer Endelusî.

"Danûstandin li dar in di navbera rejîma Sûriyê û milîtanan de li hemû deveran bo gihiştina bi agirbestekî, ku li gorî wê dê çekdar û malbatên wan bo deverine din bên veguhestin,wekî rewşa ku li deverin din ên li derdora Şamê pêk hat," wî got.

Wî got, lê belê gelek zehmetî di rêya van rêkeftinan de dedikevin, û bi sedan milîtan daxwaz dikin ku ew bo deverên li jêr kontrola DAIŞê li rojhilatê Sûriyê, ku hîna hebûneke rêxistinê li wir heye, bên veguhestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500