Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Desteya çavdêrîkirina çekên kîmawî lêpirsînê di êrîşa Dûmayê de dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Du zarok li bajarê Dûmayê li herêma Xûtaya Rojhilatî, ya dikeve derveyî Şamê û li jêr kontrola opozîyonê ye, dermankirinê werdigrin ji ber hilmijîna gaza jehrîn. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Du zarok li bajarê Dûmayê li herêma Xûtaya Rojhilatî, ya dikeve derveyî Şamê û li jêr kontrola opozîyonê ye, dermankirinê werdigrin ji ber hilmijîna gaza jehrîn. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Desteya cîhanî ya kar li ser nehiştina çekên kîmawî dike îro Duşemê (9ê Nîsanê) ragihand ku ew lêpirsînê di raportên li dor angeştên pêkhatina êrîşeke bi gazan li ser bajarokê Dumayê yê dikeve herêma Xûtaya Rojhilatî, ya li jêr kontrola opozîsyona Sûriyê.

Êrîşên asmanî yên rejîmê 42 kes kuştin li Dûmayê roja Şemiyê û roja Înê, 30ê Adarê, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Li gorî Rewangehê, 70 sivîl tûşî tengnefesê bûn roja Şemiyê, 11 ji wan jî mirin, ku çar ji wan zarok bûn.

Rêxistina Xûzeyên Sipî, Ceyş el-Îslam û hêzên opozîsyona Sûriyê yê sereke ragihandin ku Dûma rastî lêdaneke bi êrîşeke kîmawî hat.

Şênî li bajarê Dûmayê li herêma Xûtaya Rojhilatî dermankirinê werdigrin li xaleke nûjdarî piştî ew rastî gazeke jehrîn hatin li gorî gumanan. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Şênî li bajarê Dûmayê li herêma Xûtaya Rojhilatî dermankirinê werdigrin li xaleke nûjdarî piştî ew rastî gazeke jehrîn hatin li gorî gumanan. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Sekreterê Giştî yê NY, Antonyo Guteres Yekşemê got "pir dilnerihet e" bi angaştên bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan li Sûriyê.

Guteres got ku ew "pir nîgeran e" ji ber nûbûyîna dijwariyê li Dûmayê, raportên ku qala êrîşên asmanî û topbarankirinên ku sivîlan dikujin, wêrankirina jêrxaneyê û ziyandarkirina saziyên tenduristî.

Guteres dengê xwe tevlî ên rêberên olî û cîhanî kir, di nav wan de Papa Fransiz, û komên mirovî di şermezarkirina êrîşê de.

Tîmeke şopandina rastiyan

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW) "analîzeke seretayî encam da bo raportên ku angeşta bikarhatina çekên kîmawî dikin yekser piştî ew berdest bûn", rêveberê giştî Ehmed Uzumcu ragihand.

Tîmeke şopandina rastiyan aniha agahiyên berferehtir kom dike li dor êrîa Şemiyê "da ku bibîne gelo çekên kîmawî hatin bikaranîn yan na", wî got, û "nîgeraniya xwe ya kûr" ji rewşa heyî diyar kir.

Şehreza agahiyan didin hev "ji hemû çavkaniyên berdest" û dîtinên wan dê bo 192 welatan, ku Peymanameya Çekên Kîmawî wajû kirin, bên raportkirin, Uzumcu got.

Peymanameya 1993 dewletên endam pênbend dike bi alîkarîkirina nehiştina çekên kîmawî, qedexekirina bikaranîn, pêşxistin, berhemkirin û îmbarkirina wan çekan.

Sûriyê sala 2013an tevlî peymanameyê bû, û OPCW 100% ji stokên dewletê yên eşkerekirî ji madeyên jehrîn wêran kirin, lê belê Uzumcu pir caran gotiye ku valahî di eşkerekirinên ku rejîma Sûriyê dike de hene.

Li gel hebûna "angeştên berdewam" li dor bikaranîna wan li Sûriyê, OPCW misyona xwe ya şopandina rastiyan a serbixwe damezrand di 2014an de. Wê lêkolîn derbarê zêdetir ji 70 haletên êrîşên bi gazên jehrîn li Sûriyê kirin heta niha.

Di 2015an de OPCW tevlî NY bû di sazkirina komîteyeke lêpirsînê ya heveş, bi navê JIM tê naskirin, ku bi destnîşankirina berpirsên êrîşên kîmawî li Sûriyê hatibû erkdarkirin.

Rûsya mafê xwe yê vîto du caran di Mijdarê de bikar anî bo rêgirtin li ber nûbûna komîteyê.

Bersivkirineke leşkerî ya gengaz ji aliyê Amerîkayê ve

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, Jîm Matis îro Duşemê balkişand ser rola Rûsyayê di êrîşa bi gaza jehrîn a tê angeşkirin, û got ku ew bersivkirineke leşkerî bi dûr naxe.

Diviyabû ku Rûsya piştrast kiriba ku stoka Sûriyê ya çekên kîmawî hatiye rakirin di Îlona 2013an de.

"Yekmîn tiştê ku divê em lêpirsînê tê de bikin ew e ku çima çekên kîmawî hîna têne bikaranîn di demekê de ku Rûsya garantîtor bû ji rakirina hemû çekên kîmawî re," Matis li Pentagonê, di cîvnekê de bi hemberê xwe yê Qeterî re, got

Kar li gel hevalbend û hevparên me ji NATO heta bi Qeterê û her aliyekî din, em dê vê pirsê yekalî bikin... Ez aniha tu tiştî bi dûr naxim."

Sala par roja 4ê Nîsanê, bi dehan kes mirin piştî balafirên şer ên rejîmê êrîş kirin ser bajarokê Xan Şêxûn yê li jêr kontrola opozîsyonê , çavkaniyên nûjdarî jî qala nexweşên ku tûşî nîşanên rasthatina li êrîşeke kîmawî kirin.

Girêdayî wê êrîşê, Serokê Amerîkayê Donald Tramp dest da êrîşên asmanî bi mûşekên Tomahawk li dijî serbazgeha asmanî ya Şiyêrat şeva 6-7ê Nîsanê.

Bêhêvî li Dûmayê zêde dibe

Xelk li Dûmayê bizdayî bûn Duşemê, piştî êrîşên asmanî, dema şêniyên bajêr û bêwarên ji beşên din ên Xûtaya Rojhilatî rastî ziyanê hatin, çalakvanê xwecihî Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Wî got ku hîn bi dehan li kilînîkên pijîşkî û nexweşgehên meydanî tên dermankirin, wî da zanîn jî ku xuya ye ku dê hejmara miriyan zêde bibe, û ne her kesên ku di penageh, veşargeh û qatên jêrîn ên avahiyan de ne tîm bi wan ve gihiştine.

Li gorî çavkaniyê nûjdarî yên xwecihî "qurbanî rastî gazên jehrîn hatine, û gelek haletên tengnefesiyê hatine belgekirin".

"Kêliyekê piştî 9 p.m êvara Şemiyê, bajar bû armanca êrîşeke helîkopteran, û nîşanên tengnefesiyê li xelkê dest pê kirin xuya kirin û bêhneke kirêt li deverên hatî topbarankirin belav bû," Bêk got.

Wî got ku gaza jehrîn derbasî veşargeh û penagehan bûn û wî da zanîn jî ku li kêleka bordomanê êrîşên asmanî hebûn, lewra rê li berevaniya sivîl hat girtin ku bigihêje qurbaniyan û wan derman bike.

Wî got ku nîvroja Duşemê, laşên mirî hîna li erdê bûn li cihên ku ew ketine û di kolanên serekî de, û berevaniya sivîl nikare rewşê kontrol bike ji ber hejmara mezin a qurbaniyan û êrîşên asmanî yên berdewam.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500