Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Parêzgeha Diyalayê malên DAIŞê kavil kiribûn çak dike

Xalid Ta´î

Endamin ji Rêxistina Alîkarîyê ya Kenedî bo Civaka Navdewletî Rîhab ziyana gihayî malekê li Miqdadîyayê dinirxînin weke beşekî ji hewldanên nûavakirinê.[Wêne di malpera CAOFISR di 20 Kanûna Duyema sala 2017an de belav bûye]

Endamin ji Rêxistina Alîkarîyê ya Kenedî bo Civaka Navdewletî Rîhab ziyana gihayî malekê li Miqdadîyayê dinirxînin weke beşekî ji hewldanên nûavakirinê.[Wêne di malpera CAOFISR di 20 Kanûna Duyema sala 2017an de belav bûye]

Li navçeya Miqdadîyayê ya parêzgeha Diyalayê, bi sedan malên ziyandar li ser destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji nû ve tên avakirin.

Desthilatdarîya xwecihî ya Diyalayê bi rêxistinên navdewletî re di çarçoveya hewldanên nûavakirinê de kar dikin daku rêyê ji bêwaran re xweş bike bo vegerin malên xwe û dest bi jîyaneke nû bikin.

Bêtir ji 5,000 malan pêdivîya wan bi nûavakirinê heye, berpirsyarên xwecihî gotin.

Rêjeya wêrankirina malên xelkê û samanê kesane astengî ji vegera ji kampan çêkir, heta piştî vegerandina ewlekarîyê jî, serokê encumena xwecihî ya Miqdadîyayê, Ednan Husên Xelef, got.

Du karker maleke ziyandarsaz dikin ku di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Rêxistina Alîkarîyê ya Kenedî bo Civaka Navdewletî ya Rîhab hatiye wergirtin]

Du karker maleke ziyandarsaz dikin ku di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Diyalayê. [Wêne ji Rêxistina Alîkarîyê ya Kenedî bo Civaka Navdewletî ya Rîhab hatiye wergirtin]

"Me xwe gihande gelek rêxistinên xwecihî daku alîkarîyê bi me re bikin ku vê berhengarîyê ravende bikin û gelek ji wan rêxistinan ketin tevgerê," wî ji Diyaruna re got.

Par, Rêxistina Alîkarîyê ya Kenedî bo Civaka Navdewletî ya Rîhab 134 mal bi awayekî tam ji nû ve ava kirin û 240 malên din ên hindikî hatibûn ziyankirin saz kirin, Xelef got.

Hewldanên nûavakirinê bi serperiştîya desthilatdarîya xwecihî ya Miqdadîyayê, bi hêzên karker ên xwecihî li bajar tên cîbicîkirin, weke hewldanekê bo baştirkirina derfetên serkeftina wan a aborî.

Rîhab û Rêxistina Navdewletî bo Koçberîyê plan dikin ku 400 malên ziyandar li Miqdadîyayê ji nû ve ava bikin, wî got.

"Li gel van her du rêxistinan, me planên pratîk temam kirin di rêya bijartina sûdmendan," wî go, wî not kir ku deverên di plana nûavakirinê de cihê xwe digirin bi awayekî seretayî li bakurê Midadîyayê ne.

Sazkirina malên xelkê

Serokê demkî yê şaredarîya Miqdadîyayê, Hatim Temîmî, got ku ofîsa wî serperiştîya operasyonên nûavakirinê li meydanê dike û "ew kar dike da piştrast bike ku her tiştê pêdivîya rêxistinan pê heye berdest in da ku erkê bi ser bixin".

Malên nûavakirî hemû vegerandin xwedîyên wan, wî ji Diyaruna re got, û piştî demeke dirêj ji bêwarîyê ew vegeriyan.

"Projeyek heye bo amadekirina nofekî din ji malan ji nû ve, em hêvîdar in di her nêz de dest pê bike," wî anî ziman.

Komîteyeke hikûmî ya federal ya ku ofîsên wê li hemû parêzgehan li seranserî Iraqê hene bo sîgorîkirina kesên ku di şerê derxistina DAIŞê hatin ziyankirin berpirsyar e, wî got.

"Em bi van ofîsan re kar dikin, em daxwazên sîgorîkirinê werdigirin û asta ziyankirina malan [ên ziyandar] seh dikin, berî em daxwazan bişînin ji komîteyê re," wî got.

Heta aniha, şaredarîyê 1,500 daxwaz şandine û ew li benda sîgorîkirinê ye daku karibin li fedekeran belav bikin.

"Îro rêxistinên navdewletî roleke çalak di hilgirtina vê berpirsyarîyê de digirine xwe," endamê encumena parêzgeha Diyalayê Umer Kerawî ji Diyaruna re got.

Lê wî bang li wan kir ku meydana xizmeta xwe berfereh bikin da ku deverên ziyankirî li parêzgehên din jî bide ber xwe.

"Ne kêmî 4,000 malên ziyankirî hene li Celewla, Azim û gundên nêzîk û gelekî girîng e ku em alîkarîya kesên li wir bikin," wî got, wî hikûmeta federal han daku proseya sîgorîkirna malî bi lez bike.

Gelek sivîl nikarin bi tena xwe malên xwe ava bikin, wî not kir û tu rê li pêşîya wan tune ye ji bilî ku li kampên bêwaran bimînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500