Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Koçbûna komî ji Xûtaya Rojhilatî di demekê de ku rêjîm bi pêş ve diçe

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Navgînên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor xwe amade dikin ku biçin bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî ji bo îro Pêncşemê (15ê Adarê) alîkarîyên hewarçûnê bidin. [Wêne ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hatiye wergirtin]

Navgînên Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor xwe amade dikin ku biçin bajarê Dûmayê yê Xûtaya Rojhilatî ji bo îro Pêncşemê (15ê Adarê) alîkarîyên hewarçûnê bidin. [Wêne ji Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor hatiye wergirtin]

Bi hezaran sivîl ji Xûtaya Rojhilatî roja Pêncşemê (15ê Adarê) direvin dema ku rêjîma Sûrî û hêzên hevalbendên wê ber bi Hemûrîyayê ve bi pêş ve diçin di bin bombebarankirin û êrîşên asmanî de, çalakvanên xwecihî gotin.

Êrîşên asmanî li ser devera opozîsyonê herî kêm 57 sivîl îro Înê kuştin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdil Rehman got ku êrîşên asmanî ji alîyê balefirên şer ên Rûsî ve li ser deverên Seqba û Kefir Betnayê hatin cîbicîkirin, li başûrê devera veqetandî, AFP ragihand.

Hêzên rêjîmê karî kontrola xwe ya hema hema tam li ser Hemûrîyayê û deverên derdora wê ferz bikin piştî ew roja Pêncşemê ber bi derdora wê ve bi pêş ve çûn, çalakvanê xwecihî Mihemed Bêk ji Diyaruna re got.

Jin û zarok ji taxa Qedemê li Xûtaya Rojhilatî tên guhestin ber bi herêma Idlibê ve. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Jin û zarok ji taxa Qedemê li Xûtaya Rojhilatî tên guhestin ber bi herêma Idlibê ve. [Wêne ji Mihemed Bêk hatiye wergirtin]

Lê roja Înê, komên tundrew ên serdestîya vê deverê dikin li herêmê di van çend salên dawî de gelek ji bajarok vegerandin, Rewandehê got.

"Tehrîr el-Şam û Feyleq el-Rehman teqrîben bajarok bi temamî vegerandine lê şer li derdora wî berdewam e," Rewangehê got, wê not kir ku çend niştecî li Hemûrîyayê bi xwe dimînin.

Lê belê, li devereke din, Rewangehê got ku rêjîmê girte ser bajarokê Rîhanê di êrîşekê de ku şêwirmend û zabitên Rûsî ew bi rê ve birin.

Bi sedan sivîlan karîbû ji Hemûîya û bajarokên nêzîl birevin piştî şeveke ku Bêk ew weke "dojehê" wesif da ji ber dijwarîya bombebarankirinê û erîşên asmanî.

Di heman demê de, hêzên rêjîmê li taxa Qedemê bi oêş ve çû piştî ew bi çekdarên li deverê re giha lihevkirinekê, çekdarên bi piranîya xwe ji Tehrîr el-Şam û hevalbenda wê Ecnad el-Şam bûn, yên ku ber bi Idlibê ve vekişîyan, wî got.

Lê endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji deverin nêzîk bi dizç derbasî devera hatî velakirin li Qedemê bûn, vê yekê hişt ku pevçûn di nav wan û rêjîm û hevalbendên wî de çêbibin, şer di navbera her du alîyan de roja Pêncşemê berdewam dike.

Raportên seretayî nişan didin ku hejmareke mezin ji çekdarên her du alîyan hatin kuştin.

Koçkirina Komî ji Xûtayê

Bêk got ku rêyeke derçûnê ji sedên sivîlan re hat vekirin roja Pêncşemê piştî çalakvanên Sûrî bangin komî di rêya medyaya civakî re çêkirin dema ku rêjîm bi pêş ve diçû û tirs heye ku komkujî li dijî sivîlan werin pêkanîn.

Sivîlên direvîyan hatin guhestin bo penagehên li jêr kontrola rêjîmê nêzîkî Şamê, dema ku hin din ber bi bajarê Deraayê ve yê li jêr kontrola rêjîmê ve birin.

Rewangehê got ku nêzî 20,000 kes di 24 saetan de ji deverê revîyan berî ku herikîna wan êvara Pêncşemê raweste, AFP ragihand.

Wê koçkirin weke "koçkirina herî mezin ji dema ku êrîşa li ser Xûtayê dest pê kiriye" wesif da.

NY got ew hewl dide ku hejmara kesên ji deverê derketin destnîşan bike.

Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor û NY karibûn kerwaneke alîkarîyê ya nû derbasî bajarê Dûmayê bikin, kerwana ku bi xwarin û alîkarîyên bijîşkî barkirî bû bo 25,000 sivîlan, Bêk got.

"Ev tenê hineke ji tiştê ku hewcedarîya malbatan pê heye," Xaça sor got, ya ku alîkarî dan dest Heyva Sor ya Erebî ya Sûrî û NY.

25 kemyonan selikên xwarinê û kisên erd didane niştecîyên Dûmayê yên ku birçîbûne dema ku hawinan li devereke nêzîk dixist.

Karkerên alîkarîyê xwe dane alîyekî, AFP ragihand, lê piştî hinekî wan karîbû dest bi operesyonên danê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500