Nûçeyên Iraqê
Penaber

Rayedarên Amerîkayî nîgeran in ji ber awarebûna sivîlan ji Efrînê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê û AFP

Malbatên bajarê Efrînê yê Sûrî terikandin neçar bûne li çolan razin di rewşeke gêre de ji ber şer û pevçûnên li warê wan. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Malbatên bajarê Efrînê yê Sûrî terikandin neçar bûne li çolan razin di rewşeke gêre de ji ber şer û pevçûnên li warê wan. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Amerîka hişyarî da Turkiyê, hevalbenda xwe di NATO de, Duşemê (19ê Adarê) ew "pir nîgeran e" piştî êrîşa bi pêşengîtiya Turkiyê li ser bajarê Efrînê rewşa sivîlên Kurd xerab kir.

Hêzên taybet ên Amerîkî piştgiriya xwe ji Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) re li rojhilatê Çemê Firatê berdewam dikin.

Li rojavayê çem, hêzên Tirk û hêzên Sûrî (Artêşa Azad a Sûriyê) ketin tevgerê de bo Efrînê ji komekê bistînin ku serokê Turkiyê Recep Tayip Erdogan wê alîgerê rêxisitna PKK, a şerê Turkiyê dike, dibîne.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkî Hêser Nawert dupat kir ku “Amerîka destêwerdanê di bakurê rojavayê Sûriyê de nake, Efrîn jî li wê herêmê dikeve”.

Karwaneke sivîlan ji devera Efrînê derdikeve li ser pêyan daku ji şer bireve. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

Karwaneke sivîlan ji devera Efrînê derdikeve li ser pêyan daku ji şer bireve. [Wêne di medyaya civakî de belav bûye]

"Em hîna li hember Turkiyê, hevalbenda me di NATO de pabend in, em nîgeraniyên wan ên ewlehî tê dighin. Em herwiha pêbend in li hember Kampanya Têkbirina DAIŞê û hevparên me Hêzên Sûriya Demokratîk li rojhilatê Sûriyê," wê got.

Rola QSD di şerê li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de pir çarenivîsaz bû, û rêxistin ji asêgeha wê ya sereke ku Reqa bû derxist.

Kirîza Mirovî

"Diyar e ku piraniya xelkê bajêr [Efrînê], ku piranî Kurd in, bajar terikandin ji ber gefa êrîan," Nawert got.

Wê got ku êrîşê "rewşa mirovî kampaxtir kir li deverê, saziyên NY qala awarebûna bi sed hezarên sivîlan ji Efrînê kir".

Zêdetir ji 200,000 sivîlî malên xwe li pey xwe hiştin li devera Efrînê ji ber şer û pevçûnan, ên ku ev 60 roj in dewam dikin, Azad Dudekî, berpirsekî Heyva Sor a Kurdî li Efrînê, got.

Şêniyan dest bi derketinê kirine ji ber tirsa li ser jiyana xwe piştî "topbaranan û êrîşên asmanî cihê sivîlan mîna nexweşgeh û navendên tendirûstî kirin armanc", wî ji Diyaruna ragihand.

"Derketin ji Efrînê bi awayekî neorganîzkirî çêbû, bê alîkarîya rêxistinên navdewletî ên pispor," wî got, wî anî ziman ku nîvê kesên ku revîyan hîn li çola ne, li zevîyan radizin..

Tirs di hundirê Efrînê de zêde dibin, Dudekî got.

Li tê ragîhandin, hêzên derbasî bajar dibin lîsteyan hildigrin bi navên "wan kesên dijberî wan, ên guman heye ku wan li dijî wan şer kirin yan têkilîya wan bi hêzên berevanîya deverê hene," daku bidin dûv wan", wî got.

Ev yek dê bibe sedema parçebûnên olî û etnîk ên ku dê "encamin gelekî dijwar" di pêşerojê derxin holê, wî got.

Nîgeraniyên ji DAIŞê

Newret hişyarî da ku şerê li dijî DAIŞê kêm bû, û wê dest pê kiriye xwe "li hin deveran careke din dadimezrîne".

"Ev nîgeraniyeke cedî ye û mezin dibe," wî anî ziman.

Di rewşa li Efrînê de hat dîtin ku hin endamên Kurdî ên QSD cenga li dijî DAIŞê li Gola Çemê Firata Navîn terikandin û berê xwe dan rojava daku tevlî şerê li dîjî Tirkîya û hêzên alîgirê wê bibin.

Pintagaonê hişyarê da ku vê herikînê derfetek ji çekdarên DAIŞê re çêkir..

"Ne mumkin ne ku li pêşîya DAIŞê vekişin yan derfetê bidin van terorîstan ku piştî xesaretên xwe careke din bidin hev," berdevkê Pintagonê Serdar Adrian Rankine-Galloway got.

"Guman nîne, weke wê berê ji kir, DAIŞ sûdê ji hemû derfetan digire da ku hêza xwe vegerîne di rêya ew hewl bide kontrola xwe li erdên rizgarkirî vegerîne û bireve deverin rewatir," wî got.

Rewşa li Efrînê hişt ku operesyonên derxistina DAIŞê ji beşinan ji Sûrîyayê raweste, berpirsyarê QSD Ferhad Xoce ji Diyaruna re got.

"TBi hezaran şervanên ku şerê DAIŞê dikirinji Dêrazorê û deverin din vekişîyan û berê xwe dan Efrînê da ku di şerê li wê deverê de beşdar bibin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500