Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Vemayîyên Sûrî yên ji êrîşa gaza sarînê bo salekê şînê girê didin

AFP

Sûrî di 12ê Tîrmeha sala 2017an de di avahîyeke wêrankirî de li bajarokê Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê civiyan, piştî sed rojî ji kuştina 88 kesan, di nav wan de 31 zarok, di êrîşeke gaza sarînê de. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov êrîş wesif kir weke êrîşa duyem a herî kujêner ji bikaranîna çekên kîmawî di şerî Sûrîyayê de. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Sûrî di 12ê Tîrmeha sala 2017an de di avahîyeke wêrankirî de li bajarokê Xan Şêxûnê li parêzgeha Idlibê civiyan, piştî sed rojî ji kuştina 88 kesan, di nav wan de 31 zarok, di êrîşeke gaza sarînê de. Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov êrîş wesif kir weke êrîşa duyem a herî kujêner ji bikaranîna çekên kîmawî di şerî Sûrîyayê de. [Omer Hac Xedûr/AFP]

Di salvegera zemawenda wî de di 4ê Nîsanêde, Ebdul Hemîd Yûsif dê tiştek nebe ku pîroz bike ji bilî êrîşa kîmawî ya ku hevjîn û du zarokên wî kuştin.

Herî kêm 80 hes di 4ê Nisana par de hatin kuştin, salvegera zemawenda Yûsif, dema balefirên şer gaza sarînê avêtin ser bajarê jidayîkbûna wî Xan Şêxûnê li bakur rojavayê Sûrîyayê.

Êrîşa kîmawî li ser bajarokê li jêr kontrola opozîsyonê yek ji êrîşên herî hejekî bû di şerê Sûrîyayê de, bû sedema qehreke cîhanî herwiha bû sedema êrîşên esmanî yên toldar ji alîyê Amerîkayê ve.

"Ez ji parçeyek ji laşê xwe mehrûm im," mêrebîyê 29 salî, hêsirên wî diherikîn dema ew di gulistana xwe de rûniştî bû di mala xwe ya aniha vala de.

Wêneyek ji Yûsif ê radihêje laşên cêwîyên xwe yên 11 mehî --Aya û Ehmed -- di piştî êrîşê de, li seranserê cîhanê belav dibe.

Herwiha hevjîna wî Delal û 16 xizmên wî yên din ji dest wî çûn, di nav wan de birayê wî, birazîyê wî û gelek kuramên wî.

Dema Yûsif diçe serdana goristanê da ku gorinên heskirîyên xwe bike piştî 12 mehan, hîn êş û qehra wî nû ye.

"Ez nikarim ji nû ve dest pê bikim. Ez dê tiştên berê ji bîr nekim," ew dibêje.

"Tu carê ji bîr nabin"

Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê dikeve, bajarokê dawî ye li welat ku heta asteke mezin li dervey kontrola rêjîma Sûrî ye.

Peygerên tawanên şer ên NY gotin got delîl li cem wan hene ku hêzên rêjîma Sûrî berpirsyar in bo êrîşa kujer li ser Xan Şêxûnê, lê ev angaştin ji alîyê Şam û hevalbenda wê Rûsyayê ve hatin redkirin.

Êrîşa sibehê zû sala parbêtir ji 80 kesî kuşt , di nav wan de zarok, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Mihemed Xelef, ê 20 salî dê û bavê wî û her du birayê wî yê piçûk di rojekê de ji dest wî çûn -- Mihemed û Enwar -- ew dibêje ew dê ti carê ji bîr nrkr.

Piştî êrîşan, ew bezî malê da bibîne ku cîranê wî li ser erdê rşniştî ye, bêkontrol dilerize û deng jê nayê.

"Ez dê tu carê wê rojê yan wan hûagahîyan ji bîr nekim," ew dibêje. "Hemû malbata min ji dest min çû -- tiştê herî hêja li ber dilê min."

Ew xwe bi bîrhatinên wan ve girê dide tevî ku ew bi jîyana xwe ya nû bi tenê re adapt dibe, aniha ew dikana malbatê bi tenê îdare dike.

"Her ku ez derdikevim ya vedigerim malê, ez her û her wan li pêşîya xwe dibînim."

Bersivdayîna ne bes

Êrîşên kujer li ser Xan Şêxûnê bû sedema şermezarkirineke navdewletî û êrîşeke toldar ji alîyê Amerîkayê ve li ser balefirgeha Sûrîtê angaştin ku di êrîşê de hat bikaranîn.

Lê niştecîyên kezebşewitî dihesin ku tiştekî girîngtir nehat kirin da ku wan kesên berpirsyar muhasebe bikin.

Mihemed Cewhera yê 24 salî, dê û bav û birazî û gelek kuramên wî ji dest wî ûn.

"Ew şokek bû. Çawa tu dikarî bibînî hemû di rojekê de dimirin?"

Cewhera bêzarîya xwe derbirîn dike ku ew dibîne bersiva civaka navdewletî bo muhasebekirina serokê Sûrî Beşar Esed têrî nedikir.

"Me hêvî dikir ku ew were darizandin û divê ew bedêla vê yekê bide" ji ber tiştê wî kirî, wî got.

Sekirdeyên cîhanê "daxuyanî piştî daxuyanîyê dan, lê di dawîyê de ew qels bûn".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê her şehîdekî bi gaza sarînê hat kuştin bi dilovanîya xwe şa bike! Şokeke mezin bû ji xelkê re. Em ji Xwedê dixwazin ku alîkarîyê bi Sûrîyayê û gelê Sûriyê yê aştîxwaz bike. Hêvîya min Xwedê ye û Me xwe sparte wî!

BERSIV BIDE