Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Serokên cîhanê û gelê Sûriyê pêşwaziya êrîşên asmanî dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Duman bilind dibe ji navendên sazkirina çekên kîmawî yên Sûriyê li nêzî Şamê di berbanga Şemiyê (14ê Nîsanê) de, piştî operasyoneke hevbeş a Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li dijî rejîma Sûriyê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Duman bilind dibe ji navendên sazkirina çekên kîmawî yên Sûriyê li nêzî Şamê di berbanga Şemiyê (14ê Nîsanê) de, piştî operasyoneke hevbeş a Amerîka, Fransa û Brîtanyayê li dijî rejîma Sûriyê. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Di mezintirîn êrîşa leşkerî de heta aniha li dijî rejîma Sûriyê, berpirsiyarên Rojavayî gotin ku rokêtên Krûs û moşekên hewayî-erdî demjimêrên destpêkê yên Şemiyê (14ê Nîsanê) cihên ku li gorî angeştên wan têkildarî çekên kîmawî bûn kirin armanc.

Amerîka, Brîtanya û Fransa êrîşên asmanî beriya berbangê pêk anîn di bersivdayîna êrîşên kîmawî yên 7ê nîsanê, asmanê Şamê ronî kirin dema ku teqînan erd dilerizand.

Êrîşa bi gazan a heftiya borî nav lê kir "tawanên hovekî", Donald Trump kiryara li dijî Serok rejîma Beşar Esed îlan kir li civîneke Koşka Sipî.

Armancgirtina saziyên çekên kîmawî

Armanc pêk tê ji saziyeke lêkolînên zanistî li Şamê, depoyeke çekên kîmawî li rojavayê Humsê û cihekî sêyem li Humsê ku fermndariyek û depoyeke alavên çekên kîmawî vedihewîne, leşkeriya Amerîkayê got.

Medya hikûmeta Sûriyê ragihand ku bi tenê sê kes di êrîşan de haine kuştin, lê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê got ku "tu qurbanî" di nava sivîl û kermndên serbazî yên Sûrî tune ne.

Generalê Amerîkî Jo Dunford, endamê Serleşkeriya Hevbeş, got ku tu planên operasyonên dn tune ne û da zanîn ku wan gelekî hewl da ku tu bingeheke leşkerî ya Rûsî nekir armanc, Rûsyaya ku piştgiriya rejîma Esed dike.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku "navendên lêkolînên zanistî" û "çendîn bingehên serbazî" yên di êrîşên asmanî de hatin armanckirin "bi temamî hatibûn valakirin".

Ajansa Nûçeyan a SANA a dewletê got ku çendîn mûşek li navendekeav zanistî li Berzayê, li bakurê Şamê, da û "avahiyek wêran kir ku labên zanistî û navendeke rahênanê dihundirîne".

Fransayê ragihand ku êrîşên asmanî yên hevbeş "beşekî mezin" ji stokên çekên kîmawî yên Şamê wêran kirin.

"Komgemî û komfirokeyên" Amerîka, Brîtanya û Fransayê beşdar bûn di êrîşên asmanî de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Matis got ku duqatê cebilxaneya ku hat bikaranîn di êrîşên asmanî yên Amerîkî yên par li Sûriyê hatin pêkanîn di vê êrîşê de hat wezîfedarkirin. Sala par 59 mûşekên Tomahok hatin berdan.

Wezareta Berevaniyê ya Brîtanî got ku çar firokeyên Tornado mûşrkên Siya Gerdelûlê li bingeha li rojavayê Humsê xisitn.

Fransayê got ku wê sê mûşekên kirûz ji Deryaya Sipî û neh ji balafirên şer ên Rafal yên li bingehan berdan.

Tê gotin ku Amerîkayê bombeyên B-1 di êrîşa asmanî de pêkanîn, lê leşkeriya Amerîkî tu agahiyên berferehtir nedan.

Leşkeriya Rûsî got ku hevpeymanan 103 mûşekên Kirûz berdan, Lêbelê sîstemên berevaniyê yên hewayî yên Sûrî karîn rê li ber 71ê ji wan bigrin.

"Agahiyên hewalgirî yên hûr"

Wezîrê Derve yê Fransî, Jean-Yves Le Dryan Şemiyê got ku Fransa ligel wê "agahiyên hewalgirî yên hûr" hene ku rejîma Sûriyê li pişt êrîşa kîmawî ye, ya li dijî bajarê Dûmayê, yê li jêr kontrola opozîsyonê, heftiya borî pêk hat, rewangehê jî got ku herî kêm 40 kes tê de hatin kuştin.

"Hîna analîz bi dawî nebûne... lê ew dê rê bidin me ku em hemû gazan nas bikin. Klor hatiye bikaranîn, ev piştrastkirî ye," belgeyên seretayî îşaretê bi bikarhatina gazine din dikin, wî got.

Lê tevî Fransayê tekez kir ku efserên pile bilind ên artêşa Sûriyê fermana êrîşê kirin, Le Dryan got ku ew nikare bibêje ku Esed bi xwe li pey van fermanan e.

Wî hişyarî da ku dê Fransa dudil nebe ku dîsan êrîşên asmanî li Sûriyê pêk bîne eger êrîşên kîmawî bên pêkanîn.

"Derbarê çekên kîmawî, xîzeke sor heye divê neyê derbaskirin, û eger hat derbaskirin careke din, dê destêwerdaneke din hebe," Le Driyan got.

"Lê bawer dikim ku wane hat ezberkirin."

"Divê em piştrast bibin ku çekên kîmawî nayên pêşxistin," wî da zanîn. "Armanc ne hedefkirina hevalbendên rejîmê ye, ne jî hedefkirina saziyên çalak ên rejîma Sûriyê ye."

Le Driyan got jî ku niha Serok Emanwêl Mackron hîna pilan dike ku ji bo Rûsya geşt bike ji bo gotubêjên ligel Serok Vladimir Putin di Gulanê de, hevdem bang li Mosko dike ku bi awayekî avakar biryarên Encumena Ewlekariya NY li ser Sûryê kar bike.

Divê ku em gotûbêjên xwe ligel Rûsya dewam bikin, û dive ku Rûsya bizanine ku wê deng ji bo berjewendiya biryaryên ewlekariya NY (li ser Sûriyê) deng daye û ku dive ew îro bên pêkanîn, û ne ji aliyê berberiya Beşad Esed ve bên pêkanîn,” wî got.

Karvedanên navdewletî

Qeter yekemîn dewleta kendavê bû ku helwesta xwe nîşan da. Daxuyaniyeke ku ji aliyê ajansa fermî ve hat belavkirin piştgiriya xwe ji êrşên asmanî re nîşan da daku êrîşên rejîma Sûrî dijî sivîlan bên sekinandin.

Erebistana Seûdî roja Şemiyê pişgiriya xwe ya temam ji êrşên asmanî re nîşan da, got jî ku ew bersivek bûn ji "tawanên rejîmê li dijî sivîlan" re, li gorî daxuyaniyeke wezareta derve.

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg di daxuyaniyekê de piştevaniya xwe ji êrîşên asmanî re nîşan da, got ku ew "dê karîna rejîmê bo êrîşkirina ser gelê Sûrî bi çekên kîmawî kêm bike".

"Em bixêrhatina vê operasyonê dikin ya ku wijdanê mirovahiyê li hember êrîşa li Dûmayê sivik kir," wezareta derve ya Turkiyê di daxuyaniyekê de got. Wê Şamê bi "tawanên dijî mirovahiyê" tometbar kir.

Serokê Encumena Ewropî Donal Tesk li ser Twitterê got ku Yekîtiya Ewropî piştgiriya êrîşên asmanî dike "û em dê li tenîşt hevalbendên xwe rawestin di helwesta wan a rewa de".

Şewirmenda Elmanî Angela Merkel go ku êrîşên asmanî "destêwerdaneke leşkerî ya girîng û guncan bû".

Komara Çîk, Holanda, Portugal, Romanya, Slovînya û Spanya berevaniyê li êrîşên asmanî dikin û dibêjin ku ew rewa ne ji ber belege hene ku çekên kîmawî hatine bikaranîn.

Hevdem, Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Guteres hişyarî da "hemû welatên endam ku xweragiriyê nîşan bidin di van mercên xeterdar de û xwe ji hemû kiryarên ku rewşê kambaxtir bikin û azarên gelê Sûriyê girantir bikin bi dûr bigrin".

Sûrî pêşwazîya êrîşan dikin

Sûrî li gundewarê Şamê yên bi Diyarunare axivîn pêşwazîya êrîşan kirin, digotin ew bi "kêfxweşî" li bendî êrîşan bûn.

Dr. Henan Brahîm, a ku aniha li Dûmayê ye, ji Diyaruna re got ev cara yekem e ez bi "bextewerîyê dihesim" dema min dengê êrîşên asmanî kirin.

"Piranîya Sûrîyan bi bêneke fereh li bendî êrîşan bûn ji ber rejîm xwe dispêre karînên xwe yên asmanî, yên di rêya wan re ew bombebaranên xwe bi materyalên li ser asta navdewletî qedexekirî ne cîbicî dike weke alavekê daku zextê li sivîl û çekdarên opozîsyonê bike daku zorê li wan bike ku şer rawestînin yan jî wan biguhêzin deverin din, weke çawa li Xûtaya rojhilatî qewimî," wê got.

"Sûrî li gundewarê Şamê gelekî bi şevê bendewarî kirin," çalakvanê xwecihî Beha Sahilî got.

"Wan bi çavên xwe teqîn li baregehên rêjîmê dîtin, baregehên ku vê dawîyê hatin bikaranîn ku gelek ji heval û xizmên wan tê de hatin kuştin," wî got.

Encumena Ewlekarîyê ya NY dê îro Şemîyê bicive li ser daxwaza Rûsyayê da ku êrîşên dawî nîqaş bikin. Sekreterê Giştî Guteres dê di civîna gelemperî de, ya dê saet 11ê sibehê dest pê bibe, ji encumenê re bibêje, berpirsyarekî NY got.

Di heman demê de, pispor ji Rêxistina Qedexekirna Çekên Kîmawî (OPCW) mîsyona xwe berdewam dikin da ku peygerînê di êrîşa gazê ya tê angaştin li Dûmyê bikin tevî êrîşên asmanî yên Rojavayî li Sûrîyayê, desteyê îro Şemiyê got.

OPCW bi "alîkarîyeke mezin" bi pisporên ewlekarîyê yên NY re kar dikin "daku rewşê binirxînin û ewlekarîyê ji tîmê re misoger bikin", desteyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Tenê xiniz û sîxur tên hembêzkirin, lê belê kesên rastgo tên redkirin. Ew in yên dipejirînin ku welatekî Ereban ji jêr destên biyaniyên bêrûmet ve, were êrîşkirin.

BERSIV BIDE