Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Iarqî jêhatîyên di şer de wergirtine qayim dikin

Xalid Ta´î

Leşkerekî Iraqî şîretan derbarê bikaranîna avêjera hawînê werdigire. [Wêneya Wezareta Berevanîyê ya Iraqî]

Leşkerekî Iraqî şîretan derbarê bikaranîna avêjera hawînê werdigire. [Wêneya Wezareta Berevanîyê ya Iraqî]

Piştî serkeftina wan ya diyar li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), hêzên Iraqî rastî rahênaneke zexm tên da ku jêhatîyên xwe yên di şerên rizgarkirinê de wergirtine qayim bikin.

"Em terxankirî ne ku em vê salê armanca xwe ya sereke ya avakirina kapasîteya artêşê cîbicî bikin û em amedekarîya wê bi alîkarîya hevpeymanîya navdewletî û NATOyê baştir bikin," berdevkê wezareta berevanîyê liwa Tehsîn Xafcî got.

Rahênerên hevpeymanîyê gelek jêhatîyên şer ên cihêreng hîn dikin weke beşekî ji programê salekê dirêj dide û hêzên Iraqî "rahênanê berdewam dikin li gor demnameya ku li ser li hev kirine", wî ji Diyaruna re got.

Programê rahênanê hemû çalakîyên serbazî dide ber xwe, ji bo artêş ajansên ewlekarîyê ên din mîna polîs û hêzên dijî terorîzmê, wî got.

Leşkerên Iraqî fêr dibin çawa birîndaran ji qada şer derxin weke beşekî ji programê rahênanê yê hevpeymanîya navdewletî yê salekê dirêj dide. [Wêneya Wezareta Berevanîyê ya Iraqî]

Leşkerên Iraqî fêr dibin çawa birîndaran ji qada şer derxin weke beşekî ji programê rahênanê yê hevpeymanîya navdewletî yê salekê dirêj dide. [Wêneya Wezareta Berevanîyê ya Iraqî]

Rahêna daxistina asmanî, girtina ser avahîyan û gihaştina armancin taybet dide ber xwe, jêhatîyên ku ji leşker û operesyonên serbazî yên Iraqî re girîng in aniha giranîyê didin ku deverên çekdar xwe lê vedişêrin bikin armanc, wî got.

Herwiha ew teknîkên serbazî ên pêşketî mîna birêvebirina şer û plankirina êrîşan û manoveran didin ber xwe, wî anî ziman.

Kesên tên rahênankirin hîn dibin çawa çekdaran ji asman bikin armanc, sînoran li dijî derbasbûna bi dizî biparêzin, operesyonên kifşkirinê cîbicî bikin û kesên ravandî azad bikin.

Herwiha ew tên rahênankirin çawa destwerdana bijîşkî bikin di şer de û çawa birîndaran ji qada şer derxin, wî anî ziman.

"Rahênankirina leşkeran bi aramî derbas dibe," Xefacî got. "Her ku nifşek rahênanê temam dike, nifşekî din dikeve şûna wî de."

Rahênana di rêya ajansan re

Heşt yekîneyên artêşê dê werin rahênankirin, heman hejmar ji polîsê federal û pasvanên sînor dê di pişt wan re werin, pisporê ewlekarî Saed Ceyaşî ji Diyaruna re got.

Herwiha hêzên êlî jî dê werin rahênankirin da ku hewldanên hêzên ewlekarîyê qayim bikin û aramîyê li deverên rizgarkirî biparêzin, wî got.

Ji sala 2014an ve, hevpeymanî hejmareke mezin ji hêzên Iraqî bi çek kirin û ew bi piştgirîya locistî û asmanî li qada şer dabîn kirin, Ceyaşî got.

"Hevpeymanî mereqdar e ku erkê xwe temam bike ku alîkarîyê bi Iraqê re bike ku sazîyên xwe yên serbazî û ewlekarî pêş bixe," wî anî ziman.

Rahênana aniha di siruşta xwe de teorîk û pratîk e, wî not kir, bi vî awayî şervan pisporîya ew pê hewcedar werdigirin, pisporîya bo li hemberî şert û mercên herî zehmet rawestin bi asteke bilind ji pîşkarîyê.

"Serkeftina mezin a me li dijî terorîzmê pêk anî me han dide ku em hewldanên xwe bo avakirina kapasîteya hêzên xwe berdewam bikin," Jeyaşî anî ziman.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500