Nûçeyên Iraqê
Penaber

Cewad Xefarî "Mîmarê" plana Îranî ya Sûrîyayê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Cekeralê Îranî Cewad Xefarî serekplangêrê ku çekê Feyleqa Pasdaran ya Şoreşa Îslamî li Sûrîyayê bi rê ve dibe. [Wêne ji Înternetê hatiye wergirtin]

Cekeralê Îranî Cewad Xefarî serekplangêrê ku çekê Feyleqa Pasdaran ya Şoreşa Îslamî li Sûrîyayê bi rê ve dibe. [Wêne ji Înternetê hatiye wergirtin]

Navê fermandarê Feyleqa Pasdaran ya Şroreşa Îslamî (IRGC) Cewad Xefarî bûye hevwate ji cîbicîkirina plana Îranî li Sûrîyayê, Sûrîyên ku rewşê as dikin ji Diyaruna re dibêjin.

Li beregeha wî li başûr û rojhilatê Helebê, Xifarî yê -- herwiha weke Seyid Cewad û Hac Cewad Xefarî tê naskirin -- serperiştîya hemû milîsên ku Îranê çêkirine da ku li şûn wê li Sûrîyayê şer bikin, zabitekî Artêşa Sûrî ya Azad (FSA), Selah Afisî, li gundewarê parêzgeha Helebê got.

"Fermandarê Feyleqê Pasdaran diguheze û endamên milîsên mezhebî ji welatên mîna Îraq, Libnan û Efxanistanê belav dike, da ku plana IRGC cîbicîbikin û rêyeke bejî Tehranê bi Bêrûtê ve girêde ava bikin," wî got.

Ev destwerdan ne ji ber ku IRGC ji Sûyayê û rêjîma wê hes dike, lê belê ji ber ew biryar daye ku plana xwe ya berferehker li Rojhilata Navîn cîbicî bike, wî not kir.

Feyleqa Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranî alîkarî ji hin beşan li Sûrîyayê dabîn dikin, alîkarîya ku çavdêr dibêjin hewldaneke da ku piştgirîyê ji hebûna xwe li welat misoger bike û plana xwe ya ferehkar li Sûrîya û herêmê cîbicî bike. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin]

Feyleqa Pasdaran ya Şoreşa Îslamî ya Îranî alîkarî ji hin beşan li Sûrîyayê dabîn dikin, alîkarîya ku çavdêr dibêjin hewldaneke da ku piştgirîyê ji hebûna xwe li welat misoger bike û plana xwe ya ferehkar li Sûrîya û herêmê cîbicî bike. [Wêne ji Şiyar Turko hatiye wergirtin]

Bargeheke serbazî ya girîng ya Feyleqa Pasdaran li Helebê, serbazgeha Şêx Necar, ya herî mezin li herêmê heye û milîsên girêdayî Feyleqê Pasdaran gelek deveran li bajar, bi taybet li beşên rojhilatî kontrol dikin, Efisî got.

Di nav wan deveran de, taxên Meşhed, Başkoy, Saxûr, Heyderîyê, Mesakin Henano û Şear

Ev komên bi piştgirîya Îranê bi bikaranîna tund ji hêzê re tê naskirin li hemû deverên Sûrîyayê yên ew lê hazir in, wî got, di nav wan de deverên gelek niştecihî.

"Tiştê ku li Xûtaya Rojhilatî diqewime delîlekî diyar e li ser tawanbarîya sîstematîk" yên ku ev kom pêk tînin, wî got.

"Mimarê" plana Îranê

Xefarî ew e mîmarê plana Îranî li Sûrîyayê, rojnamevanê Sûrî Mihemed Ebdula ji Diyaruna re got.

Ew serplangêrê ku çekên IRGC li ser erda Sûrî bi rê ve dibe, ew bi awayekî tam ji rêjîma Sûrî serbixwe ye, tevî hewldanên jêderên medyayêa IRGC ku bidin xuyakirin ku ev yek ji bo piştgirîya kesên Sûrî û rêjîmê dibe, wî got.

Milîsên girêdayî IRGC ên li Sûrîyayê kar dikin hêzê bi awayekî tund di operesyonên şer û yên kifşkirînê de bi kar tînin, ew ti carê qanûnên mirovî û yên navdewletî raçav nakin, Ebdulla got.

"Delîlê herî mezin li ser vê yekê tiştê ku di şerên Helebê de qewimîn û tiştê aniha li gundewarê Helebê û Xûtaya Rojhilatî jî diqewime, cihê ku ev milîs roleke rêberî di şer dilîzin," wî got.

Xefarî, yê ku herwiha weke "qesabê Helebê" tê naskirin di sala 2014an de hat guhestin bo Sûrîyayê û di şerên Helebê û dorpêçkirina wê de navê wî derket, wî got. ew bi bikaranîna hêza tund tê naskirin bê ku cudahîyê bixe nav armancên srbazî û sivîlan de.

Di sala 2016an de, hat gotin ku ew li dû astengkirina hewldanên derxistina çekdarên opozîsyonê û sivîlan ji deverên dorpêçkirî li rojhilatê Helebê bû, li gorî Ebdula.

Xefarî bi alîkarîya veşandîyê xwe Ebû Baqir fermandarîya "Tabûra 18,000" dike, wî got.

Herwiha ew fermandarîya yekîneyên taybet ên ji 7,000 çekdar pêk tên dike, çekdarên ji neteweyên cuda ne, di nav wan de Iraqî, Îranî, Sûrî, Libnanî, Efxanî û Pakistanî hene, wî anî ziman.

Xefarî fermandarîya piranîya yekîneyên Hizbulahê Libnanî, liwayê Nujebaa Iraq, Tabûra Fatimyûn ya Efxanî û Tabûra Zeynebiyûn ya Pakistanî kiriyepiştî mirina fermandarê IRGC yê berê Husên Hemednî li Sûrîyayê di şert û mercin nezelal de.

"Hecmê hêza ku ev kom jê pêk tên ya li jêr kontrola wî ya yekser herî kêm digihe 15,000 çekdaran û guhestina çekdarên ne Sûrî ji Iraq û Îranê li jêr serperiştîya wî ya yekser hat cîbicîkirin," Ebdulla got.

Ber bi guhertina dîmografî ve dibin

Yek ji hêmanên sereke ji plana Îranî ew e ku guhertina dîmografî li gelek deverên Sûrî çêkin, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re got.

Îran, di rêya destwerdana wê ya serbazî ya yekser, dibe sedema bêwarkirina Sûrîyan bi awayekî berfereh, yan wan diguheze deverin din yan jî zorê li wan dike ku bi temamî ji Sûrîyayê dekevin, wî got.

"Armanc ew e ku beşinan ji Şamê û deverên wê yên gundewarî, Heleb, Hema û Dêrazorê ji Sinîyan vala bike û li şûna wan Şiîyayên Sûrî û ne Sûrî bi cih bike," wî got.

Ev gav hat dîzaynkirin da ku hebûna Îranê li welat bû demeke dirêj ya tê misoger bike û karibe çi opozîsyona li dijî hebûn û dirêjkêşanê wê be kontrol bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

8 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Berî her tiştî çawa [hûn ji wan re nabêjin] Erdoğan, Colanî, Şîşanî û Bexdadî ne mîna terorîstan in, û heta niha hûn nav li kesên ku dûrî malbatên xwe ketine bo razîbûna Xwedê û berevanîkirin li Îslam û berxwedanê "çete" û "kujer"? Eger we hinekî hizir li babeta xwe kiribaye berî hûn binivîsînin, dê DAIŞ, Nusra û Ceyş el-Hur kûjer bane, ne kesên diçin Sûrîyayê bo parastina jîyana Muslimanan, û wan jin û zarokên terorîstan jî neyêşandine. Hûn dibêjin ku wî rê neda xelkê ku ji Helebê bar bikin dema ku bajar hat dorpêçkirin. [Ev e rastîya bûyerê:] Terorîstan qebûl kir dema ku ew ji bajarok derkevin, xelkê Fûayê jî dikare bi wan re derkeve. Lewra, dema ew di nîvê şevê de diçûn, vî comerdî, birêz Xefarî, ew rawestandin bo parastina şênîyên Fûayê... Ji ber ku, ev wêne ya birêz Rehmanî, şêwirmendî siyasî yê Feyleqê Pasdaran e.

BERSIV BIDE

Bijî birayo!
Seyid Javad hezkirîyê herkesî ye!

BERSIV BIDE

Ez him heval û him cîranekî Hac Jevad Xefarî me û ez wî her roj dibînin. Ew qet neçûye Sûrîyayê. Ez nizanim ew çawa hat kuştin, ne jî zanim ku gelo ew şêwirmendekî serbazî bû li Sûrîyayê.

BERSIV BIDE

Ev angaşt bi yekcarî derew in. Îranê li Sûrîyayê ye li gorî vexwendina wî welatî û bi merema dabînkirina xizmetguzarîyên şêwirdarî. Ev mîna gotinên DAIŞê û Îsraîlê ne.

BERSIV BIDE

Ev çi tiştên ne rast in?

BERSIV BIDE

Îran ji ber çend sedeman berevanîyê li Sûrîyayê dike, di nav de hebûna Hizbulaha Lubnanî bo şerkirina li dijî Israîlê di demekê de ku Ereb bûne tirsonek û xwe radestî Sehyûnîyan kirine. Sedema din ew e ku rejîma Sûrîyayê berî aniha piştgirîya Îranê kiribû; rejîmê Sûrîyayê alîkarîya Îranê kir dema ku Sedam êrîşî wî wlatî kir. Hemû cîhan bi Sedam re bû, ji bilî Sûrîyayê, ya ku bi Îranê re bû. Herwiha xeterîya terora li Sûrîyayê li ser Îraq û Îranê heye. Lewra Îran şerê terorê li Sûrîya û Îraqê dike. Ew di rastî de berevanîyê li xwe dike, ji ber ku DAIŞê ji Şîeyan ciz dibe. Berî DAIŞê, Wehabîyan hewl da ku Îraq û Îranê wêran bikin, ji ber ku ew her du welatên Şîe ne. Di encamê de, Îran bo parastina xwe destêwerdan kir, û ev yek jî ji hêla Şerîeyê û adetan ve tê pejrandin.

BERSIV BIDE

Ez bawer im ew ji alîyê feyleqa pasvanan ve hatiye kuştin.

BERSIV BIDE

Kêfa min ji nivîsar û nûçeyên we re yên derbarê çi li cîhanê diqewime tê. Ez dê rêzgirtî bim ku ez li kenal ya nûçeyên we temaşe bikim. Spas bo birêveberîyê.

BERSIV BIDE