Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Mirina serkirdeyê DAIŞê şerê navxweyî di navbera komên hevrik de li Efxanistanê gur dike

Selaam Times û AFP

Qarî Hikmetula, serkirdeyekî berz ê DAIŞê hefteya bûrî li Efxanistanê hat kuştin, di wêneyekê de tê xuyakirin ku vedigere 5ê Nîsanê. Mirina wî "derbeke mezin" bû ji DAIŞê re li bakur, berpirsyarên hevpeymanîyê û yên Efxanî dibêjin. [Wêne ji NATO hatiye wergirtin]

Qarî Hikmetula, serkirdeyekî berz ê DAIŞê hefteya bûrî li Efxanistanê hat kuştin, di wêneyekê de tê xuyakirin ku vedigere 5ê Nîsanê. Mirina wî "derbeke mezin" bû ji DAIŞê re li bakur, berpirsyarên hevpeymanîyê û yên Efxanî dibêjin. [Wêne ji NATO hatiye wergirtin]

Mirina fermandarekî berz ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Efxanistanê parçebûna kur ya di navbera komên rêxistinê yên kevrik kifş kir û herwiha bi giştî derfetên komên terorîst kêm dike.

Hêzên hevpeymanîyê roja Duşemê (9ê Nîsanê) teqez kir ku wan Qarî Hikmetula û zêrevanê wî yê şexsî li parêzgeha Feryabê roja Pêncşemê (5ê Nîsanê) kuştin.

Berpirsyarê, Efxanî û yên hevpeymanîyê rakirina Hikmetula wesif kirin ku êrîşa asmanî ya Amerîkî ya ku berî wê balefirên Efxanî yên bê balefirvan kirin yên dan dû wî heta veşartgeha wî.

Ew serkirdeyê berz ê DAIŞê yê dawî ye ku tê kuştin, ew çarenûsa çekdarên biyanî yê ku tên Efxanistanê da ku tevlî DAIŞê dibin --nçşan dike ku ew dê li ser destên hevpeymanî û hêzên hikûmeta Efxanî werin kuştin.

Nemana serkirdeyan

Hikmetula "welatîyekî Uzbekî" bû yê ku berê tevlî komên milîsan ên din bûbû, di nav wan de Taliban, berî ew tevlî şaxê DAIŞê yê Xurasanê (ISIS-K) bibe li bakurê Efxanistanê, li gor daxuyanîya NATOyê.

Ewserkirdeyekî sereke bû, piştgirîya derveyî û çekdarên biyanî ji dewletên Asyaya Navîn ber bi Efxanistanê ve tanîn, daxuyanîyê got.

Destên Hikmetula di "êrîşên terorîst ên kujer" de hene yan jî ew berpirsyarê wan e û bi Mewlewî Hebîbul Rehman hat guhertin, Wezareta Berevanîyê ya Efxanî roja Şemîyê got.

Tayînkirina Rehman, welatîyekî din Uzbekî yê têkilîyên wî ên demkî bi Talbanê re hene, nîşan dike kurêxistin zehmetî dikişîne di guhertina serkirdeyê xwe de û ew mecbûre xwe bispêre çekdarên biyanî yên dilsozîya wan dudilî ye, daxuyanîya NATOyê got.

Ev gav bû sedema şerekî yekser di navbera sê komên hevrik ên DAIŞ-K, parçebûn di navbera çekdarên biyanî ji Sûrîya û Şîşanê, alîgirên Hikmetula li bakurê Efxanistanê û enndamên DAIŞê yên Efxanî ji beşên din ji welat, berpirsyarên hikûmeta Efxanî yên xwecihî got, New York Times ragihand.

Hikûmeta Efxanî û hêzên hevpeymanîyê "Hikmetula kuşt û ew dê çi cîgirê pişt wî re were bikujin" Fermandarê Misyona Piştgirîya Çareserîyê yê NATOyê ferîq ewel Jon Nîkolson got, li gorî daxuyanîya NATOyê. "[ISIS-K] dê were rakirin."

Hêzên hevpeymanîyê û yên Efxanî êrîşên asmanî û yên bejî li dijî çekdarên DAIŞê li Jawzjanê di van mehên dawî de zêde kirin ji ber rêxistin hewl dide ku cihê xwe li welat berfereh bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Qedera wî dojeh be... Cihê herî xirab ê dojehê para wî û mezinên wî û şopdarên rêya wî be!

BERSIV BIDE