Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Opozîsyona Sûriyê Dûmêr li Qelemûna Rojhilatî radest dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

balafirgeha serbazî ya rejîma Sûriyê Dumêr, tê dîtin, dikeve hema devera ku agirbest lê dewam dike li gel hêzên opozîsyonê li bajarê Dumêrê yê ser Qelemûna Rojhilatî ve. [Wêne ji Mamûn Huwêdî hatiye wergirtin]

balafirgeha serbazî ya rejîma Sûriyê Dumêr, tê dîtin, dikeve hema devera ku agirbest lê dewam dike li gel hêzên opozîsyonê li bajarê Dumêrê yê ser Qelemûna Rojhilatî ve. [Wêne ji Mamûn Huwêdî hatiye wergirtin]

Hêzên opozîsyona Sûriyê li bajarê Dumêrê li Qelemûna Rojhilatî derbasî agirbestekêî bûn bi rejîmê re, çalakvanekî xwecihî piştrast kir îro Sêşemê (17ê Nîsanê).

Hêzên opozîsyonê li bajêr qebûl kirin derbasî agirbestekê bibin li gel rejîma Sûriyê di çarçoveya rêkeftinên bi merc de bi serpereştiya Rûsyayê, çalakvan Mamûn Huwêdî ji Diyaruna re ragihand.

Huwêdî got ku opozîsyonê rêkeftin qebûl kir bo parastina jiyana bêtir ji 100,000 sivîlan li bajêr ji şerên kîndar li ber ronahiya xwesteka rejîma a kontrolkirina tevahia herêmê.

"Rejîmê û milîsên alîgirên wê polîtîka xaka şewitandî di şeran de dikin rêbaz," wî got, û wî da zanîn ku herêm bi temamî dorpêçkirî ye.

Ev der derbasgeha bajarê Dumêrê ye li Qelemûna Rojhilatî, yê ku dê derasî agirbesteke nû bibe di navbera hêzên opozîsyonê û rejîma Sûriyê de. [Wêne ji Mamûn Huwêdî hatiye wergirtin]

Ev der derbasgeha bajarê Dumêrê ye li Qelemûna Rojhilatî, yê ku dê derasî agirbesteke nû bibe di navbera hêzên opozîsyonê û rejîma Sûriyê de. [Wêne ji Mamûn Huwêdî hatiye wergirtin]

Her şerek di pêşerojê de dê belayên mezin bîne bi ser sivîlên herêmê û bêwarên ji deverên din -- yên bi taybetî ji Xûtaya Rojhilatî ne -- û wargehek li wir dîtine

Hêzên opozîsyonê yên li Dumêrê dimînin ev in: Hêzên Pakrewan Ehmed Ebdo û Ceyş Usûd el-Şerqiyê (Şêrîn Artêşa Rojhilatî), ew her du jî ser girêdayî Eniya Başûrî ya Artêşa Azad a Sûriyê in.

Şênî dikarin bimînin an biçin

Huwêdî da zanîn ku rêkeftin di navbera hêzên opozîsyonê û rejîmê de derketina hemû çekdarên opozîsyonê û sivîlên ku dixwazin biçin ber bi bakurê Sûriyê misoger dike.

Yên dixwazin biçin dê du bijarên ji du beşan li benda wan be: Parêzgeha Idlibê û navçeya Cerablusê li nêzî sînorê bi Turkiyê re.

"Yên dixwazin bimînin divê bên dilniyakirin ku ew ne tên armancgirtin û ne jî dadgehkiirin çi ji aliyê ewlekariya Sûrî ve çi ji aliyê desthilatdariyên dadwerî ve" wî got, û hinek tedbîr hene bo sererastkirina rewşa kesên serbazî yên veqetiyayî.

Huwêdî da zanîn ku piştî vê rêkeftinê bi tenê çar bajarok mane di destê opozîsyona çekdar de li Qelemûna Rojhilatî, ew jî ev in:Ruheyba, Nasiriya, Etnah û Mensûrayê.

Wî got ku gotûbêjên destpêkî li dar in bo aramkirina rewşê bi heman şêwazê rewşa Dumêrê "ji bilî ku hêzên çekdar ên li van deveran dixwazin bimînin û venekişin bo tu deverên din".

Wî got ku hinek dever li Şamî hîn li derveyî kontrola rejîmê ne, ew jî ev in: navçeyên Qedem û Hecer Eswed, kampa penaberên Felestînî ya Yermûkê û bajarokên Yelda û Babîlayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500