Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Koma Wangerê: "Artêşa sîber" a xizmeta Putin li Sûrîyayê dike

AFP

Wêneyeke 3ê Sibatê hatiye kişandin nîşan dide ku duman ji firokeyeke şer ji corê Suxoi-25 bilind dibe li parêzgeha Idlibê ya dikeve bakur-rojavayê Sûriyê. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Wêneyeke 3ê Sibatê hatiye kişandin nîşan dide ku duman ji firokeyeke şer ji corê Suxoi-25 bilind dibe li parêzgeha Idlibê ya dikeve bakur-rojavayê Sûriyê. [Omer Hec Qedûr/AFP]

Mirina çendîn endamên "Koma Wagner" li Sûriyê meha borî tîşk avête ser artêşa taybet a zar a ku Serokê Rûsî Vladimir Putîn wê bikar tîne.

Pirsyar tên kirin derbarê rola komê di aloziya Sûrî de û gurtir bûn dema ku Amerîkayê got ku wê roja 7ê Sibatê herî pêk 100 serbazên ser bi rejîmê li Dêrazorê kuştin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ên Amerîka piştevaniya wê dike ji nişka ve rastî êrîşekê ji aliyê hêzên ser bi Esed ve hatin, û êrîşên asmanî yên giran û agirên topxaneyê yên Amerîkayê bersiva êrîşê dan.

Piştî çend rojan ji bêdengiyê, Mosko da zanîn ku pênc welatiyên Rûsî hatin kuştin û "bi dehan" di êrîşê de birîndar bûn, û got ku ew hemû li Sûriyê bûn "li gorî însiyatîva wan".

Wêneyeke roja 17ê Adarê hatiye kişandin portrayên Serokê Rûsî Vladimir Putîn û Serokê Sûrî Beşar Esed li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê. [George Ourfalian/AFP]

Wêneyeke roja 17ê Adarê hatiye kişandin portrayên Serokê Rûsî Vladimir Putîn û Serokê Sûrî Beşar Esed li bajarê Helebê li bakurê Sûriyê. [George Ourfalian/AFP]

Di dema êrîşê de li Dêrazorê, wezareta berevaniyê ya Rûsî got ku tu karmandên wê li parêzgeha rojhialtî li Sûriyê tune ne.

Lêbelê, gelek raport piştrast kirin ku gelek welatiyên Rûsî li Sûriyê weke çeteyan şer dikin bo Koma Wagner.

Gelek dezgehên medyayî ragihandin ku zêdetirî 200 kesan di şerê Dêrazorê de hatiye kuştin. Koma serbixwe ya blogerên lêkolînvanî yên Rûsî ya bi nacê Tîma Hewalgiriya Aloziyan (CIT) nasnameya bi dehan ji wan eşkere kir -- tev endamên Koma Wagner in.

"Artêşa sîberê ya Rûsiya li Sûriyayê ye"

"Wagner wekî artêşa sîber a Rûsyayê li Sûriyê tê dîtin, û ew destekên eniyê yên jiyandar bo operasyonên Rûsî li Laziqiyê û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne," Kiril Mikhailov ji CIT ji AFP re got.

Pavel Baev, lêkoînvan di Peymangeha Frensî bo Pêweniyên Navdewletî, got ku bikaranîna Russiar ji "artêşên sîber re... xwedan du sûd e bo redkirina wendahiyan û veşartina hejmara qurbaniyan".

Lêbelê "kêşe ligel haletên wekî Koma Wagner ew e ku qet bi temamî nayê kontrolkirin û dikare bibe serbixwe", wî got.

Wagner ji aliyê efserê berê yê hewalgiriya serbazî ya Rusî Dmitrî Utkin hatiye avakirin, yên ku di karwana yekem a çeteyên bo Sûriyê de hatin şandin di payîza 2013an de cih girt.

Lê erka wan ya nebaş kerestekirî, ya ku desthilatdarîya Rûsî piştgirîya wê nekir têkçû.

Ew tevlî hin şerên li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn lê bi lez ew vegeriyan Rûsyay, cihê ku du alîgirên Rêjîmê lê sê salan hatin girtin ji ber çalakîyên ceteyan.

Uktin careke di di payîza sala 2015an de li Sûrîyayê hat dîtin, dema ku Rûsyayê dest bi destwerdanekê kir da ku piştgirîyê ji alîyê Kremlinê ve ji hevalbendê xwe rêjîma Esed re bike.

Di Kanûna Yekem de ji sala 2016an. berpirsyarekî istixbaratan ê berê di aghegeke tîlvîzyonê de li Kremlinê hat lidarxistin da ku "Lehengên Welat" pîroz bikin û ew di haman rojê de li gel Putin hat teswîrkirin.

Raportên medyayê yên cuda li Rûsya Emerîkayê gotin ku Wanger ji alîyê alîgirekî Putin ver tê temwîlkirin -- Evgeny Prigozhin, aborvanekî Saint Petersburg ê ku dewlemendî ji sekotorê temwînê çêkir berî ew peymanîn havildar bi artêş û hikûmeta Rûsî re imze bike.

"Dem ji şînê re nîne"

Tevî hewldan hene ku çalakîyên Wangerê li Sûryayê aram bihêlin, hûragahî bi awayin şermdar eşkere bûn.

Par, weke mînak, DAIŞê vidyoyek weşand, wî angaşt dikir ku du welatîyên Rûsî girtine, yên vê talîyê hat naskirin ku têkilîyên wan bi Wangerê re hebûn, Waşîton Postê 23ê Sibatê ragihand.

Gelek karmendên Wangerê di rêya tomarkirinên deng re hatin girtin ku wan tê de êrîşa 7ê Sibatê li Dêrazorê giftûgo dikir. Wan zimanekî zelal bikar anî da ku bûyerê wesif bidin, wan nîşan dida ku hikûmeta wan ew têk birin.

Mirina çeteyên Rûsî bû sedema xemgînîyeke mezin, herwiha sedema qehrê ji ber hikûmeta Rûsî îtiraf bi qurbanîyên wan nekir.

"Ew weke berazan avêtine nav şer," Yelena Matveyeva, ya ku jinbîya Stanislav Matveye e, yê 38 salî, çeteyê ku ji Asbestê ye yê bawerî heye ku ew jî mirîye.

"Ew şandibin kû, ew nedihatin parastin" Matveyeva ji RFE/RL re got, li gorî Guardianê.

Wê got divê desthilatdarîya Rûsî îtirafê bi welatîyên xwe yên di şer li Sûrîyê dimirin bike û eger gengaz be laşên wan vegerînin welatên wan.

Di weşaneke nûçeyan ya rojane vê mehê, Dmitrî Peskov, berdevkê Kremlinê, nûçevan jê pirsî eger rojeke şînê ji bû Rûsîyên di êrîşa asmanî ya 7ê Sibatê de hatin kuştin dê hebe.

"Ji ber çi? Ez nizanim çima demeke sînê divê were diyarkirin," Peskov got.

Girtîyên berê

Hejmara çekdarên Wangerê li Sûrîyayê mijara giftûgoyê bû ji alîyê analzer û medyayê ve, rojnameya Republic.ru ya li ser Înternetê ragihand ku 2,500 çete di Adara 2016an de hazir bûn.

Tê gotin ku 350 mîlyon $ li ser çeteyan hat xerckirin ji dema ku operasyonê dest pê kiriye.

Erkê Wangerê "bi awayekî cewherî têkçûyî ye", endamekî berê ji komê ji kovara Sovershenno Sekrenro ya heftane ya Rûsî re got.

Wî got 40% ji yên hatî tecnîdkirin berê ji ber tawanên xeternak hatibûn girtin berî ew tevlî Wangerê bibin û ew dê destê xwe xwe "kesên bextreş" nîşan bidin.

Ev "kwalîteya nizm" ji mucenedan, li gel fikreya ku Wangerê weke artêşa xweser kar kir û erk ji komên ne Rûsî qebûl kir, vê yekê hişt ku alozî di navbera berpirsyarên li ser erdê li Sûrîyayê û yên li korîdorên Moskoyê de çêbibe.

Di destpêka sala 2016an bawerî --û temwîlkirinji alîyê -- wezareta berevanîyê ya Rûsî ve ji dest komê çû, li gorî gelek raportan.

Ev yek bû sedema ku li peymanin din bigerin, mîna ya ku Şamê re her weke ku Wanger dê zevîyên neft û gazê û binesazîyê rizgar bike di ber 25% ji berheman", wî anî ziman.

Da ku vê armancê bi cih bîne, wî kampanîyek bi navê Evro Polis ava kir, ya ku peyman bi hikûmeta Esed re di Kanûna Yekem ya sala 2016an de imze kir û aniha ew berpirsyar e derbarê dana mûçeyên çeteyên Wangerê ya digihe dora 3,500$ mehane.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500