Nûçeyên Iraqê
Dîplomatîk

Welatên Erebî hewl didin ku tikilîyên germtir bi Îraqê re ava bikin

Ala Husên li Bexdayê

Mêvanekî Siûdî ala neteweyî ya welatê xwe di maşeke futbolê di navbera Iraq û Siûdîyê de ya ku di 28ê Sibatê li Besrayê hat lidarxistin raber dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Werzîş û Ciwanan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Mêvanekî Siûdî ala neteweyî ya welatê xwe di maşeke futbolê di navbera Iraq û Siûdîyê de ya ku di 28ê Sibatê li Besrayê hat lidarxistin raber dike. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Wezareta Werzîş û Ciwanan ya Îraqî hatiye wergirtin]

Erebistana Siûdî û Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî hewldanên xwe zexm dikin da ku têkilîyên xwe bi Iraqê re baştir bikin, vê dawîyê her du welatan soz da ku piştgirîya diravî pêşkêş bikin ji bo ku însyatîfên niyazpakiyê, pisporan ji Diyaruna re got.

Piştî maçeke futbolê ya dostane di navbera Iraq û Erebistana Erebî de roja 28ê Sibatê, Şahê Erebistana Siûdî Selman pêşniyar kir ku stadyomeke futbolê li Bexdayê ava bike.

Pêşniyar hat di axaftineke telefonê de bi Serokwezirê Îraqî re Heyder Ibadî re, piştî maçeke dostane di navbera her du alîyan de ya li stadyoma ji 60,000 rûniştek li Bajarê Besrayê yê Werzişî hat lidarxistin.

Ew maça yekem bû li ser erda Îraqî di navbera her du welatan de di teqrîben çil salan de û heta asteke mezin hat dîtin weke destpêka serdema lihevhatinê.

"Stadyoma ku Erebistana Erebî pêşkêş dike ku li Bexdayê ava bike dê stadyoma herî mezin be li welat û ew dê karibe 100,000 kesî bihewîne," Eli Etwanî got, serokê têkilîyên medyayê di Wezareta Iraqî ya Werzîş û Ciwanan.

Ew dê hevparkirineke girîng be ji werziş û binesazîya Iraqî re, wî ji Diyaruna re got.

Nûavakirina mizgefta Nûrî

Di heman demê de UAE pêşniyar kir ku Mizgefta Nûrî ya Mezin ya Mûsilê ji nû ve ava bikeû minereya wê ya Hedbayê ya dîrokî, ya ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di Tîrmeha sala 2017an de hat wêrankirin, tam berî rêxistin were têkbirin.

Li gorî daxuyanîyeke hikûmeta Îraqî, pêşniyar ji bedêla Şêx Mihemed bin Zayid hat pêşkêşkirin, di dema di civîna 11 Adarê de di navbera balyozê UAE li Iraqê Hesen Şahî û Serokwezîrê Iraqî Heyder Ibadî de.

Pêşniyara Serwerê Ebû Debîyê bo nûavakirinê nîşaneke ji bo xêrxwazîyê di nav her du welatan de û ji bo piştgirîya Iraqî bike di şer wê de li dijî DAIŞê.

Însyatîfa UAE gelekî girîng e ji ber "têkilîya dîrokî û hestyarî ya vî yadpeykerî bi xelkên Mûsilê re," Miseb Mihemed Casim, serokê desteya arkeolojî li Nînewayê got.

Însyatîfên mîna van dê rêyê vekin li pêşîya Iraqê da ku dan û standinê bi cîranên Ereb re bike, wî ji Diyaruna re got.

Sînorkirina ferehxwaziya Îranî

Erebistana Siûdî û welatin Ereb ên din xwe dispêrin stratîjîyeke nû ya armanc dike ku sînor ji dirêjekêşana Îranî li Iraq û herêmê deyne, Elî Jibûrî, yê ku zanista siyasî li Zanîngeha Bexdayê hîn dike got.

"Derfetên aborî di navbera Iraq û cîranên wê yên Ereb de dikarin hemû gazincên berê rakin û têkilîyên dostane yên nû ava bikin"

Însyatîfên dostane ji alîyê welatên Erebî ve hatin piştî biryara Kiwêtê ku, di 12ê Sibatê de mêvandarîya konfrensa danerên navdewletî bike, konfrensa ku welatên Erebî soz da ku hevparîya malî bikin bo piştgirîyê jinûveavakirina Îraqê bikin.

Dewletên Kendavê bi hev re soz da ku 2 milyar $ bidin bo istismar, deyn û temwîlkirina hinardeyan.

Kiwêt bi 2 milyar $ hevpar bû bo istismar û deynan, di pişt re Erebistana Siûdî bi 1.5 milyar $ bo deynên benkê û istismaran, li gel hevparîya ji alîyê welatên Ereb ên din jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

3 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Em ji biraderên xwe yên Ereb hez dikin û xêrê ji wan re dixwazin. Em ciwanên Mûsilê, hêvî dikin ku di kargehên veberanînê de kar bikin ên derbasî Îraqê dibin, û bi taybetî Mûsilê.

BERSIV BIDE

Silavên Xwedê li we bin! Ez dixwazim nûçeyên nû nask bikim.

BERSIV BIDE

Zor baş e ku Erebistana Siûdî û Mîretîyên Erebî yên Yekbûyî alîkarîyê bi Iraqê re dikin. Iraq rastî rewşeke zor dijwar tê û em naxwazin behsa Sedam Husên bikin.

BERSIV BIDE