Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Pevçûnan hêminiya rêjeyî ya li Deraaya Sûriyê têk bir

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarên ji vê mlîsa ser bi rejîmê ve cih di pevçûnên nû de girtin li gel Artêşa Azad a Sûrî li bajarê Deraayê. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Çekdarên ji vê mlîsa ser bi rejîmê ve cih di pevçûnên nû de girtin li gel Artêşa Azad a Sûrî li bajarê Deraayê. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Nûbûna pevçûnan li nêzî bajarê Deraayê di navbera Artêşa Azad a Sûrî li aliyekî û rejîma Sûriyê û milîsên alîgirê wî li aliyekî din hêminiya rêjeyî ya li gorî rêkeftina kêmkirina şer pêk hatibû têk bir.

Mehên hêminiyê piştî bicihanîna rêkeftina kêmkirina şer berdest bûn, rêkeftina ku bi fermî nîvê Adarê bi dawî hat, rejîma Sûriyê red kir ku rêkeftinê bo demeke din dirêj bike.

"Cengên giran li Deraayê diqewimin di navbera Artêşa Azad û Hêzên rejîma Sûriyê," Yasir Turkmanî, efserekî Artêşa Azad li herêma Deraayê ragihand.

Bi giranî girjî li devera sûkê bû li Deraa Mehetayê -- taxên bakur û rojavayê bajar -- û li gundewarên kampa Deraayê, wî Sêşemê (3ê Nîsanê) ji Diyaruna re ragihand.

Endamên Artêşa Azad a Sûrî di pevçûnên nû de li gel rejîma Sûriyê û hevalbendên wê li herêma Deraayê beşdar dibin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Endamên Artêşa Azad a Sûrî di pevçûnên nû de li gel rejîma Sûriyê û hevalbendên wê li herêma Deraayê beşdar dibin. [Wêne ji Yasir Turkmanî hatiye wergirtin]

Wî got ku hemû cureyên çekan di pevçûnan de hatin bikaranîn, û wî da zanîn ku hêzên rejîmê û milîsên hevalbend deverên li jêr kontrola Artêşa Azad topbaran dikin.

Rêkeftina agirbestê bi dawî bû

Şênî ji dubarekirinasînaryoyê Xûtaya Rojhilatî ditirsin, Turkmanî got.

Dever hêmin bû piştî rêkeftina kêmkirina şer hat imzekirin li Astanayê, paytexta Kazaxistanê di nîvê Îlonê de, "Lê dema agirbestê bi dawî bû beriya mehekê û nehatiye nûkirin", wî got.

"Eger şer dijwartir bibe dê hejmareke mezin a sivîlan bibe qurbanî," wî got, ji ber rejîm û hevalbendên xwe hinek taxan kontrol dikin û Artêşa Azad ên din kontrol dike.

Şênî ditirsin ku ew dê bibin armanc an jî bêwar bibin bi destê milîsên tayifgerî li herêmê, yên ku Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranî ew damezradine di çarçoveya şerê Sûriyê de, û herwiha bi destê Hizbulaha Lunbnanê, Turkmanî got.

Alozî li bajarê Busrayê û deverên derodora wê li parêzgeha Deraayê belav bûn piştî ku kesine nenas hejmarek ji xaniyan şewitandin.

"Dagirker bikarkirina li gel hêzên rejîmê tên gunehbarkirin û zarokên wan bi şerkirina di rêzên artêşa Sûriyê de tên gunehbarkirin," Turkmanî got.

Wî got vê yekê alozî derxistin di nava bajêr de di navbera wan kesên ku van kiryaran red dikin yan piştgirî dikin, hêzên rejîmê jî li wir cih digrin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500