Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Herêma Kurdistanê girtîyên DAIŞê dide dest hikûmeta Îraqî

Xalid Ta´î

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji alîyê hêzên Pêşmerge ve di şerên Teleferê de di sala 2017an de hatin girtin. [Wêne ji tora nûçeyên Rojavayê Nînewayê hatiye wergirtin]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji alîyê hêzên Pêşmerge ve di şerên Teleferê de di sala 2017an de hatin girtin. [Wêne ji tora nûçeyên Rojavayê Nînewayê hatiye wergirtin]

Berpirsyaran ji herêma Kurdistanê bi sedan girtîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dan dest hihûmeta Îraqî weke beşekî ji peymana dualî ya ku berpirsyarên federal dibêjin ew dê aramî û ewlekarîyê li Îraqê qayim bike.

Guhestina girtîyan, a ku di 12ê Adarê de dest pê kir, encama lihevkirinên ku komîteyên ji hikûmeta federal li Bexdayê û herêma Kerdistanê gihabûnê.

Berpisyarên Îraqî ji Diyaruna re eşkere kirin ku wan bixêrhatina vê gavê kir, wan tekez kir ku girîng e alîkarî di navbera hikûmeta federal û desthilatdarîyê li herêma Kurdistanê de berdewam be bo misogerkirina ewlekarî û aramîyê li Îarqê.

Bêtir ji 1,460 endamên DAIŞê bo hikûmeta federal hatin radestkirin di meha Adarê de, Dîndar Zêbarî, berpirsyareke ji herêma Kurdistanê, got.

"Ev takes ji alîyê hêzên ewlekarîyê yên Kurdî ve hatin girtin û piştre lêpirsînan dewam kir bo biryardayîn li dor asta hebûna destên wan di kiryarên DAIŞê de û tawanê terorî de," wî ji Diyaruna re got.

Ew radestî hikûmeta federal bûn li ser bingeha biryarên ji alîyê dadwerîya li herêma Kurdistanê, wî got, wî not kir ku desthilatdarîya dadwerî li Bexdayê û parêzgeha Nînewayê dê peygerînan berdewam bikin û hukim biweşîne.

Wî got ku dora 1,000 girtiyên din hatin berdan piştî lêpirsînan piştrast kir ku ew bêgunih in, "lê bi sedan ji alîyê dadgehên Kurdî [yê Herêma Kurdistanê] hatin tawanbarkirin" û li jêr çavdêrîyê ne.

Hîn hinek din tên lêpirsînkirin, wî got, desthilatdarîya dadwerî li herêma Kurdistanê hukiman diweşîne li gorî qanûna cizayî ya Îraqê.

Divê desthiladdarî bi hev re kar bikin

Zêbarî tekez kir ku bi berdewamî hewcedarîya herêma Kurdistanê heye ku binêzîkî bi hikûmeta Îraqî re kar bike.

"Ji çaxa rizgarkirina parêzgeha Nînewayê, ev daxwaza me ya sereke bû, ji ber alîkarî û guhestina agahîyan xwedî girîngîyeke mezin e dema mesele girêdayî parastina ewlekarî û aramîya giştî be," wî got.

"Pêşmerge û artêşa Îraqî di heman qeyikê de bûn dema wan şerê terorîzmê dikir," Zêbarî got, wî destnîşan kir ku "qezenca vê alîkarîyê diyar e di şêweyê serkeftina li hemberî DAIŞê de".

"Tevî wê yekê jî, em nikarin bibêjin em qayil in," wî got. "Divê hewldanên me yên dualî berdewam bin."

Operesyona guhestinê encama giftûgoyên 28ê Cotmehê di navbera komîteyên ku hikûmeta federal û herêma Kurdistanê araste dikin e, lêkolîner Hîşam Haşimî, yê pispor e di warê tevgerên tundrû de, got.

"Em bawer dikin ku ev pêşketineke girîng e û ew encama atmosfera erênî ye di navbera her du alîyan de û arezûya hebeş ku stûnê aramîyê li welat qayim bikin," wî ji Diyaruna re got.

Misogerkirina dadwerîyê êdî berdest e

Hêzên Kurdî serkeftî bûn di girtina hejmarek ji çekdarên DAIŞê li qadên şer, Haşimî got, lê hineke din xwe û malbatên xwe radest kirin, bi taybet di rizgarkirina Şarqat, Eyadîya û Hewîcayê de.

"Tu agahîyên zelal nînin derbarê hejmara endamên DAIŞê û malbatên wan ên ji alîyê Pêşmergeyan ve hatin girtin, aniha jî li jêr çavdêrîyê ne, lê ez dê bibêjim ku hejmar ne kêmtir e ji 3,000an," Haşimî got.

Parlementerê Îraqî Iskender Witwit, ê ku di komîteya berevanî û ewlekarîyê ya perlemanî de kar dike, got ku hejmar " ne bêtir e ji 5,000an".

Wî bi desthilatdarîya herêma Kurdistanê re kir ku çi endamên DAIŞê yên mayî li çavdêrîya wan radest bikin da ku peygerînê û civînên dadgehê berdewam bikin.

Ev yek dê ber bi weşandina hukiman ve bibe "daku dadwerî were pêkanîn û ev tekekes werin cizakirin ji ber tawanên wan kirin li dijî xelkên Îraqî," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500