Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Êrîşên asmanî DAIŞê dixin " rewşeke tengav" de li seranserê Afxanistanê

Sulêman

Piştî operasyonên himbiz ên hêzên Afxan û heveymaniyê pêk anîn li dijî DAIŞê li Parêzgeha Jawzjan ê, çar endamên rêxistina terorîst tevlî prosesa aştiyê bûn. [Sulêman/NATO]

Endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di rewşeke tevlîheviyê de ne piştî êrîşeke mezin li ser rêxistina terorîst li Parêzgeha Jawzjanê, Wezareta Berevaniyê û berpirsiyarên parêzgehê gotin.

Mirin çarenivîsa çekdarên DAIŞê ye ji ber êrîşên asmanî û oporasyonên bejahî.

"Ji destpêka sala para a Afxanî [wate ji 21ê Adara 2017an ve], dora 1,964 endamên DAIŞê hatin kuştin, 289 birîndarbûne û 29 jî hatine girtin," Generl Mihemed Radmaneş, peyvdarê Wezareta Berevaniyê ragihand.

"Me, bi hevahengî li gel hêzên asmanî yên misyona piştivaniyê, karî tevgera DAIŞê li Jawzjanê kêm bikin," wî ji Salaam Times re ragihand.

Milîtanên DAIŞê tevlî prosesa aştiyê ya Afxanî dibin roja 1ê Nîsanê li baregehên polîsê parêzgeha Jawzjanê. [Sulêman]

Milîtanên DAIŞê tevlî prosesa aştiyê ya Afxanî dibin roja 1ê Nîsanê li baregehên polîsê parêzgeha Jawzjanê. [Sulêman]

"Dengê DAIŞê kêm dibe û hin bi hin tê temrandin li seranserê Afxanistanê," wî got. "Di rastî de ... Amerîka û Afxanistan bi hev re şerê DAIŞê dikin. Li ser zemînê, me karî em xisarên mezin bigihînin rêxistinê."

Hêzên Afxan û yê Amerîkî fişarê li DAIŞê dikin

"Dijwarkirina êrîşên asmanî yên hêzên Afxan û hêzên Misyona Piştevaniyê li Parêzgeha Jawzjanê encamdar bû û gefa DAIŞê kim kir," Mihmed Rîza Xefûrî, peyvdarê parêzgarê Jawzjanê, ji Salaam Times re ragihand.

"Zêdekirina êrîşên asmanî û armancgirtina bingehên DAIŞ û milîtanên wê li Dardabê hiştin ku dora 50 milîtanên DAIŞê di heyama du mehan de bên kuştin, û endamên rêxistinê di rewşeke tevlîheviyê de hiştin," wî got.

"Hêzên ewlekariyê pilaneke dariştiye bo pêkanîna operasyoneke bejahî ya mezin," wî got. "Qewl e ku Operasyona Nusretê ya biharê ya bo têkbirina DAIŞê di demeke nêz de dest pê bike."

Hêzên Afxan û yên Amerîkî roja 26ê Adarê yekemîn operasyona xwe ya hevbeş bi şevê dest pê kirin li dijî DAIŞê li Parêzgeha Jawzjanê, li gorî Misyona Piştevaniyê ya NATO.

"Hêzên taybet ên Afxan ... bi hevkarî li gel hêzên Amerîkî li Navçeya Darzab operasyonek bi dirêjahiya şevê pêk anîn, bingeheke DAIŞê wêran kirin û fermandarekî DAIŞê kuştin," Radmaneş got.

Ji wê demê ve, êrîşên asmanî bi berdewamî serkêşên DAIŞê dikin aramc û leşkerên piyade bi pêş dikevin.

"Sê endamên Uzbekî [yên DAIŞê] ... herwiha birêveberê fînansekirina DAIŞê hatin kuştin di êrîşên asmanî yên Misyona Piştevaniyê de, êrîşên ku şeva 28ê Adarê asêgehên DAIŞê li gundê Qezel Quşê li Navçeya Darzabê kirin hedef," Mihemed Henîf Rezayî, peyvdarê Feyleqê Şahîn yê 209ê, ji Salaam Times re eşkere kir.

"Herwiha, yek ji asêgehan tev depoyeke mezin a cebilxaneyan hat wêrankirin ," wî got.

Di operasyoneke din de roja 1ê Nîsanê li Jawzjanê, du endamên DAIŞê hatin kuştin û heft birîndar bûn di şerekê giran de li gel hêzên ewlekariyê, Rezayî got.

Roja Duşemê (9ê Nîsanê) hêzên hevpeymaniyê piştrast kirinku serkirdeyê bilind yê DAIŞ Qarî Hikmetulah hatiye kuştindi êrîşeke asmanî de li Parêzgeha Feryabê, li nêzî tixûbê bi Jawzjanê re.

Kuştinên bi vî awayî rêxistina terorîst şikandin, û hêzên wê yên xistin hember hev de û ew li ser dagirtina valahiyên serokatiyê de ketin nava nakokiyan de, li gorî berpirsiyarê xwecihî yên Afxan.

DAIŞên tundrû xwe radest dikin

"Em ditirsyan ku em çalakîyên DAIŞê li Jawzjanê berfereh bikin, bi taybet li navçeya Qoş Tepa û Darzabê," Ênudîn, ê 36 salî, niştecîyê Navçeya Qo Tepayê, got. "Aniha tirsa me kêm bûye, dema ku operesyonên asmanî nehiştin ku çalakîyên [DAIŞê] belav bibin."

"DAIŞ bi tu awayî ji alîyê niştecîyên navçeyê Qoş Tepa û Darzabê ve neyên qebûlkirin," wî Salaam Timesê re got. "Vê dawîyê hejmarek ji çekdarên DAIŞê yên hatin Qoş Tepayê rûbirû bi niştecîyên navçeyê re bûn û zor li wan hat ku herin."

Tevgerên li dijî DAIŞê yên giştî zêde dibin li gel êrîşên asmanî yên serbazî yên gelek bûne, Xafûrî got, ê teqez kir ku raport ji alîyê niştecîyên xwecihî tên berdidin çekdarên DAIŞê ji navçeya Qoş Tepayê.

Li dijî kêmbûna piştgirîya gelemperî û operesyonên ewlekarî yên zexm çekdarên DAIŞê bi xwe bi dizî derbas dibin.

"Nemetula, ê herwiha weke Ebû Derdaa tê naskirin, niştecîyekî navçeya Darzabê ye û serperiştê girtîgeheke DAIŞê ye, bi sê hevrêyên xwe re tevlî proseya aştîyê bûn," Ebdul Hefîz Xaşî , serokê yekîneya istixbaratan li baregeha polîs ya Jawzjanê, got.

Çekdarên berê di 31 Adarê de xwe li Navçeya Darzabê radest kirin û di 1ê Nîsanê de, bi awayekî fermî tevlî proseya aştîyê bûn.

Piştî meşrûiyeta hikûmetê hat pêkanîn û êrîş li ser asêgehên DAIŞê zêde bûn, ew her çar çekdarên DAIŞê ên berî aniha me anîn ziman dest ji qadên şer berdan û tevlî proseyên aştîyê bûn,", Xaşî ji Selaam Timesê re got.

"Min salekê di nav refên rêxistinê weke şerperiştê girtîgeha DAIŞê kar kir," Nemetulah got. "Min kuştin, wêrankirn û êşkencekirin û hemû cureyên çewsandinê yên hatin pêkanîn dîtin."

"Ji ber vê yekê ez tevlî prosya aştîyê bûm," wî ji Selaaam Timesê re got.

"Çekdarên DAIŞê gorinan wêran dikin, xwarin ji ber niştecîyên Darzabê digirtin û kuştin dikirin li deverên li jêr kontrola wan", wî got.

"Wan angaşt kir ku ew Misilman in, lê reftarên wan ne Îsalamî bûn," Mihemed, çekdarekî DAIŞê yê berê yê tevlî proseya aştîyê bû, got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Dema ku hêzên hevpeymanîyê û Amerîkayê kesên ku durist kirine topbaran kirin: Yekem, hemû nîşan teqez dikin ku wan terorîzm çêkiriye û destên wan bi xwîna qurbanîyên ku bi destên dardestên wan hatine kuştin sor bûne, û duyem, ku wan alternatîv dît û ew girîngîyê didin wan.

BERSIV BIDE