Nûçeyên Iraqê
Penaber

Îraqî kampan digrin ji ber ku aware vedigerin malên xwe

Xalid Ta´î

Komyon radihêjin kesên di welatê xwe de bêwar ên ji Enbarê ji kampeke bêwarîyê derdikevin tên dîtin dema wan diguhêzin malên wan ên berê di vê wêneya ku li ser Înternetê di 3ê Adarê de hat weşandin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Komyon radihêjin kesên di welatê xwe de bêwar ên ji Enbarê ji kampeke bêwarîyê derdikevin tên dîtin dema wan diguhêzin malên wan ên berê di vê wêneya ku li ser Înternetê di 3ê Adarê de hat weşandin. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberan hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî roja Înê 20ê Nîsanê îlan kir ku wê 20 kamp girtine ku bêwar dihewandin, malbatên li wir bi cih bûbûn vegeriyan warên xwe.

Vegera malbatên bêwar bûn di encama êrîşa "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di sala 2014an de armanceke stratîjî ye ji Îraqê re, hikûmetê got.

Ji bo misogerkirina pêkanîna vê yekê, desthilatdarî hewl dide ku van hemû astengîyên li pêşîya vegera IDPs ravend bike, bi awayekî sereke bi rêya vegerandina binesazîya ziyandar li deverên rizgarkirî.

"Me 20 kamp girtine, piranîya wan li parêzgehên Bexda, Enbar û Selahedînê ne," Elî Ebas ji Wezareta Koç û Koçberîyê, got.

Kamp hatin girtin piştî hemû malbatên li wir dijîyan vegeriyan malên xwe li bajarên rizgarkirî, piştî hewldanên paqijkirina van deveran ji bermahîyên teqemenîyên şer û vegerandina xizmetguzarîyên sereke bingehîn, wî ji Diyaruna re got.

Wezaret xwe amade dike pênc kampên din bigre û ew "plan dike ku hin kampên din ên belavbûyî li parêzgehên cuda bigire da ku birêvebirina wan hêsan bike û xizmetguzarîyan peyda bike".

Bi temamî 125 kampên bêwaran hebûn, piranîya wan li parêzgeha Nînewayê, Ebas got.

Wî got ku gelek deverên rizgarkirî, bi taybet ew ên li rojavayê Mûsilê ji hêla xizmetguzarîyan ve hîn ne amade ne, û piranîya malan li wan deveran hatine wêrankirin.

Gudana li bêwaran

Wezareta Koç û Koçberîyê berpirsyarîya mêvandarîya malbatên bêwar li kampan digire xwe di rêya dabînkirina xwarin, pêdivîyên niştecîbûnê û guhdana tendirustî û xizmetguzarîyên perwerdê ji wan re, Ebas got.

"Dema em karibin van malbatan vegerînin, em wan ji kampan diguhêzin cihê niştecbûna wan di rêya hevahengîya bi Wezareta Veguhestinê re," wî got.

Wezaret alîkarî û piştgirîyê ji wan re dabîn dike dema ew li cihên xwe yên resen nişîn dibin û dest bi jîyana xwe ya rojane dikin, wî anî ziman.

Li gorî hijmarên wezaretê yên herî dawî, rêjeya vegera bêwaran gihiştiye 57%, Ebas got, wî not kir ku di meha Sibatê de wezaretê gotibû ku dora 2.6 mîlyon ji dora pênc melyon bêwaran vegeriyan malên xwe.

Proseya vegerê "bi xêrahiyeke bilind berdewam dike, bi taybet li parêzgehên Enbar û Nînewayê", wî got.

Îraq hewl dide çi qas bi dest wê ve were bêwaran vegerîne malên wan berî hilbijartinên giştî li welat dest pê bikin, ên biryar e ku di 12ê Gulanê de bên encamdan.

Desthilatdarî dixebitin bo misoger bike ku bêwar ji mafê xwe yê dengdanê bê par nemînin, Ebas got û navên 250,000 "dengderên mafdar ên hin li kampan in ji Komîteya hilbijartinê re pêşkêş kirin".

Ev lîste hatin amadekirin daku "kertên dengderan ji bêwaran re weşînin û derfetê bidin wan ku di hilbijartinê de beşdar bibin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500