Nûçeyên Iraqê
Civak

Serdema hevjîyana aştîyane li Deştên Nînewayê pêk tê

Xalid Ta´î

Serokwezîr Heyder Ibadî di konferena derbarê hejîyana aştîyane li devera deştên Nînewayê di 14ê Adarê de diaxêve. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serokwezîr Heyder Ibadî di konferena derbarê hejîyana aştîyane li devera deştên Nînewayê di 14ê Adarê de diaxêve. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Serkirdeyên xwecihî li Deştên Nînewayê dest pê dikin rêgezên serdema hevjîyana aştî cîbicî dikin, yên armanc dikin ku wê parçebûna civakî saz bikin ya dest pê dikir di serdema "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) xirab dibû.

Berpirsyarên hikûmî û nûner ji komên etnîk û olî yên cihêreng li deverê peymana "Hevjîyana Aştîyane li Deştên Nînewayê" di konferensa 14ê Adarê de li bajarê Bertelayê li navçeya Hemdanîyayê imze kirin.

Deştên Nînewayê deverên Hemdanîya, Tel Kêf û Şêxan dihewîne, yên warê gelek civakên cihêreng in.

Peyman nêt dike weke cureyekê ji nexşerêyê ku alîkarîyê serkirdeyên xwecihî bike ku aştî û dewlemendîyê ava bike û mîrata neyînî ya DAIŞê çareser bike.

Berpirsyarên Îraqî kesayetên xwecihîdi konferensa 14ê Adarê de dicivin da ku serdema "Hevjîyana Aştîyane li Deştên Nînewayê" îlan bikin. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

Berpirsyarên Îraqî kesayetên xwecihîdi konferensa 14ê Adarê de dicivin da ku serdema "Hevjîyana Aştîyane li Deştên Nînewayê" îlan bikin. [Wêne ji Ofîsa Serokwezîr hatiye wergirtin]

"Peymana hevjîyana aştîyane çarçoveyên diyar destnîşan kirine da ku kar û barên deverê careke din bi rêxistin bikin," serokê encumena navçeya Hemdanîyayê Fêsel Iskender ji Diyaruna re got.

"Êrîşa ku endamên DAIŞê kirin û dagirkirina wan ya sê salan ji bajarokên Nînewayê re, li gel tawanên ku di pişt re hatin, van heûwan biawayekî neyînî bandor li şîraza civakî ya civaka xwecihî kir," wî got.

Hevjîyana aştîyane

"Piştî rizgarkirina bajarên me di Mijdara sala 2016an de, me dest bi hewldanên rastkirina rewşê kir û me hewl da ku em pirsgirêkên heyî li ser nerîneke diyar çareser bikin, yên ku di rêya war re em hevjîyan û hevgirtinê vedigerînin," wî anî ziman.

V an hewldanan bala hikûmeta federal û rêxistinên xwecihî û navdewletî kişand, ên ku nûner şandin da ku serdana deverê bikin û şert ş mercan li ser erdê lêkolîn bikin, Iskender got.

Vê yekê ber bi konferensê "Hevjîyana Aştîyane li Destên Nînewayê" bir, konferensa ku bi sponserîya Serokwezîr Heyder Ibadî hat lidarxistin.

Di konferensê de, kesên beşdar bi awayekî fermî peymana ji heşt rêgezan ya ku wan bi hev re danî imze kirin -- encama civînên ku nêzî nîv salê berdewam bûn.

"Aniha ew kar dikin çawa tiştên wan dest pê kiriye temam bikin û ew bi hev re şêwirê dikin bê çawa biryarên belgeyê li ser erdê wergerînin," Iskender got.

"Me dest pê kiriye em hazirîyê dikin ku em desteyekê bi navê Komîteya Rîspçyan ava bikin, ku ji 30 endamên hemû pêkhatîyên deverê pêk tê," wî got.

Ev komîte "dê bi hikûmetê re kar bike da ku paymanê cîbicî bîne", wî anî ziman.

Saxbûna qelşên civakî

Peyman rêgezşn ku "mezhebîyet û nijadperistîyê tawan bar dikin û tundî û nefretê înkar dikin û avirandina lihevîya civakî qayim dikin û mafên welatîyan misoger dikin" dihewîne, Iskender got.

Ew bang dike ku qanûnê cîbicî bike û biryarên dadwerî û aqil bi kar bînin di çareserkirina binpêkirinên û tevlihevîyên tekekesî.

Herwiha ew ji xelkê dixwaze ku bi ya fermanên Fermanderê Giştî yên Hêzên Çekdar û ajansên ewlekarî bikin da ku ewlekarîyê biparêzin û xelkê û samanên wan jî biparêzin.

"Peymanê nexşerê xêz kiriye ya ku di rêya helwesteke rastî de hatiye destnîşankirin daku li hermber berhengarîyên li deverê rawestin, berhengarîyên girêdayî vegerandina aramî û aştîya sivîl," Durêd Hikmet, şêwirmendê parêzerê Nînewayê got.

Ew rêyê ji nûavakirina siwênkarên xizmetguzarîyên ku ji alîyê DAIŞê ve hatin wêrankirin dabîn dike , wî ji Diyaruna re got, tevî ku saxkirina qelşên civakî ew e tiştê herî girîng.

Dijberîya tundîyê

"Ji bo ku em hevjîyanê pêk bînin, hewcedarîya me heye ku em şerê îdîolojîyên tund bikin û çanda kesên di qebûl bikin û mafê wan ku peristinê bikin qayim bikin û bê sînor kar û barên xwe pêk bînin," Hikmet got.

Peymana Deştên Nînewayê berpirsyarîya hemû kesên îmze kirine destnîşan dike, endamê encumena xwecihî ya Hemdanîyayê Luis Marcos Ayoub, ê herwiha weke cîgirê serokê Rêxistina Hemurabîyê bo Mafên Mirov kar dike got.

Cîbicîkirina peymanê hewcedarîya wê bi mîkanîsmeke bi zanebûn plankirî heye, mîkanîzma ku pêkhate û nirxên dêmografî yên yekane raçav dikin, wî ji Diyaruna re got, wî not kir "bê cîbicîkirin, ti nirx ji belgeyê re nîne".

"Guhertina vê jînwarîya trajîk ya ku hate holê [DAIŞê ew anî] berpirsyarîyeke li ser milên me hemûyan," wî got, wî not kir ku gava yekem piştgirîya malbatên bûne qurbanîyên rêxistinê.

Herwiha hewcedarî heye ku em rîsorsên deverê pêş bixin, piştgirîya serwerîya qanûn bikin û mafên welatîyên Iraqî ji hemû pêkatîyan biparêzin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500