Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Cekdarên opozîsyonê dest bi derketina ji dawîn molgeha li Xûtayê dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sivîl di bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî re dimeşin piştî rêkeftineke bi rejîma Sûriyê re bo çekdarên opozîsyonê û sivîlan ji bajar bên derxistin. [Wêne ji Mihemed bêk hatiye wergirtin]

Sivîl di bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî re dimeşin piştî rêkeftineke bi rejîma Sûriyê re bo çekdarên opozîsyonê û sivîlan ji bajar bên derxistin. [Wêne ji Mihemed bêk hatiye wergirtin]

Çekdarên opozîsyonê û sivîl roja Yekşemê (1ê Nîsanê) dest bi valakirina dawîn molgehê li Xûtaya Rojhilatî kir, pişt gihiştin bi rêkeftinekê li dor terkandina devera li derveyî Şamê, çalakvanên xwecihî ji Diyaruna re gotin.

Koma yekem a çekdarên Feyleq el-Rehman bajarê Dûma yê Xûtaya Rojhilatî li pey xwe hişt roja Yekşemê bo parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê piştî gihiştin bi rêkeftinekê li dor valakirinê bi serpereştiya hevalbebnda rejîmê Rûsyayê.

li gorî rêkeftineke cuda, endamên Ceyş el-Îslam û sivîlên ku dixwazin derkevin dê bo bajarê Cerablusê li parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê bên veguhestin, bajarê dikeve nêzî sînorê bi Turkiyê re.

"Komeke sivîlan, çekdarên Feyleq el-Rehman û malbatên wan Dûma terikandin bo parêzgeha idlibê roja Yekşemê," çalakvanê ji deverê Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Buldozerek mozelan radike ji kolaneke serekî li bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî li gundewarê Şamê. [Wêne ji Mihemed bêk hatiye wergirtin]

Buldozerek mozelan radike ji kolaneke serekî li bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî li gundewarê Şamê. [Wêne ji Mihemed bêk hatiye wergirtin]

Li gel wan hejmareke mezin a kesên birîndar û nexweşên ku diviyabû biçin herêma bakurî hebûn, wî got, û wî da zanîn ku ew nofê veguhestiyan mezintirîn nof bû ku ji bajar tê veguhestin.

Di heman demê de, komîteyek ku ji şîniyên Dûmayê û endamên Ceyş el-Îslam pêk tê û erkdar bû bi gotûbêjkirinê li gel rejîma Sûrî got ku rêkeftineke hate holê bo çareserkirina rewşa li bajêr.

"Hat lihevkirin ku çekdarên opozîsyonê dê ji bajêr biçin Cerablusê, tev malbatên wan û hejmarek ji medyavanan, karkerên ewlekirinê û sivîlên ku red dikin li bajêr bimînin eger rejîm derbasî wî bibe," wî got.

Gotubêjkirina rêkeftinekê

Li gorî endamên komîteya gotûbêjkirinê, Bêk got, derengbûn di gihiştin bi rêkeftina li dor Dûmayê ji ber hinek rewşên aloz bû.

"Xala pêşîn ew bû gelo endamên Ceyş el-Îslam bo kûderê bên şandin, ji ber ku negengaz bû ku ew bo Idlibê bên şandin wekî komên din," wî got.

Herêma Cerablusê wekî cihekî guncan hat dîtin.

Wî got ku aloziyeke din dayîna garantiyan bû têkildarê selametiya sivîlan û çarenivîsa kesên bo rejîma Sûrî tên xwestin ji ber erkê leşkeriya neçarî.

Wî got ku selametiya sivîlan ji aliyê Rûsya ve hat garantîkirin, weke yek ji welatên ku rêkeftinê sponser dike, û erkê leşkeriya neçarî bo salekê hat paşxistin bo derfetê bidin ciwanan ku karûbarên xwe sererast bikin.

Bêk got ku herwiha hat lihevkirin ku rewşa çekdarên opozîsyonê yên ku dixwazin çekên xwe radest bikin were çareserkirin.

"Hingava yekem pêk tê ji radestkirina Ceyş el-Îslam ji çekên weset û giran re hevdem li gel derbasbûyîna hêzên çavdêr ên welatên ku sponseriya rêkeftinê dikin bo piştrastkirina selametiya bajar û sivîlan," wî got.

Hêzên Sûrî 95% ji Xûtaya Rojhilatî vegerandin ji dema destpêkirina êrîşeke bejahî û asmanî ya dijwar li ser devera dorpêçkirî roja 18ê Sibatê, 1,600 sivîl tê de hatin kuştin û bêhtir ji bi dehên hezaran bêwar bûn.

Berî 18ê Sibatê, dora 400,000 kes li Xûtaya Rojhilatî dijîn li jêr dorpêça rejîmê ya ku pênc salan dirêj kir, û rastî kêmbûnên di xwarin û dermanan de dihatin.

Di çend heftiyên borî de, tifaqên derxistinê yên bi serpereştiya Rûsyayê 46,000 kes dîtin -- çekdar û sivîl -- bi basan bo parêzgeha Idlibê ya dikeve bakur rojavayê welat û heta radeyeke mezin li derveyî kontrola hikûmetê ye, hatin veguhestin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500