Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hevbendiyên hevrik li Idlib û Helebê dest bi şer dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Du endamên çekdar ên Tehrr Şam sehkirinê li xaleke pêşkinînî li bajarê Idlibê dikin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Du endamên çekdar ên Tehrr Şam sehkirinê li xaleke pêşkinînî li bajarê Idlibê dikin. [Wêne ji Heysem Idlibî hatiye wergirtin]

Şer di navbera Tehrîr el-Şam û Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî ya nû hatiye damezrandindest pê kir li beşinan ji gundewarê Idlib û Helebê piştî agirbesteke dirêjtir ji hefteyekê domand, çalakvanekî li deverê got.

Nûredîn Zinkî û Ehrar el-Şam vê dawîyê hêz tevlî hev kirin daku Enîya Rizgarkirinê ya Sûrî saz bikin, wan komên opozîsyonê yên din jî vexwendin daku tevlî wan bibin. Hevrika wê Tehrîr el-Şam hevbendiyeke tund e ya ku Enîya Nusrayê ya berê serwerîya wê dike.

Şerê dijwar di nav her du alîyan de qewimî piştî agirbesteke hilweşiya, agirbesta ku di rêya komên opozîsyonê re yên ku destên wan di şerê di navbera her du hevbendiyan de tune ye pêk hat, çalakvan Heysem Idlibî ji Diyaruna re got.

Bi şer re her du alîyan deverên niştecihî bombebaran dikirin, bi taybet li gundên Mikbis û Blintayê li gundewarê rojavayê Helebê, wî got.

"Her du alî êrîş û operesyonên girtinê dikirin, operesyona herî dawî êrîşa ku Tehrîr el-Şam girte ser mala Ehmed Ebazêd li bajarokê Kefer Betîxê yê parêzgeha Idlibê," wî got.

Şerek di navbera niştecîyên malê û çekdarên hevalbendê de qewimî, "şerê ku xwişka Ebûzêd tê de hat kuştin û hevjîn û dişa wî tê de hatin birîndarkirin," Idlibî got.

Herwiha Tehrîr el-Şam hejmarek mezin ji xelkên bajarokê Dar Iza û Anjarayê yên Helebê girtine, wî got.

Redkirina gelerî zêde dibe

Idlibî not kir ku redkirina gelerî ji Tehrîr el-Şam re zêde dibe û ya jê re tê gotin hikûmeta rizgarkirinê,Bêtir ji nîvîyê encumena xwecihî ya Etaribê dest jê berdan piştî ew piştrast bûn ku hevalbend derbasî nav encumenê bûye.

Hevalbend karibû bandorê li hin endamê encumenê bike ku kar pê re bikin, wî got, "bi taybet di dozên girêdayî bac, mal û rêxistinê".

Tehrîr el-Şam hewl dide jêderên mûçeyan ên nû veke da ku xisaretên xwe di operesyonên qaçaxkirin û rawestandina piştgirîya malî ji derve sîgor bike, wî şîrove kir.

Idlibî got ku alozîyeke tund li Etaribê, gundewarê Helebê, serdest e cihê ku protestoyên mezin di van her çend rojên bûrî de hatin lidarxistin di pişt terkandinê re.

Di van protestoyan de, endamên Tehrîr el-Şam gule berdan wan sivîlên ku nêzîkî bargehên hevalbendê dibûn -- yek ji bargehên wê ên herî mezin li deverê -- hejmarek ji wan birîndar kirin, wî got.

Herwiha alozî li bajarokê Maeret Numanê jî serdest e, ya ku hema bi awayekî tam ji alîyê Tehrîr Şam ve hatiye dorpêçkirin, wî got.

Bajarok îlan kirye ku ew dê têkilîyê bi hevalbendê re neke û red kir ku ti muamelet di navbera sazîyên wê û wan sazîyên Tehrîr el-Şam ên girêdayî hikûmeta rizgarkirinê re werin ferzkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Hûn tenê dizanin şerê hev bikin. We xwe kifş kir û we ji hemû cîhanê re piştrast kir ku ne hêja ne birêveberîya welatekî mîna Sûrîyayê bikin. Hûn di her tiştî de bi bin ketin û herwiha we şoreşa Sûrî ya ku şoreşa gel bû we têk bir. We têk bir dema hûn bi yên sergûnkirî re hatin we hêvî dikir ku hûn textê Şamê bi dest bixin. Tişt hemû tev li hev bûn dema we hemûyan dest pê kir çavên we li text bû. Di wê demê de, arezûyan hûn han dan ku hûn şer bikin û we bi milyonan xelkên Sûrî ên ku derdê hemû cureyên êşê kişandin ji bîr kir. Dema ku hûn bi kêfxweşî li otêlên dewlemend li Tirkîya û Parîsê rûniştî bûn û di konferensên tijî derew de beşdar dibûn û we hewl dida ku şoreşê bi bin bixin. Alîyê din nas kir çawa we ji bo berjewendîyên xwe bi kar bîne û we bike sedemek ji bo bibinxistina şoreşê û wê bêwate bikin. Aniha, hûn tevlihev in, serkeftinên we winda bûn û erda we rizgar kiribû hat vegerandin. Aniha ti cih ji we re nema hûn xwe tê de veşêrin û ev yek besî we ye.

BERSIV BIDE

Xebera te ye! Bereketa Xwedê li te be!

BERSIV BIDE