Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Li Enbarê saziyên xizmetguzarîyên qanûnî û sivîl ji niştecîyan re pêşkêş dikin êdî berdest in

Xalid Ta´î

Mirov dikare Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li parêzgeha Enbarê piştî nûavakirinê di wêneyeke li ser malpera saziyê di 12ê Gulana 2017an de hatî belavkirin bibîne. [Wêne ji Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Enbarê hatiye wergirtin]

Mirov dikare Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li parêzgeha Enbarê piştî nûavakirinê di wêneyeke li ser malpera saziyê di 12ê Gulana 2017an de hatî belavkirin bibîne. [Wêne ji Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Enbarê hatiye wergirtin]

Piştî çend salan ji xizmetguzarîyên gîrokirî, niştecîyên Remadîyê aniha bi rêz dibin daku bi awayekî fermî girêbestên firoştina milkan li Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan qeyd bikin.

Neîm Îsawî, yê 55 salî, got ku dawî wî karîbû xwedantiya mala xwe di 17ê Adarê de bi awayekî fermî qeyd bike, piştî bendewarîyeke dirêj.

Dema ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dest danî ser Remadî û beşekî mezin ji parêzgeha Enbarê di Gulana sala 2015an de, terorîstan tevlihevî li bajar çêkir û hemû ofîsên hikûmetê ji ber vê yekê kar gîro kirin, wî got.

Nûvekirina saziyên hikûmetê "berêtîyeke dema em hewl bidin ku em jîyanê vegerînin rewşa normal", wî ji Diyaruna re got, wî anî ziman ku ew hêvî dike gelek nûavakirinan ji xizmetguzarîyan re li seranserê parêzgehê bibîne.

Berpirsyarên xwecihî Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Rutbayê, Rojavayê Enbarê, vedikin di wêneya ku li ser malpera saziyê di 11ê Adara 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Enbarê hatiye wergirtin]

Berpirsyarên xwecihî Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Rutbayê, Rojavayê Enbarê, vedikin di wêneya ku li ser malpera saziyê di 11ê Adara 2018an de hatiye belavkirin. [Wêne ji Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Enbarê hatiye wergirtin]

Saziyên Wezareta Dadwerîyê careke din vedibin

Ala Mihemed Husên, birêveberê Birêveberîya Milk û Qeydkirina Zeviyan li Enbarê, got ku piranîya saziyên girêdayê Wezareta Dadwerîyê, di nav de saziya wî, ji nû ve hatin avakirin.

Saziyan deriyên xwe vekirin bi saya hewldanên hevbeş di navbera Wezareta Dadwerîyê û desthilatdarîya xwcihî li Enbarê de, ya ku çavdêr dibêjin "gaveke erênî ye" ber bi aramîyê li bajarên rizgarkirî piştî êşa sê salan ji ber terora DAIŞ.

Niştecî aniha dikarin girêbestên milkên xwe qeyd bikin herwiha dozên qanûnî, gazin û daxwazên bo qerebûkirinê jî çareser bikin, ligel xizmetguzarîyên din ên girêdayî parastina maf û bercewendîyên welatîyan.

Birêveberîyê dest pê kiriye derîyên xwe ji niştecîyên dixwazin xizmetguzarîyên qanûnî werbigrin vedike ji destpêka vê salê ve, Husên got.

"Ofîsa Remadîyê ligel şaxên din li Felûca, Hît, Hedîsa û vê dawîyê li Rutbayê hat vekirin," wî di 18ê Adarê de ji Diyaruna re got. "Hin ji van ofîsan ji alîyê terorîstan hatin bombebarankirin û me karîbû bi piştgirîya hikûmeta xwecihî ya Enbarê wan ji nû ve ava bikin."

Birêveberî dê zû şaxên xwe li Qaimê vebike, ji ber avahîya wê li wir nehatiye ziyankirin, Husên got. Herwiha berpirsyar hewl didin ku cihên alternatîv li Enah û Rewayê vebikin heta avahî li wir ji nû ve werin avakirin û ewle bin ji bikaranînê re.

Destnîşankirina berîtîyên pêşkêşkirina xizmetguzarîyên gelemperî

Qaimmeqamê Remadîyê Brahîm Ewsej tekez kir ku hemû ofîsên Wezareta Dadwerîyê dê zû li bajar werin vekirin.

"Ji çaxa ku me bajarê xwe rizgar kiriye [di Kanûna Duyem a sala 2015an de], berêtîya hikûmeta xwecihî ew e ku saziyên dewletê vebike û xizmetguzarîyan dabîn bike," wî ji Diyaruna re got.

"Di hewldanên xwe de me giranî daye piştgirya nûavkirinê û me karîbû em gelek avahîyên hikûmetê yên ziyandar bi alîkarîya desthilatdarîyên hikûmetê yên têkildar careke din vebikin," wî got.

"Hemû ofîsên qanûnî û dadwerî xizmetguzarîyan ji baregehên xwe yên resen re ji cihên demkî dabîn dikin," Ewsejî got.

"Ev gaveke erênî û girîng bû ber bi qayimkirina hewldanê me ve da ku em jîngeheke aram ji xelkên ji kampên bêwarîyê vedigerin malên xwe re dabîn bikin," wî got.

"Ajansên hikûmetê yên wezîfedar diyar dikin ku em dikarin qanûn û rêxistinê vegerînin ji ber xelk pê hest dikin ku mafên wan tên parastin û ew dikarin bi awayekî zelal bi hikûmetê re bidin û bistînin "

"Hewcedarîya xelkê bi dadgehên sivîl, tawanbar û yên gilî heye ku vegerin kar bikin daku karibin girêbestên zewacê derbînin û herwiha tawanbaran dadgeh bikin û mafên wan ên gelemperî werin bi dest bixin," wî got.

"Hewcedarîya wan bi ajansên dewletê heye daku xwedantîya mal, zevî û kargehên xwe qeyd bikin, herwiha xizmeta belgekirinê daku qrebûyan ji kesên ji ber terorîzmê hatin ziyankirin bixin rojevê de," Ewsej got.

"Girtina beşê tarî ji terorîzmê"

Qaimmeqamê Felûcayê Îsa Sayir got ku saziyên dadwerî û qanûnî aniha li bajarê wî bi awayekî normal kar dikin û xizmeta wan dikin.

"Ev delîl e ku em beşê tarî ji terorîzmê digrin," wî ji Diyaruna re got.

"Ev rêbazeke girîng e ji bo parastina aramî û ewlekarîkirina xelkê piştî terorîstan dest danîn ser wan û ew ji mafên wan bê par hiştin, êrîşî wan kir û dest danîn ser milkên wan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500