Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Hevpeymanî hewl dide ku sivîlan li Sûrîyayê biparêze

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Endamên Tîma Bersiva Lezgîn li bajarê Reqayê rêyan ji nû ve saz dikin û mayîn û molazan radikin piştî biserketina hevpeymanîyê ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Endamên Tîma Bersiva Lezgîn li bajarê Reqayê rêyan ji nû ve saz dikin û mayîn û molazan radikin piştî biserketina hevpeymanîyê ya li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dema ku hevpeymanîya navdewletî û rêjîma Sûrî û alîgirên wê her du hewl didin ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) derxin, rêbaza handanên wan gelekî ji hev cuda ne, berpirsyaran ji Diyaruna re got.

Parastina jîyana kesên sivîl armanceke berêtî ye ji hevpeymanîya navdewletî re di şerê derxistina DAIŞê ji asêgehên wê li Sûrîyayê, armanca wê ya dawî jî vegerandina jîyana normal ji niştecîyan re li deverên rizgarkirî ye.

Berevajî vê yekê, rêjîma Sûrî û alîgirên wê -- di nav wan de Rûsya, Îran û milîsên tayifgerî yên hevalbend -- bi awayekî serekî giranî didan vegerandina erdê, bêyî ku qedir bidin jîyana sivîlan, û pêkanîna guhertineke dîmoxrafî ye.

Pispor dibêjin ku wan giranî nedida xizmetkirin û alîkarîya niştecîyên sivîl.

Ofîsa dadgeha civakî li bajarê Tebqaya Sûryayê careke din hate vekirin piştî derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Ofîsa dadgeha civakî li bajarê Tebqaya Sûryayê careke din hate vekirin piştî derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Rejîm û hevalbedên wê kumkujîyan dikin

Hevpeymanî giranî dide mîsyona xwe -- ku erd û sivîlan ji DAIŞê rizgar bike -- ligel raçavkirina jîyana mirovan, analîzerê serbazî liwa Ebdul Kerîm Ehmed, ê ku ji artêşa Misrî karkenar e, got.

Di şerê derxistina DAIŞê ji Reqayê de, hevpeymanîyê gavin girîng bo parastina sivîlan dan, wî ji Diyaruna re got, wê derketineke ewle ji wan re ji bajar hêsan kir bi hevahengîya bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) re.

"Rizgarkirina Reqayê bêtir ji carekê dereng ma û şer heyameke dirêjtir ji dema hatibû plankirin berdewam kir, ji ber arezûya odeya operesyonê ew bû ku metirsîyên mirovî û xesaretên sivîl di asta kêm ya herî gengaz de bin," Ehmed got.

Bervajî vê yekê, wî got, rêjîm û hevalbendên wê, di nav de Rûsya û Feyleqa Pasdaran (IRCS) û milîsên girêdayê wan, kêm guh dane jîyana sivîlan dema wan hewl dida ku kontrola xwe qayim bikin.

Rêjîma Sûrî û hevalbendên wê "komkujî kirin dema wan deverên li jêr kontrola çekdarên opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî kirin armanc," wî got.

"Birastî, armanckirina sivîlan bi awayekî yekser amûra serke bû daku fişarê li wan [çekdarên opozîsyonê] bikin û wan ber bi bakurê Sûrîyayê ve veguhezin."

Peymaneke derxistinê ya ku di 9ê Nîsanê de pêk hat di navbera rêjîmê û koma Ceyş el-Îslam ya dijberiyê piştî rojekê jiêrîşa kîmawî ya tê angaştin, êrîşa ku 48 kes tê de hatin kuştinli bajarê Dumayê yê Xûtaya Rojhilatî.

Analîzeran di wê çaxî got ku rejîmê hilbijart ku êrîşê cîbicî bike daku tirsê bixe nav niştecîyên xwecihî de û derketina Ceyş el-Îslam ji Dûmayê misoger bike li gorî şert û mercên ku Şamê danîn.

Êrîşê bû sedema pêlek ji gurzên mûşekî yên cezayî ji alîyê Amerîka, Ferensa û Britanyayê ve roja Şemîyê (14ê Nîsanê).

Li deverên li jêr kontrola rêjîmê azar

Di dema ku niştecîyên bêwar vedigerin deverên ku ji DAIŞê ji alîyê hevpeymanîyê ve hatine rizgarkirin, gelek deverên hatin vegerandin ji alîyê rêjîma Sûrî li Şam, Heleb, Hums û Dêrazorê hîn bêxwedî ne, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula got.

Ev yek ji ber rejîma Sûrî bi ser neket ku ewlekarî û xizmetguzarîyan dabîn bike, vê yekê hişt ku zehemet be sivîl vegerin, wî ji Diyaruna re got.

"Wan tenê guh da deverên ku berê beşek ji wan li jêr kontrola rêjîmê bûn, weke çawa li Helebê, cihê ku bazarên bazirganî ji alîyê bazirganan ve ji nû ve hatin avakirin," wî got.

Di heman demê de, "devera mayî hîn derdê paşguhîya tund dikişîne".

Vê yekê heta zor li sivîlên alîgirê rêjîmê jî kir ku ji deverê derkevin û ber bi deverin din ve herin mîna Şam û bajarên beravî mîna Tertûs û Laziqîyayê, wî anî ziman.

Lî alîyê din,Jîyan hêdî hêdî vedigere deverên rizgarkirî bi saya hewldanên hevpeymanîya navdewletîû hevalbendên wê li ser erdê," wî got.

Li parêzgeha Reqayê, weke mînak, hewldan hebûn ku av û kehrebeyê misoger bikin û rêyan saz bikin, wî got û hevpeymanîyê piştgirî ji komîteyên xwecihî re, yên hatin sazkirin bo vegerandina sivîlan, dabîn kir.

"Van komîteyan karîbû stasyona terempeyên avê û stasyonên kehrebeyê saz bike û hin pirên ku di şer de hatibûn hilweşandin saz bike û ji nû ve ava bike," wî anî ziman.

Stratîjîya guhertina dîmografî

Paşguhkirina rejîmê ji deverên rizgarkirî re "tam bi mebestî" ye, karmendê îdarî yê Heyva Sor a Kurdî Egîd Brahîm ji Diyaruna re got.

Wî got ku piranîya van deveran hîn ji mayîn û molozan nehatine paqijkirin, ev dihêle ku negengaz be ji niştecîyan re vegerin, wî not kir ku herwiha hêzên rêjîmê sivîlan li van deveran diçewisîne.

Di rêya van kiryaran re, rêjîm armanc dike ku nehêle niştecîyên hin deverên destnîşankirî vegerin, da ku li şûn wan hin kesên din deyne weke beşekî ji stratîjîya guhertina dîmografî , Brahîm got.

Xalên sereke yên vê planê dest pê dikin li Şam û deverên wê yên gundewarî diyar dibin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500