Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Polîsê Nînewayê Nahêle ku çek bi qaçaxî ji DAIŞê re werin firoştin

Xalid Ta´î

Polîsê Nînewayê sindoqên cebirxane yên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kifş dikin yên ku li Bajarê Kevin yê Mûsilê hatibûn veşartin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Polîsê Nînewayê sindoqên cebirxane yên bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) kifş dikin yên ku li Bajarê Kevin yê Mûsilê hatibûn veşartin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Polîsê Îraqê li Mûsilê bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) diçewisîne di rêya armanckirina qaçaxçîyên çekan û misogerkirina sînor bi Sûrîyayê re, cihê ku endamên rêxistinê hîn lê xwedan hebûn in.

Di meha Adarê de, hêzên Iraqî dest danîn ser du kemyonên bi çekan barkirî yên bi qaçaxî dibirin ji endamên DAIŞê li Îraqê û di operasyoneke cuda de wan çar qaçaxçîyên ku rêxistin bi çekan dabîn dikirin girtin.

Polîsê Nînewayê dest danî ser kemyona yekem di 6ê Adarê de piştî ew li rojhilatê Mûsilê nehat sehkirin, berpirsyaran got.

"Mêjerên mezin ji çekên qaçax yên tên texmînkirin ku dê bidin dest DAIŞê hat dîtin, lê bi saya hewldanên hêzên ewlekarîyê, ew yek neçû serî," fermandarê polîsê Nînewayê, emîd Hemed Cibûrî, got.

Endamin ji hêza polîsê Nînewayê li rex çekên wan li veşargeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê dîtin radiwestin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

Endamin ji hêza polîsê Nînewayê li rex çekên wan li veşargeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Mûsilê dîtin radiwestin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Fermandarîya Polîsê Nînewayê hatiye wergirtin]

"Agahîyên me yên deqîq em birin cihê ku kemyon lê bû û piştî sehkirinê, me 34 bombeyên roket (RPGs), avêjerên roketan, bi sedan roket û sindoqên cebirxaneyan dîtin," wî ji Diyaruna re got.

Rê li ber kemyona duyem hat girtin li Badûşê li rojavayê Mûsilê di 18ê Adarê de.

Ev kemyon ji sînorê Sûrî bi rê ketibû û di operasyonekê de hatibû girtin, operasyona ku ajansên istixbaratên niştimanî û serbazî tê de cih girtibûn, wî got

Li gorî Cibûrî, 83 depoyên tifingan di kemyonê de hatin dîtin, herwiha cebirxaneyên çekên sivik û navincî, 69 bombeyên destî û "bombeyên mezeloq", û mêjerên mezin ji çek û teqemenîyan.

Xelekeke Qaçaxkirinê

Vê dawîyê polîsê Îraqî çar mêr li Mûsilê girtin, ên ku beşek ji xelekeke qaçaxkirinê bûn ku çek dan dest bermahîyên DAIŞê, Cibûrî got.

"Ew li xwe mikur hatin ku ew bi DAIŞê re kar dikin di rêya misogerkirina jêder û qaçaxkirina çekan," wî got. "Her roj,em çek û veşartgehên dijmin dibînin û em gelek [endamên DAIŞê] yên hîn li parêzgeha Nînewayê dijîn em digirin."

Operasyon dê berdewam be heta çekdarê DAIŞê yê dawî were derxistin, wî got.

Ji çaxa ku Nînewa ji DAIŞê di 31ê Tebaxa 2017an de hat rizgarkirin, hêzên ewlekarîyê heta asteke bilind erkê xwe cîbicî dikirin, serokê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê Mihemed Brahîm got.

Hemû cureyên hêzên ewlekarîyê "heta asteke bilind hevaheng in da ku aramîyê li parêzgehê biparêzin û li hember çi binpêkirina ewlekarî rawestin", wî ji Diyaruna re got.

"Têkbirina operesyonên firoştina çekan bi qaçaxî ji DAIŞê re bi saya vê hewldana ewlekaî ya hevaheng pêk tê, ya ku encamên serkeftî encam dide," wî got.

Brahîm bang li sivîlan kir ku çi çalakîyên gumanbar hebin rabighînin, wî ev agahî wesif dan weke "stûna sereke di çi plana dixwaze aramîyê biparêze de".

"Karekî nemûneyî"

Armanckirina operesyonên firoştina çekan bi qaçaxî "karekî nimûneyî ye ku hêzên ewlekarî pêk tînin", endamê komîteya ewlekarîyê ya encumena parêzgeha Nînewayê, Hesan Şibêb, got.

Daku nehêlin firoştina çekan bi qaçaxî bibe hewcedarî heye ku çavdêrîyê du taq bikin û sînor kontrol bikin, ji ber hîn DAIŞ li alîyê Sûrîyayê hazir e, wî ji Diyaruna re got.

"Divê em hejmara hêzên pasvanîya sînor yên bi awayekî baş çekdarkirî zêde bikin û em piştgirîya wan bi yekîneyên artêşê bikin da ku karibin rêyê li ber operasyonên derbaskirina sînor bi dizî bigirin û operasyonên firoştina çekan bi qaçaxî kifş bikin," wî got.

"Misogerkirina sînorê bi Sûrîyayê re berpirsyarîyeke mezin e li ser milê hêzên me û ew wê bi asteke bilind ji pîşekarî û karîgerîyê cîbicî dikin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500