Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Îraq dest bi pêgehandina girtîyên zindanan dike

Ala Husên li Bexdayê

Hikûmeta Iraqî komîteyên taybet saz kirin da ku bi girtîyan re bidi û bistînên weke hewldanekê da ku wan dûrî fikrê tund bixin. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Iraqî komîteyên taybet saz kirin da ku bi girtîyan re bidi û bistînên weke hewldanekê da ku wan dûrî fikrê tund bixin. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hikûmeta Îraqî kar dike bo misogerkirin ku dê girtîyên di zindanên welat de nebin bela ji civakê re dema ew werin serbestkirin, ew vê yekê dike di rêya programên hewl didin ku bi awayekî sereke rêbazê ramankirina wan biguherin.

Ev program hewl didin girtîyên cizayê xwe diqedînin, cizayê digihe pênc salan ji nû ve amade bikin di rêya rênîşandina perwerdeyî û olî re.

Wezareta Dadwrîyê, ya ku serperiştîya hemû girtîgehên Iraqê dike, komîteyên rênîşandinê çêkirine daku bi girtîyan re bidin û bistînin, bêyî ku baldarîyê bidin gunehên ew bê hatine tawanbarkirin.

Pêbendiya bi mafên mirov

Di mezintirîn zindana Îraqê de -- Zindna Nasirîyayê ya çaksazî li parêzgeha Zî Qarê -- endamên komîteya rênîşandanê simînaran derbarê tefkîra olî ya navîn didin weke hewldanekê ku bandoreke erênî li girtîyan bikin.

Girtîyên Iraqî tevlî korseke xwendewarîyê dibin. Wezareta Dadwerîyê perwerde û rahênana pîşeyî ji girîyan re dabîn dike, girtîyên ku cizayên xwe gi girtîgehên Iraqî de diqedînin. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Girtîyên Iraqî tevlî korseke xwendewarîyê dibin. Wezareta Dadwerîyê perwerde û rahênana pîşeyî ji girîyan re dabîn dike, girtîyên ku cizayên xwe gi girtîgehên Iraqî de diqedînin. [Wêne ji Wezareta Dadê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Serdanên wan ên bedewam "derbestkirina bilind bo bikaranîna pîvanên mafên mîrov bi hemû girtîyan re kifş dike, bêy ku balê bidin gunehên ku ew pê hatine tawanbarkirin", serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Zî qarê Cebar Mûsewî got.

Komîteyên perwerdeyî yên girtîgehê dixebitin da ku bawerîyên girtîyan biguherin, ên ku bûn peristên îdîoojîyên tund, wî ji Diyaruna re got, armanca wan jê ku nutahîlkirineke rast cîbicî bikin.

Civaka Îraqî hemû dê sûdê bigire eger girtîgeh bi ser bikevin ku tawanbaran biguherin, wî got.

Dema ku dibe şêwir û rênîşan ti sûdê neke bi hin girtîyan re, mîna sekirdeyên bilind ên komên tund û komên tawanbar yên ku destên wan di kuştina dehên kesan de heye, lê hin din hene em dikarin wan rizgar bikin, wî got.

Hin girtî hatin "xapandin û ji alîyê wan koman vê hatin jirêbirin", wî got, di rewşên mîna van de "dibe ku nûtahîlkirin û rênîşandin di girtîgehê de ber bi encamin erênî ve bibin".

Rahênana pîşeî di zindanê de

Birêveberîya girtîgehê rahênana pîşeyî ji girtîyan re dabîn dikedi warin mîna xeratî, dirûn, berberî û sazkirna trimpêlan, Mûsewî got.

"Armanc ji van kargrhan ew e ku girtîyan tahîl bikin da ku karibin kar bikin dema ew werin berdan da ku careke din tevlî civakên xwe yên xwecihî bibin û jêdereke sabit ji mûçeyê re bi dest bixin," wî got.

Asta beşdarbûnê bilind bû, wî got, ev yek diyar dike "çi qasî ew arezû dikin ku mûçeyên xwe bi awayekî qanûnî wergirin piştî wan tehlîya buwartina cizayê di girtîgehê de tam kir".

Gelek ji wan ji ber zehmetîyên aborî dane ser rêya çewt, wî got û ev kargeh dikarin alîkarîyê bi wan re bikin bê çawa pereyên xwe wergirin dervey tuxûbê tawanê.

Herwiha gzindana Nasirîyayê dibistanin taybet ji girtîehên ku cizayê pênc salan diqedînin çêkiriye, lêkolînerê civakî yê girtîgehê û birêveberê wê Murad Şimêsawî ji Diyaruna re got.

Ev dibistan girtîyan ji ezmûnan re amade dike daku karibin bawernameyên ji alîyê Wezareta Perwerdeyê tê qebûlkirin wergirin, wî ji Diyaruna re got.

Derfetên întegrasyonê

"Vakirina dibistanan di zindanan de di çarçoveya rêzgirtina ji mafên mirov ên rûniştiyan re tê, di nav de mafê fêrbûnê xwendinê," Şimêsawî, balkişand jî ku "ev yek dê fersendên rasteqîn ldi rûyê wan de vebike bo integrasyona di civakê de".

"Vakirina dibistanan di zindanan de di çarçoveya rêzgirtina ji mafên mirov ên rûniştiyan re tê, di nav de mafê fêrbûnê xwendinê," Şimêsawî, balkişand jî ku "ev yek dê fersendên rasteqîn ldi rûyê wan de vebike bo integrasyona di civakê de".

Ebdul Helîm Husênî, lêkolînerê di warê perwerdahiyê de li Wezareta Perwerdahiyê, got ku hejmrarek ji rûniştiyên zindanên Îraqî nexwendewar in.

Waneyên taybet di zindanan de bi piranî di asta bingehîn de dest pê dike, wî ji Diyaruna re got, herwiha xwendina navendî û ya amadeyî jî berdest e.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê xebatên we pîroz bike. Ez şêwirdarekî olî me di fermandarîya polîsê Kerkûkê de. Ez serdana girtîgeha sîpekan dikim bi hevahengî ligel komeke zanayên olê yên herdu weqfeyan.

BERSIV BIDE