Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Pisporan: Mirina "destê rastê" yê Bexdadî derbeyek bû ji DAIŞê re

Xalid Ta'î

Polîsê Îraqî veşargeheke ''Dewleta Îslamî'' li nêzî hewîcayê kifş dike, ew mişt teqemenî ye. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal ê Îraqî hatie wergirtin]

Polîsê Îraqî veşargeheke ''Dewleta Îslamî'' li nêzî hewîcayê kifş dike, ew mişt teqemenî ye. [Wêne ji Fermandariya Polîsê Federal ê Îraqî hatie wergirtin]

Hêzên Îraqî Duşemê (9ê Nîsanê) serkêşekî bilind ê ''Dewleta Îslamî'' (IDAIŞ) kuştin, pisporan jî ew weke yek ji kesên payebilind û kesê herî xeterdar ji serkêşên mayî pesinand.

Ebû Welîd Şîşanî,"destê rastê" yê serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî bû, hat kuştin li biyabana li başûrê Kerkûkê, Wezareta Hundir a Îraqî got.

Wezaretê got ku çar ji alîakrên wî hatin kuştin di operasyoneke ewlekarî de ku aramc kir endamên DAIŞê li devera Humêrat li Reşadê ji nav bibe.

Şîşanî, nasnameya wî hîna bi temamî nehatiye naskirin, weke şêwirmendê Bexdadî tê naskirin û pilangêrê piraniya êrîşên terorî bû li parêzgeha Kerkûkê, li gorî raportên medyayî.

"Komeke ji belge û lênûs hatin dîtin ku pir giranbuha ne" û bi Şîşanî re bûn, pisporê warê ewlehiyê, Fadil Ebû Rexîf ji Diyaruna re îro Înê (13ê Nîsanê) ragihand.

"Vî terorîstî mêjereke agahiyan li dor navên serkêşên DAIŞê û şanên mayî û çalakî û bunyadên raz ên rêxisitê li gel xwe hilgirtibû," wî got.

Agahî li ser "34 RAM kardan hatibûn barkirin," Ebû Rexîf got

Serkêş "yek li pey yê din tên temirandin"

Kuştina Şîşanî "kêreke din a xurt e di nava dilê terorê de", wî got.

DAIŞ serkêşên xwe yên mayî bo avakirina şanên razayî û pêkanîna êrîşan bikar tîne, wî got, lê heta bi van jî "yek li pey yê din tê temirandin".

Wî got ku rêxistinê di herdu mehên çûyî de herî kêm 42 ji serkêşên xwe yên ku ji dest dan, yên ku ketibûn cihê ew ên hatibûn kuştin di operasyonên derxistina DAIŞê ji Îraqê.

Di dawiya Adarê de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî lêdaneke asmanî li dijî serkêşê DAIŞê Mihemed Ebûd Qadî Îsawî pêk anîn, ew herwiha bi navê Ebû Hîşam jî tê naskirin, dema ku wî otombîla xwe diajot li biyabana li doerdora Rutbayê.

Ebû Hîşam di gelek êrîaşn de cih girt li Bexdayê û parêzgehên başûrî, û serkêşekî girîng bû di tiştê ku DAIŞ nav lê dike Wîlayeta Başûrî de.

Hewalgiriyên çalak

Kuştina Şîşanî û serkêşên din ên terorîst nîşanderekî zelal e li ser çalakiya hewalgirî ya hêzên Îraqî, endamên encumena parêzgeha Kerkûkê, Maen Mihemed ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek ji serkirdeyên DAIŞê û endamên wê hatin kuştin di cenga rizgarkirina bajarê Hewîcayê û deverên derdora wê de, di nav de Reşad.

"Yên sax mane reviyan û xwe di veşargehên zar de veşartine," wî anî ziman.

Paşmahiyên DAIŞê îroj ne ewle ne û jinavbirina wan bitenê dem jê re pêwîst e, Mihemed got, û wî tekez kir ku ajansên hewalgirî yên Îraqî çalak in û "piştgiriyeke mezin ji şêniyên deverê" werdigrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500