Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rahênerên Ferensî Ajansa Dijî Terorîzêm ya raqê rahênan dikin

Xalid Ta´î

Endamên Ajansa Dijî Trorîzmê ya Îraqî tevlî korseke rahênanê dibin li akadimîya CTS li Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Endamên Ajansa Dijî Trorîzmê ya Îraqî tevlî korseke rahênanê dibin li akadimîya CTS li Bexdayê. [Wêne ji Ajansa Dijî Terorîzmê hatiye wergirtin]

Rahênerên serbazî yên Ferensî Ajansa Dijî Terorîzmê ya Iraqî (CTS) rahênan dikin da ku kapesîteya leşkerên wê yên ku operesyonên astbilind pêk tînin qayim bike.

Hikûmeta Îraqî peymanek bi Ferensayê re di 10ê Cotmeha 2017an de wajû kir, ji bo ku artêşa Ferensî CTSê di warên mîna parastina sînor, şerkirina komên terorî li biyabana rojavayê Îraqê û jihevxistina cebirxaneyên teqîner rahênan bike.

Rahênerên ji Firqeya Kar ya Narvîkê ya Ferensayê endamin ji CTSê derbarê dîtin û dan û standina bi teqînên bidestçêkirî re rahêna kirin di rahênana ku mehekê dirêj da ji 22ê Kanûna Duyem heta 17ê Sibatê.

Pêşxistina karînên CTSê

"Du ast ji rahênanê hene yên ku leşkerên me li akadimîya Ajansa Dijî Terorîzmê li Bexdayê werdigirin," Berdevkê CTS, Sebah Numan ji Diyaruna re, got.

Asta yekem rahênana laşî û ya Derûnî ya bingehîn digire xwe ya ku leşkeran ji asta rahênanê ya duwem re amade dike, wî got.

Asta duyem, a ku ji alîyê rahênerên Ferensî û yên navdewletî yên din tê hînkirin, "rahênaneke serbazî ya astbilind, daketina asmanî bo armacin destnîşankirî, dan û standina bi dijmin re ji mesefeteke nêzîk, girtina dijmin û rizgarkirina girewekan" digire xwe, wî got.

Herwiha leşker hîn dibin çawa çekên pêşketî bi kar bînin û teknîkên serbazî yên herî nûjen di operesyonên taybet de wergirin, teknîkên girêdayî girtina şaneyên teror û çavdêrîya endamên wan bikin.

"Rahênerên Ferensî pisporîya xwe ya kûr li ser bingeheke berdewam diguhêzin bo leşkerên me di rêya organîzkirina avakirina kapasîteyê û korsên rahênanê yên hevbeş," wî got.

"Em di heman armancê de hevpar in, armanca qayimkirina kapasîteya CTSê û alîkarîyê bi endamên wê re bikin ku operesyonên herî zehmet cîbicî bikin," wî got.

Alîkarîya berdewam

CTS hat damezrandin da ku operesyonên taybet li orta erdê dijmin cîbicî bikin û bidin dû terorîstên ku xwe li biyaban û deverên niştecihî vedişêrin bigirin, Numan got.

Yekîneyeke CTSê xebatkarekî berz ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di rêya daketineke asmanî re li biyabana Enbarê berî bêtirî hefteyekê girt, wî got.

Girtin "encama operesyoneke xwedî Kwalîteyeke astbilind ji alîyê CTSê" ve bû, wî anî ziman.

Îraq û Ferensa xwedan têkilîyên dîrokî yên dûr û dirêj û "alîkarîyeke dûalî ya zor baş" in, Numan got, wî not kir ku di şerê rizgarkirina Mûsilê de, Ferensîyan du balefirên kifşkirinê terxan kirin da ku CTSê bi agahîyên istixbaratî derbarê tevgera DAIŞê dabîn bike.

"Herwiha wan alîkarî bi me re kir da ku gelek veşartgehên dijmin bi êrîşên asmanî armanc bikin," wî got.

Piştî rizgarkirina bajaran ji DAIŞê, aniha hikûmeta Iraqî hewl dide ku hêzên xwe yên çekdar di rêya ku xwe bispêre pisporîya welatên din ava bikin û wan rahênan bikin, di nav wan welatan de Ferensa, parlementerê Îraqî Nayif Şimerî ji Diyaruna re got.

CTSê roleke sereke di operesyona rizgarkirinê de lîst, wî got, wî anî ziman ku "pêwîst e ku em berdewam kapasîteya wan ava bikin li gor pêşketinên [nûjen] di warê sîstem û planên serbazî de"

"Ferensa welatekî mezine, artêşa wî hêzdar e û çi tekoşîna hevbeş pê re qezenceke girîng e ji hêzên me re," wî got.

Hêzeke nû

Alîkarîya bi Ferensayê re beşeke ji hewldanên hikûmeta Iraqî da ku hêzeke serbazî ya nû damezrîne, Hêzên Veguhestina asmanî, pisporê stratîjî Ehmed Şerîfî ji Diyaruna re got.

Hêza nû dê girêdayî CTSê be û ew dê operesyonên ewlekarî yên astbilind cîbicî bike, wî got.

Şerîfî not kir ku damezrandina hêzeke mîna vê hewcedarîya wê bi karmendin heta asteke bilind rahênankirî heye yên dikarin "tektîkên şer ên nûjen" bi kar bînin.

"Ferensa û welatên hevpeymanîyê yên din dê karibin alîkarîya Iraqê di vî warê de bikin ji ber pisporîya wan ya xurt di warê daketina asmanî û çavdêrîya tundan de," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

4 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Karmendên Ajansa Dijî Terorîzmê leheng in!

BERSIV BIDE

Ez hêvî dikim ku tevlî ajansa dijî teroriçê bibim.

BERSIV BIDE

Hêvî dikim ku ez biçim û bi hêzên dijî terorîzmê re rahênan bibim.

BERSIV BIDE

Ecêb e!!

BERSIV BIDE