Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Tehrîr el-Şam digire ser Maeret Numanê, agirbestê bin pê dike

Welêd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanê Maeret Numanê di kerwanê şînîya hevalekî xwe de beşdar dibin, hevalê wan ê di êrîşa roja Yekşemê (15ê Nîsanê) ya Tehrîr el-Şam li ser bajar hat kuştin. [Wêne ji Hanî Numan hatiye wergirtin]

Ciwanê Maeret Numanê di kerwanê şînîya hevalekî xwe de beşdar dibin, hevalê wan ê di êrîşa roja Yekşemê (15ê Nîsanê) ya Tehrîr el-Şam li ser bajar hat kuştin. [Wêne ji Hanî Numan hatiye wergirtin]

Tehrîr el-Şam roja Yekşemê (15ê Nîsanê) hewldaneke surprîzek kir, wê girte ser bajarê maeret Numanê yê li bakur û rojavaê Sûrîyayê û kontrol kir, wê agirbestek bi Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî re bin pê kir, agirbesta tenê çend rojan berdewam kir.

Êrîşê di berbanga roja Yekşemê de dest pê kir, şer berdewam kir heta saetên êvarê, çalakvanekî ji Maeret Numanê bi navê Hanî Numan ji Diyaruna re got.

Bi êrîşa li ser bajarê parêzgeha Idlibê, Tehrîr el-Şam agirbesteke wê bi Enîya Rizgarkirnê ya Sûrî re li ser li hev kiribû bin pê kir , Enîya Rizgarkirnê hevbendiyeke nû ye û Nûredîn Zinkî, Ehrar el-Şam û komin din ên opozîsyonê dihundirîne.

Êrîşê hişt ku şer êi derdora bajar dest pê kir şerê ku heta êvarê berdeam kir, bi çekdarên Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî da ku rêyê li ber pêşketina Tehrîr el-Şam bigirin.

Çekdarê Tehrîr el-Şam li kolanên bajarê parêzgeha Idlibê tên dîtin. Hevalbenda Tund, ya ku Enîya Nusrayê ya berê serwerîya wê dike, şer dike daku kontrola tevahiya parêzgehê bike. [Wêne ji Hanî Numan hatiye wergirtin]

Çekdarê Tehrîr el-Şam li kolanên bajarê parêzgeha Idlibê tên dîtin. Hevalbenda Tund, ya ku Enîya Nusrayê ya berê serwerîya wê dike, şer dike daku kontrola tevahiya parêzgehê bike. [Wêne ji Hanî Numan hatiye wergirtin]

"Ev êrîşa Tehrîr el-Şam a herî dijwar bû, komê navgînên çekdar, tank û topavêjên giran bikar anîn," Numan got.

Şer gelekî dijwar bû li derdora bajêr ji alîyê bakur, rojhilat û başûr ve, wî anî ziman, bi taybet li siwênkarên av û hekrebeyê û xala pêşkinînê ya Naûrayê.

Li gorî jêderên xwecihî, bêtir ji 25 çekdarên wê di şeran de hatin kutin, bi dehan birîndar bûn û hejmarek ji wan ji alîyê Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî ve hatin girtin, Numan got.

Sê ji çekdarên Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî di pevçûnan de hatin kuştin.

Sivîlek ji maeret Numan hat kuştin û dehên din birîndar bûn û aniha li hundirê bajar ew tên dermankirin, wî got.

Niştecî qebûl nakin bên bindestîkirin

"Ji berê ve niştecîyê Maeret Numanê îlan kirin ew red dikin ku bikevin bin destê Tehrîr el-Şam de, ya hewlda ku kontrola encumena xwecumena xwecihî û hemû sazemenîyên malî û yên xizmetguzarîyê bike," Numan got.

Wî got ku ev gav hewldanek bû niştecîyên bajar bindest bike û bacan li ser wan ferz bike, wî anî ser ziman ku bajar li hev kiriye ku li ser ya xwe bimîne derbarê vê dozê.

Derbarê şerê berdewam, wî got ku "tevî ku Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî piştgirîyê dabîn dike, lê niştecîyên bajar ew in ên şer dikin û berevanîya bajarê xwe dikin".

Êrîşa li ser Maeret Numanê hat cîbicîkirin di heman dema êrîşa Tehrîr Şam li ser gundearê başûrê Idlîbê, wî not kir.

Şer bi dawî bû û hevbendîyê dest danîser Morak, bajarê Xan Şêxûnê û bajarokên Şêx Mustefa, Moqa, Kefer Ên, Hiş, Sehyan, Şêx Damis, Kefer Mazda, Medaya û Amirirayê û ew kontrol kirin.

Heta aniha Tehrîr el-Şam di şerên dijwar de ye bi Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî re li derdora Tel As û Numanê, wî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500