Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Karwanekî Ceyş el-Îslam ji Dûmayê digihe bakurê Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêer li Qahîrayê

Nifşê yekem ji girtîyan ên ji alîyê koma opozîsyonê ya Ceyş el-Îslam hatin berdan tê pêşwazîkirin dema ew gihan Şam. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Nifşê yekem ji girtîyan ên ji alîyê koma opozîsyonê ya Ceyş el-Îslam hatin berdan tê pêşwazîkirin dema ew gihan Şam. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Endamên Ceyş el-Îslam û malbatên wan di kerwanekî di Dûmayê roja Sêşemê (10ê Nîsanê) gihane bakurê Sûrîyayê, weke beşekî ji lihevkirina li ser derketina wan li hember berdana bi dehan girewekên alîgirê rêjîmê.

Lihevkirina, ku roja Yeşemê çêbû, hat piştî rojekê ji êrîşa kîmawî ku hat ragihandin ku herî kêm 48 kes li Dûmayê tê de hatin kuştin, ya ku bo sedema qehreke cîhanî û bang kir bo peygerîneke serbixwe û bêalîderbarê bûyerê.

Analîzer dibêjin dibe ku rêjîmê bijart ku êrîşa gaza klorê da ku ti xisaretên mezin di nav hêzên wî de şênebin û misoger bike ku Ceyş el-Îslam ji Dûmayê derket li gor şer û mercên ku Şamê destnîşan kiribûn, AFP ragihand.

"Li şûn ku kûr di hundirê Dûmayê de here û şerên giran ên xwînawî bike, êrîşeke bi ekên kîmawî hat bi kar anîn da ku tisê bixe dilên niştecîyan de ên ku Ceyş el-Îslam piştgirî ji wan werdigirt," analîzerê Sûrîyayê Nîk Heras got.

Basên ku endamên Ceyş el-Îslam û malbatên wan ji bajarê Dûmayê dervey Şamê diguhêzin bajarê Cerablusê yê parêzgeha Helebê di derbasgeha Wafidînê re li Xûtaya Rojhilatî derbas dibe. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Basên ku endamên Ceyş el-Îslam û malbatên wan ji bajarê Dûmayê dervey Şamê diguhêzin bajarê Cerablusê yê parêzgeha Helebê di derbasgeha Wafidînê re li Xûtaya Rojhilatî derbas dibe. [Wêne ji Beha Sahilî hatiye wergirtin]

Pêncî bas ên radihîjin endamên Ceyş el-Îslam gihan bajarên Izaz û Cerablusê yên parêzgha Helebê piştî komîteyeke sivîl ji alîyê niştecîyên Dûmayê hat erkirin ku giftûgoyê bi rêjîmê re bike bi ser ket ku bigihe lihevkirineke dawî bo agirbestê.

Lihevkirinê bang li Ceyş el-Îslam kir -- ya ku koma opozîsyonê ya herî mezin e li deverê û kontrola Dûmayê dike -- ku bi dehan girtîyan, sivîl û çekdarên alîgirê rêjîmê berde, hin ji wan ev bû bêtir ji sê salan ew girtine.

Li hember berdana wan, endamên Ceyş el-Îslam, malbatên wan ûsivîl ên xwestin ji bajar li gundewarê Şamê derkevin, ew dê destûr ji wan re hebe ku ber bi bakur ve herin, ber bi bajarê Cereblusê ve.

Nakokî û gîrokirin

Karwana derketina çekdarên Ceyş el-Îslam û malbatên wan dereng ma piştî ku bas li derbasgeha Wafidînê kom bûn, çalakvanê hewarçûnê yê xwecihî Beha Sahilî ji Diyaruna re got.

"Nakokî li deverê zêde bû piştî dilsozên rêjîmê gef kirin û gotegot belav kirin ku ew dê êrîşî kerwanê bikin dema ew di deverên li jêr kontrola rêjîmê re derbas bibe di rêya xwe de ber bi bakur ve," wî got.

"Hêzên rêjîmê û sivîlên alîgirê rêjîmê enirîn dema wan nas kir ku tenê 75 girtî gihane stadyoma sporê li paytextê Şamê piştî ew li Dûmayê hatin berdan," wî got.

Rêjîmê digot ku bêtir ji 5000 girtîyan hene, wî got, ev yek dide xuyakirin ku ew hewl dide hejmara kesên di şer de hatin kuştin binixumîne.

"Kerwanê dest pi geşta xwe nekiriye heta ew misogerîyên xurt bo ewlekarîya rêwîyan bi dest nexin," Sahilî got.

Lihevkirina dawî mîna ya ku di dawîya Adarê de giha rêyeke girtî, wî not kir.

Ev yek tê wateya ku bajar dê ji alîyê komîteyeke sivîl ya ji niştecîyên Dûmayê pêk tê were birêvebirin, hevpar bi komîteyeke ku nûnerîya sazemenîyên rêjîmê dike.

Niştecîyên bajar dê rê li pêşîya wan hebe ku rewşa xwe ya ewlekarî bi rêjîmê re çerser bike û yan ew dê herin bakur di navbera şeş mehan de, wî got.

Li gorî şert û mercên vê lihevkirinê, ajansên ewlekarîyê dê astengîyan ji sivîlên bajar re çênekin, li gor misogerîyekê ji alîyê Rûsyayê, sponsera lihevkirinê û polîsê serbazî dê li bajar û derdora wî bo misogerkirina ewlekarîya niştecîyan were belavkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500