Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

DAIŞ hewl dide kesên veqetiyayî santaj bike daku vegerin

Ala Husên li Bexdayê

Mêrekî Îraqî li kolaneke Felûcayê di Kanûna Yekema sala 2016an dimeşe, piştî şeş mehan ji vegerandina bajar ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Sebah Erar/AFP]

Mêrekî Îraqî li kolaneke Felûcayê di Kanûna Yekema sala 2016an dimeşe, piştî şeş mehan ji vegerandina bajar ji destên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ). [Sebah Erar/AFP]

"Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl dide ku veqetyayîyan santaj bike daku vegerin nav rêxistinê, ew gefan li wan dike ku ew dê delîlekî bi vîdyo derbarê endamtîya wan a berê di rêxistinê de eşkere bike, berpirsyarên parêzgeha Enbarê ji Diyaruna re gotin.

Di gaveke toldar ya hevşêwe, rêxistinê peywendîyên telefonê yên gefkbar ji endamên hêza polîsê parêzgehê re kirin, endamên red kirine ku pê re kar bikin.

Piştî rêxistin li Îraqê têk çû, bi dehan endamên DAIŞê yên berê tevlî civakê bûn, vegeriyan kar û projeyên xwe.

Piranîya van veqetyayîyan xelkên normal bûn ên ku ji alîyê rêxistinê ve hatibûn xapandin û ew ne serkirdeyên sereke ne yan ew kesên destên wan di tawanan de mîna kuştin û bombebarankirinê de heye, berpirsyaran got.

Ev têkilîya wan a berê hişt ku ew rastî santajkirinê werin, lê belê tektîka DAIŞê wan bi kar tîne daku zorê li wan bike ji bo vegerin jêr sîwana wê, serokê komîteya ewlekarî ya encumena parêzgeha Enbarê Neîm Kûd ji Diyaruna re got.

DAIŞ zextê li vaqetiyayîyan dike yên ku "vegeriyan hişê xwe", ew gefan li wan dike ku ew dê wan bihetikîne di rêya vîdyoyên kevin ên kiryarên wan eşkere dikin.

Van gefan zor li hin endamên DAIŞê kir ku tevlî şanên razayî bibin, wî anî ziman, ev yek jî gefê li ewlekarîya parêzgehê dike.

Gefên ji polîs re

Gef ji ajansên ewlekarîyê li parêzgehê hatin şandin weke hewldanekê daku polîsê Enbarê saziş bibe, serokê partîya Ehrar Ferat Şêx Ebdula Cixêfî, fermandarê berê ê hêzên heşda êlî li Enbarê, got.

"Birêveberîyên polîs li deverên rojavayî ji parêzgehê peywendîyên telefonê ji DAIŞê wergirtine, ew angaşt dikin ku hin karmendên polîsê xwecihî weke endam bi rêxistinê re kar dikirin," wî ji Diyaruna re got.

DAIŞê hewl daye ku hin karmendên polîs qayil bike ku alîkarîyê bi wan re bikin û "dema wan red kir, rêxistinê li wan vegerand ku ew dê gilîyê wan bike li ser hêvîya ku wan girtî bibîne," û desthilatdarî wan ciza bike.

Cixêfî tirasa xwe derbirîn kir eger ev tektîk bi rastî bi ser bikeve di tecnîdkirina endamên DAIŞê li hundirê parêzgehê, ji ber hin niştecîyan dilsozîya xwe ji rêxistinê re eşkere kir dema rêxistinê kontrola Enbarê kir.

Endamên DAIŞê azad in

Metirsîdar e ku hejmareke mezin ji endamên DAIŞê hîn azad in, Cixêfî got, wî not kir ku gelek di şerên derxistina rêxstinê ji Iraqê hatin kuştin, hejmareke baş hîn çarenûsa wan ne diyar e.

Piranîya endamên DAIŞê reviyan bajarokên Dêrazorê û Elbû Kemalê yan xwe li biyabana Enbarê li Iraqê vedişêrin, wî got, bi taybet li deverên Şamîya û Wadî Horanê.

Hebûna wan li biyabanê diyar e ji ber hejmara mezin ji girtinan li wê deverê , wî got û ev kifşkirina nû ji motor û veşartgehên kolandî ji alîyê hêzên Firqeya heftemîn e, ya artêşa Îraqî di êrîsa li ser Wadî Horanê de.

Eqîd Mihemed Ezawî, yê fermandarîya foca duyem ji Fermandarîya Operesyonên Enbarê dike, ji Diyaruna re got ku hêzên wî di 5ê Adarê de dest danîne ser veşartgeheke çekan a girêdayî DAIŞê li navçeya Kerablayê

Veşartgeh çekên sivik, navincî û yên giran û avêjerên roketan vedihewandin, wî got, wî not kir ku polîsê Enbarê kifşkirina veşartgehên çekan li parêzgehê berdewam dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500