Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Dadgeha qezenca ne rewa ya Fransî mamê serokê Sûriyê dadgeh dike

AFP

Endamekî Zêrevanên Sivîl ên Spanî dirahêje sundoqeke kartonî, di çarçoveya êrîşên ku mulkên malbata serokê Sûrî, Beşar Esed, kirin armanc de li devera Puerto Banus marîna li seyrangeha Marbêla roja 4ê Nîsana 2017an. Êrîşên, encamên lêpirsînên girêdayî gendeliyê yên ku li Fransayê li dijî mamêm Esed, Rifet Esed hatin destpêkirin, dîtin ku samanên Rifet Esed û malbata wî li Spnayayê hatin desteserkirin dora 736 Milyon $. [Jorge Guerrero/AFP]

Endamekî Zêrevanên Sivîl ên Spanî dirahêje sundoqeke kartonî, di çarçoveya êrîşên ku mulkên malbata serokê Sûrî, Beşar Esed, kirin armanc de li devera Puerto Banus marîna li seyrangeha Marbêla roja 4ê Nîsana 2017an. Êrîşên, encamên lêpirsînên girêdayî gendeliyê yên ku li Fransayê li dijî mamêm Esed, Rifet Esed hatin destpêkirin, dîtin ku samanên Rifet Esed û malbata wî li Spnayayê hatin desteserkirin dora 736 Milyon $. [Jorge Guerrero/AFP]

Dibe ku mamê Serokê Sûriyê Beşar Esed di demeke nêz de were dadgehkirin ji ber angaştên bazirganiya ne yasayî ku bi sedan milyon ewro tê mêjerkirin, piştî ku lêkolîneke ku çar salan dirêj kir di mulkên wî yên ewropî de qediya.

Tê naskirin bi "Qesabê Hemayê", Rifet Esed, aniha 80 salî ye, wî serokatiya hêzeke elît kir a ku serhildaneke Sûnî têk bir li bajarê dikeve navenda welat de di Sibata 1982 de, êrîşa ku canê 10,000 heta bi 40,000 kesan çinî, li gorî angaştên cuda.

Du salan piştre, wî welat terikand piştî kodetayeke binketî li dijî birayê xwe Hafiz Esed, bavê Beşar, yê ku serokatiya Sûriyê kir ji 1971 heta 2000ê.

Samanê Esed yê tê angeştkirin pir geleke, bi awayekî sereke jî di salên 1980an de hatiye komkirin, hea radeya matmayîdariyê: bêtir ji 500 mulkan li Spanya; du koşk li parîsê ku rûberê yekê ji wan 3,000 mterên ducar e; çandingeheke hespan li nêzî paytexta Fransî; 7,300 mterên ducar ji ofîsan li Lyonê

Endamên Zêrevanên Sivîl ên Spanî li tenîşt otombîlnan radiwestin, otombîlên hatin desteserkirin di êrîşên ku mulkên malbata serokê Sûrî, Beşar Esed, kirin armanc li devera Puerto Banus marîna li seyrangeha Marbêla roja 4ê Nîsana 2017an. Êrîş jî encamên lêpirsînên girêdayî gendeliyê yên ku li Fransayê li dijî mamêm Esed, Rifet Esed hatin destpêkirin. [Jorge Guerrero/AFP]

Endamên Zêrevanên Sivîl ên Spanî li tenîşt otombîlnan radiwestin, otombîlên hatin desteserkirin di êrîşên ku mulkên malbata serokê Sûrî, Beşar Esed, kirin armanc li devera Puerto Banus marîna li seyrangeha Marbêla roja 4ê Nîsana 2017an. Êrîş jî encamên lêpirsînên girêdayî gendeliyê yên ku li Fransayê li dijî mamêm Esed, Rifet Esed hatin destpêkirin. [Jorge Guerrero/AFP]

Piraniya van mulkan bi rêya kompaniyê li derve qezenc kirin, ew kompanî li Panama, Kurakao, Lêştenstên, Luksemborg û Gibraltar in.

Li Fransayê bi tenê, nirxê wan bi dora 90 milyon ewro (110 milyon $) hatin mêjerkirin.

Piraniyan wan mulkan dest li ser wan hatiye danîn.

Sala par, mulkên bi dora 691 milyon ewro w(845 milyon $) ku xwedantiya wan vedigere ji Esed re li Spanyayê hat desteserkirin.

Tê payîn ku malbat xwedanên Witanhurst in, ew jî mezintirîn nişîngeh e li Londonê piştî Bukingham Palas, di rêya kompaniyeke sexte de li Panama, beriya wê sala 2007an bifiroşin.

''Asman pere dibarîn''

Çavkaniyeke nêzî dozê got ku rêveberekî berê li Fransayê şirove kir ku "çawa asman pere dibarîn"ji 1996 heta 2010an, û wî got ku wî dora 100,000 ewro (122,000$) mehane dikirin kaş bo dayîna mûçeyên karmandên Esed, ên gelek.

Desthilatdariyên Fransî lêkolînek vekirin di Nîsana 2014an de piştî du komên dijî- qezenckirina ne yasayî, Şerpa û Şefafiyeta Navdewletî, alên sor rakirin.

Piştî du salan, Esed bi reva ji bacan û dizîkirina malên giştî gunehbar kirin.

Dema cara yekem bo cara yekemîn li Fransayê pêşbirî dadgehê bû di Kanûna Yekem a 2015an, Esed hîlker bû, û got ku min malê xwe bi serê xwe birêve nebiriye. "Ez bi tenê baldariyê didim siyasetê," wî pêdagirî kir.

Lê belê, tomarkirinê telîfonî û dîdvanan vajî vê yekê diyar kir, û daxuyandin ku wî kesek wezîfedar nekiribû û ew ji nêz ve hat çavdêrîkirin.

Angaştên têkildarî gendeliyê

Angaştên gendeliyê û dizîkirinê ji çendîn jêderan serî hildan.

Serokê berê yê îstixbaratên Romanyayê, Îon Mihayî Pasepa, di pirtûkekê de nivîsand Diktator Nîkolay Çawşêsko qala Rifet Esed kiriye weke sîxurê xwe li Sûiryê, ku xizmetên girêdayî guhertina qasên mezin ên pera diqedandin.

Lêpirsîner herwiha pişta xwe girê didin bi lêdwanên wezîrê derve yê berê Ebdul Helîm Xedam, yê got ku Hafiz Esed dora 300 milyon $ da birayê xwe sala 1984an bo xwe ji bela wî xilas bike piştî kodetaya beravêtî.

Du-sêyek ji budceya serokê hatin û yê mayî ji qerdekî Lîbî, wiha tê gotin.

Lêpirsîneran têbînî kir ku budce ji sala 1984an ve bilind bûye.

Wezîrê Berevaniyê yê berê, Mustafa Tlas angeşt kir ku "zilamên" Esed alîkariya xwe kirin bi rêya paletên mişt dirav ji banka navendî ya Sûrî û herwiha ji milkên çandî.

Dîdvanekî din jî girîdayî talankirina şûnwaran îfade da, û ji lêpirsîneran re got ku mamê serok "gencîneke giranbuha" ji zeviyekî bapîrê xwe li Sûriyê dizî.

Esed ev angeşt red kirin û got ku ew hewldanên hevrikên wî ne bo şewhandina navûdengiya wî.

Dibe ew rastî cezayan li Swîsrayê jî bibe, ew li wir ji 2013an li jêr lêpirsînê ne têkildarî tawanên şer ên tê angeştkirin ku di salên 1980êyan de hatine encamdayîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500