Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Rahêner Fransî karînên artêşa Îraqî pêş dixin

Xalid Ta'î

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 6ê ya Piyade li tenîşt rahênerên leşkerî yên Fransî meşa serbazî dikin di rahênanekê de. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 6ê ya Piyade li tenîşt rahênerên leşkerî yên Fransî meşa serbazî dikin di rahênanekê de. [Wêne ji Wezareta Berevaniyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fransa roleke girîng di xebatên hevpeymaniya navdewletî de dilîze bo bilindkirina taktîk û karînên şerkirinê yên artêşa Îraqî di cenga li hember "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), û ew xebat jî berdewam in.

Tîmeke şêwermendên serbazî yên Fransî ya ku beşeke ji hêzên Fransî yên bi navê Monsabert, bi rahênankirina endamên Firqeya 6ê ya Piyade hatiye erkdarkirin, ew dê piştre hogirên wan jî rahênan bikin.

"Em derbasî hevpariyeke guldar û bandordar bûn bi Fransiyan re, bi rêya şandeyên wan ên rahênankirinê li Îraqê," Fermadarê Firqeya 6ê ya Piyade, emîd Saed Mohsin Urêbî ragihand.

"Fransîyan leşker û efserên me rahênan kirin li çendîn deveran, yên herî xuyayî jî endazyarên serbazî ne," wî ji Diyruna re eşkere kir.

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 6ê ya Piyade rahênanê li ser destê rahênerên leşkerî yên Fransî dibînin. [Wêne ji Fermandariya Firqeya 6ê ya Piyade hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî ji Firqeya 6ê ya Piyade rahênanê li ser destê rahênerên leşkerî yên Fransî dibînin. [Wêne ji Fermandariya Firqeya 6ê ya Piyade hatiye wergirtin]

Wî got ku ev yek rahênanên di warê çepelkirina bombeyên teqîner de, di nav de otombîlên bombrêjkirî û xaniyên mînkirî, dihundirîne.

Urêbî got ku rahênerên Fransî ezmûna xwe di warên mîna derxistina nûjdarî ya birîndaran ji herêma şer û dayîna alîkariya seretayî parve kirin.

Piraniya rahênanê giraniyê dide pêgehandina şerkirinê û fîzîkî, vê yekê jî alîkarî di baştirkirina leyaqeya fîzîkî yan hêzên piyade kir "bo tehemulkirina dijwartirîn zonên şer", wî got.

Wî got jî ku leşker hatin fêrkirin ku asteke bilind a pîşeyî di deverên sivîlan de pêk bînin, û fêr bûn çawa nêzîkatiyê bi dîlan re bikin û serbestberdana dîlan ewle bikin.

Wî got ku rahênan herwhia taktîkên elaqedarê manoverên serbazî sîwan dike.

Urêbî got ku Firqeya 6ê ya Piyade piştgiriyê ji Fransayê werdigre bo heyama sê salan, û ev yek "dûbil bû bi destpêkirina şerê li dijî DAIŞê".

"Em di asteke pêşketî ya hevahengiya hevbeş de ne li gel hevparên me yên Fransî, bi armanca serekî ya rahênankirina hêzên me da ku ew bibin rahêner," wî got. "Em niyaz dikin ku mezintirîn hejmarê ji leşkeran rahênan bikin."

''Pêwendiyeke hêzdar''

"Fransa beşdariyeke nayab û bandordar dike weke beşek ji hevpeymaniya navdewletî," peyvdarê Wezareta Berevaniyê ya Îraqî, emîd Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re eşkere kir.

"Wan [Fransiyan] piştgiriya hêzên me kirin di şerê li hember DAIŞê de bi rêya rahênankirina wan li ser çendîn zîrekiyên şerkirinê û herwiha bi piştgiriya hewayî û bi dayîna çekan bo firqeyên serbazî," wî got.

Wezaret rijd e ku artêşa Îraqî nûbunyad bike weke beşekî ji planeke stratejî ku tê de rahênan berîtiyeke mezin e, Xefacî got.

Fransî "dê xwedan roleke girîng bin di piştgirîkirina xebatên me de, û wan soz da ku piştgiriya hêzên me bikin û karîn û amadekariyên wan ava bikin", wî anî ziman.

"Em bi hewceyî ezmûndariya artêşa Fransî di gelek aliyan de, ew jî paqijkirina bajarên me yên rizgarbûyî ji teqemeniyên ku DAIŞê li pey xwe hiştine, kifşkirina veşargehên rêxistina terorîst, parastina sînoran û avakirina xwetêrdariya leşkeran dihundirîne," wî got.

"Pêwendiya me bi Fransayê re bihêz e û rêzgirtineke hebveş di navbera herdu aliyan de heye," Xefacî got.

Îraq û Fransa ketine di xebatên hevahengî de di "asteke pêşketî" de ne, şehrezayê warên ewlehî, Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku Fransa rahênana şerkirinê pêşkêşî hêzên Îraqî kir, û hêza asmanî ya fransî alîkarî kirin di armanckirina cihên DAIŞê de di cenga li dijî tundrûyan de.

Hevkariya di navbera Îraq û Fransayê de, Ebû Rexîf got, li gel pevguherîna agahiyan, ew jî bû encama girtina elementên xeternak li welatên wan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500