Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Îraq kar dike bo pêgehandina xwendekaran li deverên rizgarkirî

Xalid Ta'î

Xwendekar waneyekê amade dibin li Dibistana Mekasibê, yekemîn dibistana dîsan hat vekirin li Bajarê Kevin ê Mûsilê, roja 8ê Adarê. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xwendekar waneyekê amade dibin li Dibistana Mekasibê, yekemîn dibistana dîsan hat vekirin li Bajarê Kevin ê Mûsilê, roja 8ê Adarê. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî îro Çarşemê (14ê Adarê) eşkere kir ku wê projeyek dest pê kiriye bo pêgehandina xwendekaran li deverên welat ên ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin.

Proje beşeke ji pilaneke mezin a wezaretê bo vejîyandina çalakiya perwerdahî li wan deveran.

Pêgehandina xwendekaran yek ji armancên herî girîng yê wezaretê ye di qonaxa bê de, Sermed Selam Lefta ji Diyaruna re ragihand.

"Terorîstan sîstema perwerdahiyê li deverên ketin jêr kontrola wan bêhtir ji sê salan gendel kirin," wî got. "Wan pirtûkên rêbazî yên hana tundiyê û kîneweriyê didin pêşkêş kirin."

Xwendekar ji Dibistana Mekasibê li Bajarê Kevin ê Mûsilê nûvekirina dibistana xwe roja 8ê Adarê pîroz dikin. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Xwendekar ji Dibistana Mekasibê li Bajarê Kevin ê Mûsilê nûvekirina dibistana xwe roja 8ê Adarê pîroz dikin. [Wêne ji Wezareta Perwerdeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Projeya me hewl dide ku xwendekaran vegerîne rêbaza rast ya perwerdahî û nifşekî ava bike ku bandora serdema tarî ya terorîzmê lê nebû be," wî anî ziman.

Rakirina pirtûkên rêbazî yên serdema DAIŞê

Lefta got ku armanca destpêkî ya wezaretê rastkirina çewtiyan e, bidawîkirina îdyolojîyê ye û awayên hiziradinê ên ku DAIŞê hewl da ku di hişê zarokan de biçîne.

Ev dê bi pirtûkên rêbazî bên veguhertin, yên ku xwebaweriyê, helwesteke erênî diçîne û "nirxên exlaqî, hezkirin û girêdana bi niştîmanê vediçesipînin", wî got.

"Me dest pê kiriye, bi rêya komîteyên perwerdahî, rêveberî û agahedarî, bo dayîna semînerên perwerdahî bo xwendekaran li Nînewayê û parêzgehên din ên bandora terorîzmê li wan bûye," Lefta got.

"Çapemeniyên wezaretê jî aniha li ser çapkirina pirtûkên nû bo têgihiştina niştîmanperwerî û perwerdeya zîrekî û exlaqî kar dikin," wî got.

Stafê fêrkirinê "dest pê kiriye tevlî korsên rahênanê li ser çawaniya bidestxisitna armancên projeyê dibin, rêveberiyên dibistanan jî tên arastekirin li ser girîngî dana bi organîzekirina çalakî, bûne û pêşbaziyên ku piştgiriya wan armancan dikin", wî got.

Proje beşeke ji pilaneke astbilind bo bûjandina sektora perwerdeyê li bajarên rizgarkirî ni piştgiriya rêxistinên xwecihî û navdewletî.

Ev yek jî nûkirin û çakirina bi sedên avahiyên wêranbûyî li xwe digre, weke beşekî ji projeyek jê re tê gotin "Dibistana me, mala me", Selam got.

Ew herwiha ji gelek programên piştgirî pêk tê, weke Programa Bixwarinkirina Dibistanan, ku nîvê Sibatê hat destpêkirin bo dayîna selkên xwarinê bo xwendekaran.

Qonaxa yekem a programê li rojavayê Mûsilê hatiye destpêkirin, wezaret jî dixwaze ku dora 88,000 xwendekaran di sala akadimî ya li dar bi xwarin bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500