Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî Tel Eferê ji teqemeniyên DAIŞê paqij dikin

Xalid Ta'î

Karker kevilan avahiya Birêveberiya Perwerdahiya Tel Eferê paqij dikin di vê wêneyê de, ku roja 4ê Mijdarê hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Birêveberiya Perwerdahiya Tel Eferê hatiye wergirtin]

Karker kevilan avahiya Birêveberiya Perwerdahiya Tel Eferê paqij dikin di vê wêneyê de, ku roja 4ê Mijdarê hatiye belavkirin. [Wêne ji ofîsa medyayî ya Birêveberiya Perwerdahiya Tel Eferê hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî (19ê Adarê) paqijkirina navenda Tel Eferê li rojavayê parêzgeha Nînewayê bi dawî dikin ji teqemeniyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li pey xwe hiştine.

Ji dema ku bajar bi temamî hat rizgarkirin roja 31ê Tebaxê, tabûra endazyarî ya Firqeya 15ê ya artêşê kar dikebo paqijkirina paşmahiyên teqemeniyên şer, endamê encumena xwecihî, Tariq Husên ji Diyaruna re ragihand.

"Paqijkirin yekser piştî qedandina operasyonên rizgarkirina Tel Eferê, û bi hezaran mayîn, otmbîlên bomberêjkirî û teqemeniyên bidestçêkirî yên li ser rêyan, meydanên giştî û li malên ehliyan hatibûn çandin hatin bêbandorkirin," wî got.

"Hêzên artêşên xebatên bêhempa meşandin bo zoriya vê berhengariya mezin bibin piştî ku ew bûbû rêgir li ber vegera bêwaran," wî got.

Navgîneke şaredariya Tel Eferê paşmahiyên şer ji kolanên bajêr radikin di vê wêneyê de. [Wêne ji Bewabat Tel Efer hatiye wergirtin]

Navgîneke şaredariya Tel Eferê paşmahiyên şer ji kolanên bajêr radikin di vê wêneyê de. [Wêne ji Bewabat Tel Efer hatiye wergirtin]

Husên got ku karê rakirina teqemeniyan ji gundên Tel Eferê didome, û wî da zanîn "ev dever hîna jî ne aram in bo vegera bêwaran ji ber teqemenî li her deverê ne.

Ewlehiya baştir

Dora 40% ji 43,000 malbatên aware bûn piştî ku DAIŞ êrîş kire Tel Eferê havîna 2014an vegeriyan navenda welat di mehên borî de, li gel baştirbûyîna rewşa ewlehiyê, li gorî Husên.

Bajar "aramiyeke berbiçav jiyan dike û hêzên serbazî kontrola rewşa ewlehî dikin, wî got.

Wî got ku vegerîna şêniyan li jêr pişkinîneke ewlehî beriya ku destûr ji wan bê dayîn ku vegerin bajar tê kirin, di prosesekê ku hatiye dîzayînkirin bo bêvirandina dizekerên DAIŞê.

Zinara li dora bajar "xurt e û rê nade tu terorîst xwe vedizin", wî got, wî bal kişand jî ne gengaz e ku tu şanên razayî mabin.

"Rewşa xizmetguzariyan hêdî hêdî baş dibe," Husên got, li gel vegerana kehrebê bo dora 70% ji taxên bajar û birêveberiya avê amade ye ku ava vexwarinê bigihîne tevahiya deverê.

Wî got ku gelek qirêja şer û bi hezaran metrên sê car ji kavilan hatin rakirin di xebatên hevpar ên hêzên ewlekariyê û karkerên paqijkirinê de.

"Rêxistinên mirovî hene alîkarîyê dikin di fînansekirina kampanyayên paqijkirinê bi rêya dayîna heqdestên dora 150 karkerên paqijkirin," wî got.

Ev hemû xebat tê wataya "ku bajar gelekî hatiye guhertin bi berhevkirin li gel rewşa beriya şeş mehan", wî got. "Wî rûyê xwe yê geş vegerand."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500