Nûçeyên Iraqê
Civak

Sport li bajarên Enbarê vedijî di serdema piştî-DAIŞê de

Sêf Ehmed li Enbarê

Tîmên Helebsayê û Nesaf wêneyekê digrin ligel kesayetên mezin ên parêzgeha Enbarê. [Sêf Ehmad/Diyaruna]

Tîmên Helebsayê û Nesaf wêneyekê digrin ligel kesayetên mezin ên parêzgeha Enbarê. [Sêf Ehmad/Diyaruna]

Aniha desthilatdarî li Enbarê nûavkirin gelek stadyomên wezîşê û meydanên ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin wêrankirin hat qedandin, geşbûnek derbarê çalakîyên werzîşî li parêzgehê peyda dibe.

Matç û pêşbirkên goka pêyan, basketbol û volîbolê li her deverê çêdibin, pêşbirkê bi tîmên xwecihî dikin da ku di lehengîyê de bi ser bikevin.

Berî havîna sala 2014an, dema ku DAIŞê bigire ser rûberin fereh ji parêzgehê, bi dehan stadyomên werzîşê û meydan hebûn û dihatin bikaranîn, birêveberê Wezîş û Ciwanan li Enbarê, Mujhid Fehed Dilêmî got.

Ligel siwênkarên heyî, wî ji Diyaruna re got, me dest bi avakirina stadyoman li Remadî, Felûca û Hît û Qaimê kiriye.

Tîmên Tehedî û Muhemedayê li taxa Julanê li Felûcayê sirûda niştimanî distrên berî ew dest bi listikê bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna].

Tîmên Tehedî û Muhemedayê li taxa Julanê li Felûcayê sirûda niştimanî distrên berî ew dest bi listikê bikin. [Sêf Ehmed/Diyaruna].

DAIŞê dawî ji avakirin û çalakîyên Werzîşî re danî, lê belê wê 60% ji siwênkarên werzîşî yên parêzgehê wêrankirin di dema hukmê xwe de, wî got.

Lê di dema rizgarkirina parêzgehê de, tîmên teknîkî û endazyarî li Enbarê dest bi nûavakirina stadyom, meydan û navendên werzîşî kirin, wî got.

"Wezîş bi hemû cûreyên xwe alavine pir girîng in di şerê li dijî îdîolojîya tund," Dilêmî got, wî not kir ku DAIŞê hemû çalakîyên werzîşê qedexe kiribûn.

Listikvanên stêrk

"Aniha li Enbarê mahrîcan, çalakî û lehengîyên werzîşî yên gelerî yên ku tîmên navdar di nav xwe de dihewînin, mîna Yaneya Goga pêyan ya Remadîyê, Yaneya Goka pêyan ya Flûcayê û yaneya Werzîşî ya Simûdê," Dilêmî got.

Ev lehengî tîmên cîran dihewînin daku lîstikvanên ciwan hilbijêrin yên dê di pişt re ji alîyê karmendên pispor ve werin rahênankirin, wî got.

"Siwênkarên werzîşî rastî ziyanên dijwar hatin li ser destên endamên DAIŞê," serokê yaneya goka pêyan ya Remadîyê Kaptin Isam Dexîl ji Diyaruna re got.

Lê piştî derxistina rêxistinê, ciwanên Enbarê dest bi nûavakirina stadyoman kirin da ku rêyê li ber beşdarbûna di çalakî û bûyerên werzîşî de vekin.

"Enbarê lîstikvanên stêrk afirandin, di nav wan de Hişam Mihemed, Xalid Ehmed û hin lîstikvanên sereke yên din di tîma niştimanî ya Iraqî de," Dexîl got.

Ji bo qayimkirina behreyên tên, "pêdivîya Enbarê bi gelek piştgirî ji alîyê Wezareta Werzîş û Ciwanan û hikûmeta xwecihî heye da ku stadyomên mayî ji nû ve ava bikin, bi taybet Stadyoma Olopî ya Remadîyê", wî anî ziman.

"Şadamar re ji ciwan re"

"Navenda Ciwanan a Felûcayê aniha tîmên goga pêyan û tîmên medanan dihewîne, tîmên gogapêyan ên hundirî û holên Taykwando, Jûdo û gelek cûreyên di ji werzîşê," birêveberê Navenda Ciwanan a Felûcayê Hemed Şehasa got.

Navend derdê ziyanên dijwar kişand di serdema DAIŞê de, wî ji Diyaruna re got, lê bi saya hewldanên hikûmet û piştgirîa îdara xizmetguzarîyan, piranîya navendê ji nû ve hat avakirin û vegeriyan xizmetê.

"Aniha navend mêvandarîya çalakîyên çandî û hunerî dike di nav wan de komên xêzkirin û srandinê," Şehasa got.

"Pênc lehengîyên werzîşî di her du mehên bûrî de hatin lidarxistin," wî anî ziman. "Cilên yekşêwe û akseswarên wan dane tîmên taxên xwecihî û demeke têr dane wan da ku xwe li yarîgehên goga pêyan yên tam û holên goga pêyan rahênan bikin."

"Di roja yekem de piştî rizgarkirina Enbarê, di destpêka sala "an de, çalakîyên werîzî bi awayekî xurt dest pê kirin ji ber werzîş şadamara jîyana ciwanan e li her navçe û her deverê," neqîb Hilal Bedir, ê ku serperiştîya Stadyomê li Hedîyayê dike got.

Piranîya meydanan ji alîyê tîmên xwecihî ve tên bikaranîn bo maçên goga pêyan bi awayekî rojane, wî ji Diyaruna re got û pêşbirk di navbera taxên niştecihî û bajarên Enabrê de tên lidarxistin.

"Tîm ji cûreyên werzîşê yên cuda hene, di nav wan de jûdo, listikên li meydanan û avakirna laşî, ya ku di nav ciwanan de belav bûye," Bedir got.

Ligel rahênana rêzkî, gelek bûyerên nû hene, mîna pêşbirkên di navbera tîmên gelerî û tîmên bersivdana lezgîn û plîs û artêşê de, Ebas Mihemedî, lîstikvaneke bi yaneya Remadîyê re got.

Ev yek "têkilîyê di navbera welatî û ajansên ewlekarîyê de xurt dike", wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500