Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Niştecîyên Reqayê di pêşbaziyê de ne bo jîyanê vegerînin bajar

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Tîmek ji kesên ku pêşî bersiv dan kar dikirin daku laşan ji bin molozan li bajarê Reqayê derxin. [Wêne ji Hêzên Sûrya Demokratîk hatiye wergirtin]

Tîmek ji kesên ku pêşî bersiv dan kar dikirin daku laşan ji bin molozan li bajarê Reqayê derxin. [Wêne ji Hêzên Sûrya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dîsa rewşa jîyanê li bajarê Reqayê yê Sûrîyayê tê guhertin, tenê çend mehan piştî rizgarkirina wê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Pêdivîyên bingehîn ên jîyanê berdest in, niştecîyên xwecihî û berpirsyaran got, û kar berdewam e da ku rakirina mayîn û molozan bi dawî bikin ûhewldanên nûavakirinê berdewam bikin..

Ji bilî piştgirîya ji alîyê hevpeymanîya navdewletî ve hat dabînkirin, ti piştgirîya navdewletî ji bo nûavakirina Reqayê nebû, endamê komîteya tendirustîyê ya encumena sivîl, Sedam Hiwêdî, ji Diyaruna re got.

Piranîya ambulansan, herwiha kemyon û beldozer û makîne yên di paqijkirina molozan tên bikaranîn, ji alîyê hevpeymanîyê ve hatin dabînkirin û li ser bingeheke berdewam tên bikaranîn, wî got.

Dikanan dest pê kiriye li bajarê Raqayê yê Sûrîyayê vedibin, cihê ku rakirina mayînan û karê paqijkirina molozan berdewam e, ew hazirîya nûavakirina bi temamî dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrya Demokratîk hatiye wergirtin]

Dikanan dest pê kiriye li bajarê Raqayê yê Sûrîyayê vedibin, cihê ku rakirina mayînan û karê paqijkirina molozan berdewam e, ew hazirîya nûavakirina bi temamî dikin. [Wêne ji Hêzên Sûrya Demokratîk hatiye wergirtin]

Nexweşxaneya bajar ya jidayikbûnê vegeriya xizmetê û hat ferehkirin da ku xizmeta bijîşkî ya zarokan jî bihewîne û herwiha nexweşxaneya Meşhedanî ya gelemperî jî pêşwazîya nexweşan dike, wî got.

Şaredarîyê komîteyeke kontrolkirinê ya giştî saz kir daku nirxan tekûz bike û xapandin û binpêkirina li hember samanîya taybet û giştî rawestîne, wî anî ziman.

Nûavakirin berdewam e

"Nûavakirina bi temamî dê mêjereke mezin ji pere û temwîlkirina navdewletî bixwaze, ji ber vê yekê nûavakirin tenê di çarçoveya bê niştecî çi dikarin li ser hesabê xwe bikin," serokê komîteya nûavakirinê, Ebdula Eryan, ji Diyaruna re got.

Komîteya nûavakirinê moloz, mayîn û laşan ji kolanan radikin, wî got, dema ku niştecî erkê nûavakirin û sazkirina mal û dikanên xwe girtin ser milên xwe.

Sazkirin û nûavakirina stasyona trempeya Kesratê û stasyona çêkirinê tê wateya ku av digihe Reqa û deverên derdora wê, serokê Stasyona Ava Reqayê, Ebdo Ebdul Qadir, ji Diyaruna re got.

Kar berdwam e da ku tora ziyankirî saz bikin, wî got, wî anî ziman ku hewcedarî heye ku du borîyên sereke werin guhertin, yek hat guhertin û kar ji bo gehertina borîya din berdewam e.

Herwiha kar li Reqayê berdewam e da ku mayîn, teqînên bi dest çêkirî (IEDs) û bermayîyên teqemenîyên şer rakin , Mistefa Seylan ê ku di tîmekî endazyarîyê yê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) kar dike, got.

Ev kar ji alîyê tîmekî QSD yê pispor û rêxistinên mirovî yên navdewletî ve yên pispor di rakirina mayînan de tê cîbicîkirin, wî ji Diyaruna re got.

"Rakirina mayînan pêşî li şarêyan û swênkarên gelemperî mîna stasyonên kehrebe û avê û nexweşxaneyan dest pê kir, di pişt re çû deverên niştecihî," wî got.

"Kar li gorî planeke dimeşe piştî ku bajar hat dabeşkirin çaryekan, yên pey hev re tên paqijkirin," wî got.

Vejîyandina bajar

Seylan texmîn kir ku 2,000 ji eslê 12,000 mayînên çandî hatin ji hev xistin, wî got ku bi hezaran mayîn û IEDs li depoyên DAIŞê hatin dîtin yên ku wan li şûn xwe hiştibûn.

Du kargeh cihê ku mayîn û teqemenî hatin çêkirin hatin kifşkirin, wî got, li kolanên Tel Ebyed û Emasîyê.

Tîma bersivdana lezgîn hat çêkirin da ku laşan ji bin molozan derxin, wî got, yên ku heta aniha "bêtir ji 70 laşan" ji bin molozan kişandine û aniha ew bi hevahengîya tîmên rakirina mayînan kar dikin.

Pêdivîyên bingehîn ên jîyanê careke din berdest in, serperiştê komîteya nûavakirinê Mizar Ehmed got.

Erd ji firneyên bajar re hat misogerkirin di rêya avakirina aşekî nû û embareke depokirinê ya derfetê dide firneya ku nan bifiroşe bi dora 100 lîreya Sûrî (0.19$), wî ji Diyaruna re got.

Meslex hat nûavakirin, wî got, "ji ber bixwedîkirina dewar û firoştina goşt du çalakîyên bazirganî yên girîng in li herêmê".

Wan giranî da vegerandina alîyê civakî ji jîyana bajar, wî anî ziman, wî not kir, di rêya çalakîyên mîna nûavakirina yarîgeha goga pêyan, lidarxistina maça goga pêyan û paqijkirina muzexaneyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500