Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Derbasbûna komîteya lêkolînkirina çekên kîmawî bo Dûmayê hat astengkirin

AFP

Wêneyek roja 16ê Nîsanê hatiye kişandin baregehên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî li Lahay û Holendayê diyar dike. [Koen van Weel/ANP/AFP]

Wêneyek roja 16ê Nîsanê hatiye kişandin baregehên Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî li Lahay û Holendayê diyar dike. [Koen van Weel/ANP/AFP]

Heta aniha Rûsya û Sûrîya destûr nedane mîsyona şopandina rastîyê ya girêdayî çavdêrîya navdewletî ya çekên kîmawî ku derbasî Dûmayê bibin daku peygerînê derbarê angaştinên girêdayî êrîşên gaza jehrîn bikin, balyozxaneya Biritanî li Lahayê îro Duşemê (16ê Nîsanê) got.

Ev angaştin hat dema ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) giftûgoyên lezgîn derbarê êrîşa kîmawî ya angaştkirî kirin, ya ku bû sedema êrîşên asmanî yên Rojavayî li ser Sûrîyayê roja Şemîyê.

Serokê OPCW Ehmet Uzumcu di civîneke girtî de got ku mufetişên wan bi ser neketin ku derbasî çeperê bibin, balyozê Birîtanî li Holendayê got.

Uzumcu got ku "rêjîma Sûrî û Rûsya metirsîyên ewlekarî dikin bihane," balyoz Peter Wilson di konferenseke rojnamevenî de got.

Rûsî û Sûrî "nikarîbûn ewlekarîyê ji şandeyê re misoger bikin daku bo vê mebetê biçe Dûmayê," Wilson anî ziman, wî got ku ti dem ji serdana wan re destnîşan nekirin.

Balyozê Amerîkî bo Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî Ken Ward Duşemê tirsa xwe derbirîn kir ku dibe Rûsya here deverê û delîlan "ji holê rake".

Di rêya giftûgoyên lezgîn re"em fêm dikin ku dibe Rûsya serdana çepera êrîşê," wî got. "Em dirisin ku ew bi esd bi delîlan bilîzin daku hewldanên misyona şopandina rastîyê ya girêdayî OPCW têk bibin di cîbicîkirina peygerîna çalak."

Giftûgo li baregeha OPCw çêbûn piştî du rojan ji pêlên mûsekî yên cezayî li Sûrîyayê yên ku hêzên Rojavayî avêtin piştî êrîşa çekên jehrîn di 7ê Nîanê de li Dûmayê.

Biryar e ku tîm roja Yekşemê dest bi karê meydanî bike, lêbelê bi berpirsiyaran re li hotêlekê li Şamê civiyan, û agahiyên li dor xişteya wan a kar dûrî çapemeniyê hatin gihiştin.

Kremlin angaştên li dor bertengkirina Rûsya ji karê tîmê red kirin.

Jihevxistina bernameya ''raz'' a Sûriyê

Mûşekên ku gemiyên şer ên Amerîkî, Fransî û Brîtanî berdan saziyên kîmawî roja Şemiyê mezintirîn êrîşa rojavayî ya li dijî rejîmê pêk tînin di cenga heft-salî.

Rûsî Şamiyê bi binket di qezenckirina piştevaniya NY bo şermezarnameyekê li hember êrîşên asmanî yên Rojavayî.

Di OPCWyê de, Fransa dewlet dewlet han dan ku piştgiriya karê rêxistinê bikin daku programa "raz" a çekên jehrîn a Sûriyê ji hev bixin.

Piştî êrîşên dawîn, "em hemû dizanin ku Sûriyê programeke raz a kîmawî ji 2013an ve domandiye", balyozê Ferensî Filîp Lalioyt got.

"Ev rastî beyan in, ew derewên herî kirêt dikin, û xwe dispêrin redkirinên mezin," wî got.

Wî got ku divê berîtî bo alîkarîkirina OPCWyê be bo "qedandina jihevxistina programê Sûrî".

Êrîşa li ser Dûmayê, ku piraniyan pisporan dibêjin ku kloên di wan de hatiye bikaranîn di cihê gaza sarîn de, herî kêm 40 kes kuştin, li gorî tîmên nûjdariyê yên navxweyî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500