Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Piştî 7 salan, şerê Sûriyê dikeve qonaxên nû de lêbelê hîna jî kujêner e

AFP

Mêrekî Sûrî yê birîndar bendewarîya wergirtina dermankirinê dike li nexweşxaneyeke demkî piştî bombebarankirina rêjîmê li Kefir Betnayê li devera li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, roja 13ê Adarê. [Emar Slêman/AFP]

Mêrekî Sûrî yê birîndar bendewarîya wergirtina dermankirinê dike li nexweşxaneyeke demkî piştî bombebarankirina rêjîmê li Kefir Betnayê li devera li jêr kontrola opozîsyonê li Xûtaya Rojhilatî, roja 13ê Adarê. [Emar Slêman/AFP]

Sûriyê dikeve sala heştemîn a şer de roja Pêncşemê (15 Adarê) , ew heta asteke mezin ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatiye rizgarkirin, lê şerê navdewletî li ser bandordariyê wê parçe dike û rejîm jî zextê dike daku wê vegerîne.

Şerê ku di 15ê Adarê sala 2011an dest pê kir ji ber hikûmeta Serok Beşar Esed tedbîrên dijwar li hember protestoyên aram kirin û hîn bi dijwarî berdewam in û her û her alozdartir dibin.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, dora 354,000 kes di heft salan de hatin kuştin. Zêdetir ji nîvê niştecîyên Sûrîyayê berî şer yên 20 milyon bûn bûne bêwar.

Esed, ti nemabû payeya wî ji dest wî here ya ku ji sala 2000an ve ew tê de ye, ji alîyê destwerdana serbazî ya Rûsyayê ji sala 2015an ve hat qayimkirin û bi awayekî ne li bal rewşa wî tê geşkirin û aniha rêjîm kontrola bêtir ji nîvê erda Sûryayê dike.

Operasyona dawîn ya rejîmêbo vegerandina erda ku wê di qonaxên pêşîn ên şer de ji dest dabû li Xûtaya Rojhilatî, li ber dergehên Şamê, pêk tê.

Hêzên rêjîmê û yên hevalbendên wê êrîşeke tund ya asmanî û bejî girtine ser devera li jêr kontrola opozîsyonê, bêtir ji 1,100 kesên sivîl kuştin --pênceyek ji wan zarok bûn -- di êrîşeke ku tundîya wê cîhant şok kir.

Bombeyên bermîlên kujêner û çekên kîmawî yê gumanbar li ser deverên sivîl hatin avêtin, bajarok bi temamî kirin moloz.

"Pêşbaziya li ser Sûriyê"

Mehên hindik ên dawî mirina a jê re dihat gotin dewleta DAIŞê dîtin, ew jî ezmûneke tundbar bû ku bi awayekî demkî armanceke hevbeş ji hêzên hevrik re peyda kiribû.

DAIŞ hin bi hin bi hêzên gelek şikestin, û 2017an rûxana dawîn a kontrola wê li ser deverên ku wê dest danî li ser wan dît. Tevî ku hîna hinek çekdarên rêxisitn hene ku xwe li veşargehine biyabanî asê dikin, û awatên wê yên girtina erdê tarûmar bûn.

"Pir zehmet e ji DAIŞê re ku careke din cihê lingê xwe li ser zemînê çêbike," Joşwa Landis, birêveberê Lêkolînên Rojhilata Navîn li Zanîngeha Oklahoma, hişyarî ji qudreta tundrûyan a pêkanîna êrîşan da.

Li gel ku wan hêz û alav di şerê li dijî DAIŞê û tundrûyên din de wezîfedar kirine, hêzên navdewletî daxwaz dikirin ku bandoriya xwe li herêmê zêde bikin.

Piştî ku hêzên biyanî karînasêgehên DAIŞê yek bi yek vegerînin, beşin ji Sûriyê bi awayekî rêjeyî careke din şer li wan kêm bû.

"Tiştê em dibînin aniha pêşbaziyeke ber bi Sûriyê ve ye," Landis got.

"Arasteyê sereke dabeşkirina Sûriyê ye" bo sê blokan, wî got, pişka şêr para rejîmê ye, ybi piştevaniya Rûsya û Îranê.

Gotûbêjên alozdar

Hêzên Erebî- Kurdî yên ku hevpeymanî piştevaniya wan dike xaka li bakur-rojhilatê Sûriyê kontrol dikin ku 30% ji welat pêk tîne, û çekdarên opozîsyona ku Turkiyê piştevaniya wê dik kontrola beşê sêyem, yê ku dikeve bakur-rojavayê welat, dike.

"Bandora Turkan û Amrîkiyan li ser zemînê, li nava Sûriyê, dê dewam dike," Nîkolas Heras ji Navenda Ewlehiya Amerîkî ya Nû texmîn dike

"Bi vî awayê, 2018 dê berdewam be di çespandina rastiya zonên kontrolê li Sûriyê, tevî ku hêzên [rejîmê] hîn destkeftinan li hinek devran bi dest dixin," wî got.

Rejîm îsrardar e ku her berxwedaneke li Xûtaya Rojhilatî, ku dikeve derbasgeha paytextê de bişkîne, bi hedefgirtina saziyên serekî.

Şirovekarê Sûrî Fabrîk Balançê texmîn dike ku dê opozîsyon deverê demeke dirêj di destê xwe nehêle û dê tifaqên valakirinê pêk werin.

"Ji rejîmê re, 2018 sala vegerandina Şamê û derdora wê bi temamî ye" Balançê, hevkarê mêvan di Peymangeha Hoover a Zanîngeha Stanfordê de, got.

Gotûbêjîn bi sponseriya NY li Cinêvê û herwiha danûstandinên bi serpereştiya Rûsyayê li Sûçî bin ketin di peydakirina egereke bawepêkirî di warê gihiştina bi çareseriyeke siyasî bo aloziyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500